Darizandina Adalet Kaya hat sekinandin

  • 11:26 4 Adar 2024
  • Hiqûq
AMED - Doza parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya bi îddiaya "endamtiya rêxistinê" jê dihat darizandin, bi hinceta destnedana zagonsaziyê hat sekinandin. 
 
Bi hinceta faliyetên di serdema serokatiya Komeleya Jinan a Rosayê de parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya bi îddiaya "endamtiya rêxistinê" hat darizandin. Doza parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya bi îddiaya "endamtiya rêxistinê" jê dihat darizandin, bi hinceta destnedana zagonsaziyê hat sekinandin. Adaletê tevli rûniştina li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin nebû. Parêzer Gozde Engin û Gazal Bayram li rûniştinê amade bûn. 
 
Dozgeriyê di mutalaya ji dadgehê re pêşkêş kir de anî ziman ji ber Adaletê wekî parlamenter hat hilbijartin li gor maddeya 83'yemîn a makeqanûnê destnedana zagonsaziyê qezenc kiriye. Loma jî biryar hat dayin darizandina Adaletê bê sekinandin û kontrola tedbîra edlî ya li ser Adaletê bê rakirin.