Înfaza girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel hat taloqkirin

  • 13:59 21 Sibat 2024
  • Hiqûq
 
ÎZMÎR - Girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel ji ber pirsgirêkên xwe yên giran ên tenduristiyê rakirin nexweşxaneyê û înfaza wê ji bo 3 mehan hate taloqkirin. 
 
Girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel (60) li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê tê ragirtin. Rewşa tenduristiyê ya Muhlîse giran bû û li ser vê yekê di meha çileyê de rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînkirinê ya Ataturkê ya Îzmîrê. Nexweşiyên Muhlîse yên weke dil, qelewî, hîpertansiyon, bêhnkurt, fitqên pişt û stû hene. Muhlîse di 16’ê sibatê de li vir ji dilê xwe emeliyata vekirî bû.  
 
Li ser vê yekê parêzeran ji bo tehliyekirina Muhlîse serlêdan kirin. Hat zanîn ku piştî serlêdanê derket holê ku înfaza Muhlîse 3 mehan hatiye taloqkirin. Muhlîse niha li nexweşxaneyê tê tedawîkirin û keça wê Zîlan Karaguzel got ku ew vê biryarê erênî pêşwazî dikin. Muhlîse têkildarî rewşa tenduristiyê ya dayika xwe jî wiha got: “Dayika min ev demek dirêj e pirsgirêkên tenduristiyê dijî. Li girtîgehê 3 caran krîza dil derbas kir. Ji ber ku înfaza wê hate taloqkirin, mercên wê baştir in. Vê yekê jî bandoreke erênî li ser tenduristiya wê kir. Bêguman diviyabû înfaza wê jizûve taloq bikirana. Lê pêvajo dirêj bû. Mixabin dema girtî tên ber mirinê tên berdan.” 
 
'Mafê her kesî ye ku di mercên guncav de tedawî bibin’
 
Muhlîse, da zanîn ku li girtîgehan gelek girtiyên nexweş hene û wiha bi dawî kir: “Ne tenê dayika min, niha gelek girtiyên nexweş di şert û mercên nexweşxaneyê de tên tedawîkirin. Mafê her kesî ye ku di mercên guncav de tedawî bibin. Ev yek hem ji hêla hiqûqî ve hem jî hêla mafên mirovan de dê bandorek erênî bi xwe re bîne.”