Fazela Mahomed: Yên guherînê bikin ne hiqûmet kesên li kolanê ne

  • 09:08 10 Gulan 2024
  • Rojane
Melek Avci
 
ENQERE - Sekretera Çalakiya Mafên Mirovan a Kurd (KHRG) ya li Afrîkayê Fazela Mamomed wiha got: “Yên guherînê bikin ne hikûmetin. Yên bikin mirovên li kolanê ne.  Divê em hemû bi biryar bin bibin yek û  ji bo azadiya Ocalan têbikoşin.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Îmraliyê girtiye 38 mehe tu agahî jê nayê girtin û ji girtiyên din yên li Îmraliyê tên girtin Hamîlî Yidirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş jî agahî nayê girtin. Li her derê cîhanê mirov li dijî vê tecrîdê li ser piğyan e. Pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" her diçe mezin dibe. Di çarçoveya pêngavê de li Afrîkayê jî xebat tên meşandin. Sekretera Koma Çalakiya mafên Mirovan a Kurd (KHRG) ya li Afrîkayê Fazela Mahomed der barê mijarê de ji
ajansa me re axivî. 
 
*Li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tecrîdek giran heye 3 sal e agahî jê nayê girtin.  Hûn vê  tecrîdê di alî mafên mirovan de çawa dinirxînin?
 
Tecrîdkirin pêkanînak dijmirovî ye. Ev pergala îşkenceyê û li gorî rêbazên Mandela tecrîdkirina siyasetmedarekî nayê qebûlkirin. Bi rêbazek wisa cezakirina îşkence ye. Yanî di aliyekî de jî tolgirtin e. Em ji bo vê dibêjin: bêdengkirina fikr û nêrînan. Dema mirov ji civakê bên durxistin, qada çalakiyê bê sînorkirin, nehilên fikr û nêrîn bigihêje mirovan, ev îşkenceya herî xerabe. Li paşerojê binêrin. Wek Nelson Mandela xistin girtîgehê û di bin tecrîdê de dihêlin. Armanca wan ew e ku pêşî li fikr û nêrînên wî bigirin. Lê mixabin ew tenê xwe dixapînin. Fikrên mirovan nikare bên tecrîdkirin. Nikarin bên rawestandin. Paradîgma Abdullah Ocalan elîtên Tirk tirsandin. Ji ber vê jî ev îşkence bi tu awayî nayê qebûlkirin.
 
*Pêngavek hat destpêkirin û azadiya Abdullah Ocalan tê xwestin? Hûn li lingê Afrîkayê ne, mirov sedema wê mereq dikin. Hûn dikarin hinekî behs bikin?
 
Em 30 sal berê bûn xwedî azadiya xwe. Me ji pergala binpêker, mêtînger bi salan kişand. Em baş dizanin azadî çi ye. Li Başurê Afrîkayê jî azadî û edelet gelek girîng e. Ji ber wan jî ji bo azadiyê têkoşîn da. Di 1994’an de divê Birêz Ocalan bihata Başurê Afrîkaye û wê demê hikûmeta ANC bawerî dabû Abdullah Ocalan. Lê ev soz nehatin girtin. Ji ber vê piştre Koma Çalakiyê ya Mafên Mirovan a Kurd hat avakirin. Wek Birêz Ocalan, lîderekî din yê me Ebrahîm Ebrahîm jî ji welatekî din hat revandin û anîn Başurê Afrîkayê û li vir hat darizandin. Em van ji nêz ve dizanin. Ev ne tiştekÎ nû ye, rejîmên zextxwir her tim heman teknîkan bi kar tînin. Mirovan digirin û îşkence dikin. Ji ber vê em dizanin. Tevlibûna vê pêngavê tiştekî ji me dur nîne. Ji ber em ji bo azadiya xwe ji bo azadiya welatê xwe têkoşiyane. Em wê demê hemû ciwan bûn, aktîvîst bûn. Me şer kir. Me azadî xwest. Têgeha azadiyê ji bo me ne tiştekî nû ye.
 
*Lingê kampanyayê yê li Afrîkayê çawa tê meşandin. Hûn çi dikin, di demên pêş de hûn çi hedef dikin?
 
Me daxuaniyek çapemeniyê ya hevpar a li seranserê cîhanê da û em tevli kampanyayê bûn. Em dema behsa berdana birêz Ocalan dikin,  tevgerên sendîkal yên herî mezin yên Başurê Afrîkayê, tevgera sendîkal a navneteweyî, lîderên payebilind yên ji bo berdana Birêz Ocalan dixebitin hene. Serokê partiya me ya desthilatdar ji bo azadiya Abdullah Ocalan biryar girt. Gelek lîderên  ji bo berdana Ocalan têdikoşin hene. Ji bo doza Kurd baş bê fêmkirin em têdikoşin. Ji ber vê em li her qadê der barê Birêz Ocalan de agahiyê didin. Em dixwazin îsal vê bikin; parêzerên Afrîkayê dê semînerekê pêk bînin. Em dixwazin aliyên hiqûqî bên nîqaşkirin. Em plan dikin ku serokê têkiliyên navneteweyî û parêzerekî payebilind jî tevli semînerê bibe. Her wiha piştre em bernameyên perwerdê bi sendîkayan re em ê bimeşînin.
 
*Li dijî tecrîdê bêdengiyek heye. CPT û saziyên Ewropayê. Ev 12 sal e li ber Konseya Ewropayê çalakiyek runiştinê mijara gotinê ye lê tevî evqas sal gavek nehatiye avêtin. Li gorî we çima wisa ye?
 
 Di rewşa heyî de yên ku guherînê bikin ne hikûmetin. Yên guherînê bikin mirovên li kolanan e. Yên tevli çalakî û meşan dibin e. Em dizanin ku elît di qada navneteweyî de ji bo berjewendiyên xwe tevdigerin. Li her derê Ewropa û cîhanê li gorî berjewendiyan biryar tên girtin. Yek biryarek jî ne adîl e. Ji ber vê divê em mirovên ji rêzê tevli têkoşînê bibin. Divê em alavên qanûnî yên ku xwediyên wan e bi kar bînin. Bêguman ev ne hêsan e. Wek hûn dizanin li Başurê Afrîkayê me tevgera dijberê apartheîd di 1960’an de da destpêkirin. Lê di 1980’ê de bersiva xwe girt. Ji ber vê bawer nakim ku Abdullah Ocalan evqas dirêj bê girtin. Ji ber vê divê em zêdetir bidin zorê û têbikoşin.
 
*CPT her tim Konseya Ewropayê û Tirkiyeyê nîşan dide. Îro jî sê meh cezayê dîsîplînê hat dayîn. Konsey çima li dijî van binpêkirinên bi salan e li hember Kurdan tên kirin, bêdeng e, çima wek Rûsyayê endamtiya Tirkiyeyê jî nacemidîne?
 
Wek min got ev sazî ji bo pêkhatina edeletê naxebitin. Armanca wan ne ev e. Ev bi giştî girêdayê siyaseta tê meşandinê ye. Tirkiye her carê hewldanekê dike û li ser dewletên Ewropayê zextan dike, tehdîdan dike û em dikarin gelek tiştên din rêz bikin. Berjewendiyên bazirganî û fînansî her tim wê Tirkiyeyê biparêze.
 
*Herî dawî tiştekî hûn dixwazin bêjin heye gelo?
 
Dema di têkoşînê de bûm, bi lîderekî ANC’ê yê payebilind re dixebitîm. Bi Mandela re di girtîghê de mabû lê beriya wî ji girtîgehê derketibû. Rojekê hat got ‘Mandela wê hefteya pêş bê berdan’. Lê min bawer nekir. Ez çûm cem hevalên xwe û min got ji ber pir kal bûye xeyalên wisa dike. Min digot hêviyên vala ne lê ne wisa bû.  Gotina wî rast bû. Mandela berdan. Wê birêz Ocalan jî bê berdan. Ev rastiyeke. Divê em tu carê hêviya xwe winda nekin. Divê em bi biryarin û yek bin. Ji bo azadiya Ocalan têbikoşin.