Ji Dayika Aştiyê Dilşah Ozgen re cezayê konteynirê hat birîn

  • 14:55 21 Sibat 2024
  • Hiqûq
 
AMED - Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Dilşah Ozgen a 89 salî ji bo xêrê bike konteynirek danî goristana ku lawê wê lê veşartî. Ji Dilşah û 7 kesên ku konteynir bar kirin, veguhestin û montajkirin re ji sûcê “alîkariya rêxistinê” 2 sal û mehek cezayê hefsê hate birîn. 
 
Doza Konteynirê ya derbarê endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê Dilşah Ozgen (89) û 9 kesan de hatibû vekirin encam girt. Dilşah Ozgen a cenazeyê lawê wê Ferdî Ozgen ê di sala 1999’an de li navçeya Sason a Êlihê di şerekî de jiyana xwe ji dest da li goristana gundê Sîsê yê navçeya Licê ya Amedê hate veşartin, ji bo ku kesên bên goristanê bêhna xwe vekin û bikarin nimêjê bikin 4 konteynir stendibûn. Derbarê Dilşah a konteynir stendine û E.K., H.K., H.S., İ.E., K.D., N.E., M.Y., E.A. ku konteynir firotine, veguhestine û montaja wan kirine re bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” û “alîkariya rêxistinê” di sala 2016’an de doz hatibû vekirin. Doza hatiye vekirin piştî 8 salan bi cezayê hefsê encam girt. 
 
Danişîna dozê ya biryarê li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate lidarxistin. 
 
Mutalaya xwe dubare kir
 
Parêzerên ku muwekîlên wan ên negirtî tên darizandin tev li danişînê nebû, di danişînê de amade bûn. Dozgerê ku di danişîna beriya niha de xwestibû ku hemû bersûc ji sûcê “alîkariya rêxistinê” bên cezakirin mutalaya xwe dubare kir. 
 
Parêzerê Dayika Aştiyê Dilşah Ozgen, Ferhat Kiliç ê li dijî mutalayê parastin kir, anî ziman ku muwekîla wî ji bo ku kesên tên ser gora lawê wê bikarin bêhna xwe vedin û nimêj bikin konteynir stendine û daxwaza beraeta wê kir. Parêzerên kesên konteynir firotine, veguhestine û montaja wan kirine jî anî ziman ku nepêkan e ku muwekîlên wan bizanin konteynir ji bo kê û bi çi armancê hatine kirin û daxwaza beraeta wan kir. 
 
Cezayê girtîgehê hat birîn
 
Dadgehê derbarê xwediyê firmaya konteyniran çêdike E.A û berdestkê wî Î.E. de biryara beraetê hate dayîn. Derbarê Dilşah û bersûcên din de jî ji sûcê “bizanebûn û dilxwazî alîkarî rêxistinê kirine” 2 sal û mehek cezayê hefsê dan. Dadgehê li gel cezayî biryar da ku hemû bergiriyên şertên kontrola edlî yên derbarê bersûcan de bên rakirin. 
 
Bêyî ku narkozê bidinê hate emeliyatkirin
 
Dilşah Ozgen a dayika 6 zarokan e di çarçoveya lêpirsîna têkildarî konteynirên ji goristanê re hatine şandin de piştî di 12’ê tebaxa 2016’an de hate binçavkirin, li dadgeha derxistinê bi şertê kontrola edlî hatibû berdan. Lawê Dilşah, Mefahîr Ozgen di sala 1992’yan de li Stenbolê ji aliyê polîsan ve birîndarî hate girtin. Mefahîr ê bêyî ku narkozê bidinê hate emeliyatkirin, piştî 3 mehan jiyana xwe ji dest da.  
 
Hevjînê Dilşah Fîkrî Ozgen jî di 27’ê sibata 1997’an de dema ji serdana lawê xwe yê li Girtîgeha Çankiriyê dihate ragirtin vedigeriya Amedê hate revandin û windakirin. Tevî hemû hewldanên malbata wî careke din agahî jê nehate wergirtin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) têkildarî windakirina bi darê zorê ya Fîkrî, di doza ku malbatê vekirî de Tirkiye mehkûmî tazmînatê kir. 
 
Yek ji zarokê din ê malbatê Ferdî Ozgen jî di şerekî sala 1999’an de li navçeya Sason a Êlihê di şer de jiyana xwe ji dest da. Dayika Dilşah Ozgen ji bo ku xêrê bike 4 konteynir li goristana ku cenazeyê lawê wê lê bû bicihkiribûn. Konteynir di dema operasyona payîza sala 2016’an hate kirin de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi teqemeniya hatibûn teqandin, goristan hatibû texrîbkirin û li rêyên diçin goristanê jî xendek kolandibûn.