Hêza biryar û îradeyê ya gel

  • 09:02 28 Tîrmeh 2023
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
"Li gorî Abdullah Ocalan jî ‘Azadî armanca gerdûnî ye’. Abdullah Ocalan diyar dike ku azadî tenê bi mirov û civakê bê sînorkirin wê qels bimîne. Abdullah Ocalan diyar dike ku xwe pêkanîna civakê bi azadiyê pêkan e û azadî herî zêde jî divê bi têkiliya civakî bê destgirtin."
 
Nagîhan Akarsel
 
Di venasînên siyasî yên civak û dewletê de aliyekî din ê girîng teşeyê rêveberiyê ye. Di vî alî de hewcedariya vegotina têgeha demokrasiyê dertê holê. Di esasa mafên welatîbûna destûra bingehîn de welatiyên aydê welatên lê dimînin, mafê wan tê parastin, bi rêk û pêk hilbijartinên wan tên kirin. Ev wek demokrasiyê dikare bê nasîn. Bi kurtasî demokrasî tê wateya rêveberiya gel. Li gorî vê wateyê hêza biryar, hişmendî û îradeyê ya gel e.
 
Demokrasî di serî de li gorî karekterê çînî li gorî teşeyên pêkanînê dikare bê venasîn. Di roja îro de bi karên burokratîk tên venasîn û  ji bilî hilbijartinê tu wateya wê nemaye û rêveberiyên siyasî wek kargeriyên global tevdigerin. Netewperestî, nîjadperestî, fanatîzm û zayendperestî tê sorkirin. Di sedsala 21’ê de demokrasî ji bo gel, bawerî, çand û tercîhên îdeolojîk û aborî û baweriyan derfetê jiyaneke bi hev re pêk tîne. Dîsa wek rêveberiyek xweser a wekhevî, cudabûn û azadiyan pêş dixîne tê qebûlkirin.
 
Wek qadek azadiyê siyaset
 
Hannah Arendt diyar dike ku ji salên 1960’î heta niha siyasetê wateya xwe winda kiriye û siyasetê wek qada azadiyê wek alaveke ku tiştekî nû tîne cîhanê, wek çalakiyekê vedinasîne.  Arendt diyar dike ku qada siyaset lê heye çalakî û gotina li qada civakî ye.
 
Di vî alî de têgeha azadiyê çawa tê destgirtin pir girîng e. Gelek fîlozofi tevgerên gel, têkoşîna jinan, baweriyên cuda, çandan, azadî bi gelek têgehan girtine dest. Li gorî Nîetzsche wek ‘Ozsaygi istencî’, li gorî Bakunî ‘ alava ku hiş, rûmet û kêfxweşiyê pêş dixîne’, li gorî Tolstoy  ‘Her mirov li gorî xwe dijî’, li gorî Russelî ‘ Xwenîşandan, hilberandin, pêşxistina bêyî serdestiyê’ li gorî Schopenhauer ‘Muzakerekirina bi mirinê re’ û gelekên din.
 
Li gorî Abdullah Ocalan jî ‘Azadî armanca gerdûnî ye’. Abdullah Ocalan diyar dike ku azadî tenê bi mirov û civakê bê sînorkirin wê qels bimîne. Abdullah Ocalan diyar dike ku xwe pêkanîna civakê bi azadiyê pêkan e û azadî herî zêde jî divê bi têkiliya civakî bê destgirtin.
 
“Asta hiş û esnekbûna mirov a civakî hîmê rast ê avakirina civakî teşkîl dike. Ji ber vê jî venasîna azadiyê ya wek hêza avakirina civakî  wê gelek di cih de be. Ji civakên ewil ên mirovahiyê heta niha ji vê re dibêjin helwesta exlaqî. Exlaqê civakê encax bi azadiyê pêkan e. Em dikarin ji vê re bêjin rewşa ku azadî tevli exlaq hatiye kirin. Ger ku hilbijartina exlaqî azad be, em dikarin bêjin hişmendiya kolektîf a civakê.”
 
Di vê esasê de Abdullah Ocalan wiha dibêje: “Ger em azadiyê bixwazin divê ewil em hişê hevpar û exlaqê wijdana kolektîf wek polîtîkaya di roja xwe ya îro de bi hemû hêza xwe rakin ser piyan. Ev ferz e. Rewşa herî şênber a polîtîkaya civakî siyaseta demokratîk e. Ji ber vê jî  siyaseta demokratîk wek hunera rast a azadbûnê dikare bê venasîn. Karên polîtîkayê çiqas kirdeyên demokratîk biafirîne, siyaseta demokratîk jî wê civakê evqas polîtîk bike, azad bike.”
 
Hannah Arendt jî azadiyê ku wek qada pêkhatina siyasetê îfade dike, di çalakî yan jî bi hinekên din re digire dest. Hannah qutbûna ji siyasetê rexne dike û Hannah li dijî venasîna ji derveyê siyasî derdikeve. Hannah azadiyê ji derveyê qada siyasî nafikire û qebûl nake. Hannah vê rexne dike û diyar dike ku di sedsala 19 û 20’î de valahiya di navbera jiyana siyasî û azadiyê de zêdetir mezin bûye û tîne ziman ku lîberalîzm ku azadiyê di asta qedandina siyasetê de binav dike, bandor li têgeha hebûna mirovahiyê dike.
 
* Nîşe: Berdewamiya nivîsê hefteya pêş wê bi sernavê ‘taybetiyên siyaseta demokratîk’ bê weşandin.