‘Ji ber pêknehatina peymana Stenbolê û qanûnan jin tên qetilkirin’

  • 09:04 17 Sibat 2024
  • Hiqûq
 
 
Şehrîban Aslan
 
ÊLIH -  Endama OHD’ê Sumeyye Gultekîn balkişand ser qetiklirinên jinan yên zêde bûne û got: “Di vê dema ku wekheviya jin û mêr tune ye, gotinên dijminahiyê hene, polîtîkayên bêcezahiştinê û her wiha ji ber Peymana Stenbolê û qanûna hejmar 6284 pêk nayê qirkirina jinê jî zêde bûye.”
 
Li Kurditan û Tirkiyeyê qetilkirinên jinan roj bi roj zêde dibin û li dijî vê tu tedbîr nayên girtin berovajî vê gumanbar bi bêcezahiştinê tên xelatkirin. Ligel vê qanûn û peymanên li alî jinan jî ji holê tên rakirin. Serokomarê AKP’î Tayyîp Erdodgan di 20’ê Adara 2021’ê de Peymana Stenbolê fesh kir. Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Sumeyye Gultekîn der barê mijarê de axivî.
 
‘Jinbûn dibe sedema qetilkirinê’
 
Sumeyyeyê wiha vegot: “Qetilkirinên jinan roj bi roj zêde dibin. Qetilkirinên jinan gihiştine asta qirkirinê. Di 2023’an de bi giştî 315 jin hatin qetilkirin. 248 jin bi guman jiyana xwe ji dest dan. Ji sedî 58’ê jinan nayê zanîn ku bi kîjan hincetê hatine qetilkirin. Ji sedî 70’ê yê jinan ji ber der barê jiyana xwe de biryar dane hatine qetiklirin. Jin ji ber jinbûna xwe tên qetilkirin.”
 
‘Di hiqûqa me de cih nadin têgeha zayenda civakî’
 
Sumeyyeyê di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Dema AKP’ê de daneyên qetilkirina jinan roj bi roj zêde bû. Polîtîka û gotinên dijminê jinê tundiya li ser jinan zêde kir. Di vê dema ku wekheviya jin û mêr tune ye, gotinên dijminahiyê hene, polîtîkayên bêcezahiştinê û her wiha ji ber Peymana Stenbolê û qanûna hejmar 6284 pêk nayê qirkirina jinê jî zêde bûye.Feshkirina Peymana Stenbolê jî encama vê polîtîkayê ye. Peyman di 2021’ê de hat feshkirin. Qanûna 6284 li gorî peymanê hîn tengtire. Peymanê cih dida gelek têgeh û mekanîzmayan. Niha qanûna 6284 bi tena serê xwe zêde bi bandor nîne.”
 
‘Qirkirina jinê rewa dikin’
 
Sumeyyeyê destnîşan kir ku daxwazên jinan yên ji bo tedbîrê bê hincet tên redkirin û wiha vegot: “Ji ber jin di çarçoveya qanûna 6284’an de nayên parastin û tedbîr nayên girtin daxwazên jinan tên redkirin. Tenê di 2023’an de 28 jin tevî biryarên parastinê hatin qeitlkirin. Ger 6284 bi bandor pêk bihata wê ew jin îro bijiyana.Ji kuştinên jinan rayedar bepirsin. Qirkirinên jinan rewa tên dîtin.”
 
‘Jin bi hev re bi hêz in’
 
Sumeyyeyê wiha dawî lê anî: “Nasnameya jinê her tim bi operaysonekê  neçarî rejîmeke qirkirinê tên kirin. Dixwazin jinan bikin koleyên malê. Wek alava zayendî tê dîtin. Keda jinê nayê dîtin. Jin tên qetilkirin lê sedem nayên tepsîtkirin. Darizandinek adîlane tune ye. Cezayên bi bandor nadin kujeran. Di vê pêvajoyê de zêdetir kar dikeve ser milê jinan. Divê jin destkeftiyan biparêzin û li ser piyan bisekinin. Jin bi hev re  bi hêz in.”