Wezareta dadê li dijî serlêdanên Baroyê bêdeng e

  • 09:03 16 Sibat 2024
  • Hiqûq
 
Şehrîban Aslan
 
AMED - Yek ji parêzerên Baroya Amedê Adîle Salman  hewldan û serlêdanên ji bo  hevdîtinên bi Îmraliyê re nirxand û got: “Em wek Baroya Amedê ji bo ku tecrîd bi dawî bibe, ji bo astengiyên li pêş faliyetên pîşeyî yên hevpîşeyên me rabin em ê bixebitin û gotina xwe bêjin.”
 
Di  2022’an de 107 parêzerên ku hevdîtina  wan a bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku di bin tecrîda giran de ye hatibû astengkirin serî li Baroya Amedê dan. Li ser vê serlêdanê Baroya Amedê serî li Wezareta Dadê û Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) da. Ji bo serlêdanê bersivek nehat dayîn û baroyê di 2023’an de carek din serî li Wezareta dadê da. Serlêdana baroyê carek din bê bersiv ma. Ji 35 baroyî hezar û 330 parêzerî di 22’ê Çile de bi daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re  serî li Wezareta Dadê dan. Berdevka Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Amedê parêzer Adîle Salman pêvajoya tê jiyîn nirxand.
 
‘Bersiveke hiqûqê ya ji bo rejîma Îmraliyê nemaye’
 
Adîleyê da zanîn ku wek hiqûqnas bi pêkanînên ku di pergala hiqûqa Tirkiyeyê û rejîma înfazê de tun eye re hatine rû hev û got qedexeya hevdîtinên bi Îmraliyê re dijhiqûqî ye. Adîleyê wiha vegot: “Ji bo hevdîtginan malbat û parêzer serlêdanê dikin. Lê bê bersiv tên hiştin. Cezayên dîsîplînê hincet nîşan didin. Van biryaran nîşanê parêzaran nadin. Hinceta van cezayan  nayên nîşan dan. Bersiveke hiqûqî ya ji bo rejîma Îmraliyê nemaye. Ji ber serî de em behsa pêvajoyek dijhiqûqî tê meşandinê dikin.”
 
Serlêdanên bo Baroya Amedê
 
Adîleyê wiha berdewam kir: “Di 2022’an de 107 parêzerên endam bi hinceta faliyetên wan yên pîşeyê tên astengkirin û daxwaza hevdîtinê tê redkirin serî li me dan. Me wek baro li ser vê serî li TBB’ê û Wezareta Dadê da. Lê bersivek nehat dayîn. Di 2023’an de dîsa me serî li Wezareta Dadê da. Lê ji bo serlêdana 2023’an jî bersiv nehat dayîn. Herî dawî di 22’ê Çile de endamênBaroya Amedê jî tê de ji baroyên cuda hezar û 330 parêzerî îmze dan. Li ser vê ji bo wezareta dadê dîsa serlêdan hat kirin.”
 
‘Divê hiqûqnas bêdeng nemînin’
 
Adîleyê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Her kesên esasa hiqûqî û mirovahî dihewînin divê li dijî tecrîdê gotina xwe bêjin. Mixabin tecrîd û pirsgirêka Kurd bê çareserî tê hiştin.  Li dijî vê îradeyê divê em bêdeng neminin. Divê em behsa tecrîdê bikin. Divê em bêjin k ev di alî hiqûqî de li dijî hiqûqa netewî û navneteweyî ye. Divê hemû hiqûqnas bêdeng nemînin. Divê der barê şikandina tecrîdê, azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan de, bêdengî tunebe û her kes gotin axwe bêje. Hemû kesên demokratîkbûna welat dixwazin divê gotina xwe bêjin. Em wek Baroya Amedê ji bo ku tecrîd bi dawî be, ji bo astengiyên li pêş faliyetên pîşeyî yên hevpîşeyên me rabin wê bixebite û gotina xwe bêje.”