8'ê Gulana 2019: Li dijî tecrîda li Îmraliyê xeleka ji mirovan

  • 09:01 8 Gulan 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
Dayikên girtiyan ku li ber Girtîgeha Tîpa L a Bakiroyê dest bi nobedê kirin ji bo ku balê bikşînin ser greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li Îmraliyê hatiye destpêkirin, xeleka ji morvan ava kirin. 
 
Hin bûyerên din ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
1865: Nexweşxaneya yekem a jin dikarin lê perwerde bibin a bi navê Chicago hat vekirin. Mary Harris Thompson a yek ji wan jinên ku perwerdahiya tibbî dîtibû, ji bo bixebite serî li nexweşxaneyên li Chicagoyê da. Lê nexweşxaneyan bersiva nêyînî dan Mary Harrisê. Li hemî nexweşxaneyan bijîşkên jin nedidan xebitandin û hinek nexweşxaneyan jî nexweşên jin qebûl nedikirin. Li ser vê yekê Mary Harris Thompson bi alîkarîya jinên dewlemend, ji bo lênihêrîna jin û zarokan û her wiha ji bo perwerdehiya klînîkî bidin bijîşkên jin, dest bi damezrandina nexweşxaneyekê kir. Nexweşxane hat damezrandin û di 8’ê Galana 1865’an de hat vekirin. Hemî bijîşkên di nexweşxaneyê de dixebitîn jin bûn û komîteya rêveberiyê ji jinan pêk dihat. Di 1895’an de piştî Mary Thampson jiyana xwe ji dest da navê wê dan nexweşxaneyê.
 
2015: Li Êlihê KJA’yê ji bo Ferînaz Xosrawanî (26) ya li Mahabadê hatibû iddiakirin dema ku li otelêkê dixebitî Endamên Yekineya Îstixbarata Îranê destdirêjî lê kiribûn, li dijî destdirêjiyê xwe ji qata çaremîn a otêlê avêt û dawî li jiyana xwe anîbû çalakî pêk anî. Her wiha li bajarê Silêmaniyê jî, bi tevlîbûna rêxistinên jinan, nûnerên partiyan û nûnerên saziyên civakî yên sivîl ji bo Ferînazê çalaki pêk hat.
   
2016: Ji hêla Meclîsa Jinan a Meclîsa Bajêr, li dijî tecawizê û ji bo parastina Heskîfê kursî hat danîn.
 
2019: Ji bo ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê bidawîkirin, li ser navê kesên naskirî ku Xelata Nobelê girtine bi îmzeya Adolfo Perez Esquîvel ji Sekretera Giştî ya CPT'ê Regis Brîlat û berpirsê Tirkiyeyê Mîchale Neurauter re name hat şandin. 
 
2020: Jinên parêstvanên mafan, ji bo ku mafê tendirustiyê yê girtiyan bê mîsogerkirin daxwazên xwe yên ku ji 9 xalan pêk tên parve kirin.