MKG: Di meha nîsanê de jî jinên rojnameger hatin darizandin

  • 11:44 7 Gulan 2024
  • Rojane
 
AMED - MKG'ê di rapora xwe ya binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha nîsanê de da zanîn darizandina jinên rojnameger û binpêkirina mafên jinên rojnameger di meha nîsanê de jî dewam kiriye. MKG'ê bang li îktidarê kir û got rojnamegerî nayê darizandin.
 
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê  (MKG) rapora xwe ya binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha nîsana 2024'an eşkere kir. Li gor rapora MKG'ê ya meha nîsanî 7 jinên rojnameger girtîne. MKG'ê di rapora xwe de diyar kir ku rojnamegerî ne sûc e û got:"Em wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) bang li îktidarê dikin; Ji bo Tirkiye bibe welatekî demokratîk û ji bo pirsgirêk çareser bibin divê hemû astengiyên li pêşiya azadiya ramanê û çapemeniyê rabin û rojnamegerî neyê darizandin."
 
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Rojnamegerên ku nûçeyên alîgiriya îktidarê dikin çênakên, ajansên nûçeyan, rojname dibin hedef. AKP ya ku şoka hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê hîn ji ser xwe neavêtiye, wekî berî hilbijartinê piştî hilbijartinê jî zex û êrişên li ser çapameniya azad dewam kir.
 
Meha nîsanê jî bi operasyonên binçavkirin û girtina rojnamegeran derbas bû. Di meha nîsanê de jî nûçeyên ku rojnameger çêdikên wekî hincet hatin nîşandan û rojnameger derketin pêşberî dadger.
 
Mînaka herî dawî ya îktidara rojnamegeriyê wekî sûc dibîne binçavkirin û girtinên li Enqere, Stenbol û Rihayê ye. Di 23’yê Nîsanê de navenda wê Stenbol, li Enqere, Stenbol û Rihayê bi ser malan de hat girtin û 9 rojnameger hatin binçavkirin.  1 jê jin 3 rojnameger bi hinceta nûçeyên çêkirine hatin girtin. Nûçeyên çêkirine wekî sûc hat dîtin.
 
Îktidara rojnamegeran dike bin çavan û digire, dixwaze tirsekê belav bike, di heman demê de mafê girtina nûçeyan a gel xesp dike.  
 
Em wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) bang li îktidarê dikin; Ji bo Tirkiye bibe welatekî demokratîk û ji bo pirsgirêk çareser bibin divê hemû astengiyên li pêşiya azadiya ramanê û çapemeniyê rabin û rojnamegerî neyê darizandin.
 
Rojnamegerî Ne Sûc e, Nikare bê Darizandin
 
Daneyên îstatîk ên rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a Nîsana 2024'an:
 
1-) Binpêkirina ewlehî û mafê jiyana rojnamegeran
 
Rojnamegerên êriş li wan hatine kirin: 1
Rojnamegerên hatine binçavkirin: 10
Rojnamegerên hatine girtin: 1
Rojnamegerên bi muameleya ne baş rû bi rû mane: 2
Rojnamegerên gef li wan hatine xwarin: 2
Rojnamegerên şopandina wan a nûçeyan hatiye astengkirin: 5
Binpêkirina mafên rojnamegeran a li girtîgehan: 1
 
2-) Binpêkirina azadiya ramanê ya rojnamegeran
 
Rojnamegerên derbarê wan de lêpirsîn hatiye vekirin: -
Rojnamegerên derbarê wan de doz hatine vekirin (yên berat kirine): 2
Rojnamegerên hatine cezakirin: -
Rojnamegerên darizandina wan dewam dike: 24
Hejmara jinên rojnameger ên girtî  (Ji 1’ê NîSANa  2024’an vir ve ): 7
 
Lîsteya rojnamegerên girtî
 
1. Derya Ren – Nûçegîhana JINNEWS’ê
2. Esra Solin Dal – Ajansa Mezopotamyayê (MA)
3. Elif Ersoy – Berpirsa Karê Nivîsê ya Kovara Yuruyuş
4. Hatice Duman – Mudura Karê Nivîsê û xwediya Rojnameya Atilim
5. Ozlem Seyhan - Rojnameger
6. Tulay Canpolat – Nûçegîhana Rojnameya Sabah a Enqereyê
7. Selamet Turan – Rojnameger "