Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

  • 14:39 20 Sibat 2024
  • Hiqûq
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzerên Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlên xwe serlêdaneke nû kirin.
 
Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Cengîz Yureklî, Emran Emekçî û Îbrahîm Bîlmez ji bo karibin muwekîlên xwe Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
 
Peywendiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dinyaya derve re bi temamî hatiye qutkirin. Ti bersiv ji serlêdanên hevdîtinê re nayê dayîn, di hin rewşan de piştî bi mehan ji parêzeran re dibêjin ku cezayê disîplînê heye.
 
Li gorî rapora dawî ya ku Buroya Hiqûqê ya Sedsalê 17’ê Çileyê weşandî;
 
-Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û vir ve di navbera Gulan-Tebaxa 2019’an de tenê 5 hevdîtinên bi parêzeran re pêk hatin; ji vane hevdîtina dawî jî 7’ê Tebaxa 2019’an hate kirin.
 
-Ji sala 2014’an û vir ve tenê 5 hevdîtinên bi malbatê re pêk hatin.
 
-3’yê Adara 2010’an hevdîtina bi birayê wî re pêk hat.
 
-Ji roja destpêkê û vir ve tenê 2 caran (27’ê Nîsana 2020 û 25’ê Adara 2021’an) hevdîtina bi telefonê pêk hat.