Malbatên girtiyan li gel îşkenceyê çalakiya xwe didomînin

  • 14:53 23 Hezîran 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Xizmên girtiyan ên ku li ber Edliyeya Çaglayanê Nobeda Edaletê danûn destpêkirin çalakiya xwe di roja 14'emîn de jî berdewam kirin. Polîsê ku êrîşî malabtan kir, li gel dayikan 6 kes bi îşkenceyê binçav kirin, girseya ku bertek nîşanî rewşê da ber bi Qada Glatasarayê meşiya.
 
Nobeda Edaletê ya xizmên gitiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin li gel zext û îşkenceyê di heftea 14'emîn de li ber Edliyeya Çaglayan a Stenbolê berdewam kir. Nobeda vê hefteyê ji aliyê Dayika Yakup Akman ê li Girtîgeha Sîlîvrî ya bi hemar 3 ya Tîpa Fincê Akman û dayika Xemgîn Karakaş ê li Girtîgeha Tîpa T ya Ffyonê ku ku di hucereya yek kesî de dimîne Cemîle Karakaş ve hat girtin.  Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Musa Pîroglu, rêxistinên HHDP'ê yên navenda Stenbol û navçeyên wê û Meclisa Ciwanan a HDP'ê, Devrîmcî Partî û endamên (ANYAKAY -DER) jî piştgirî dan malbatan. 
 
'Em natirsin'
 
Beriya Nobedê gelek polîsan bi wesayitên binçavkirinê avahiya edliyê dorpêç kirin û wekî her hefteyê qedexeya Qeymeqamê Kagithaneyê ku ji bo çalakiyê derxistiye hincet nîşan dan û destûr nedan ku çalakî bê kirin. Parlamenterê HDP'ê Musa Pîroglu  ku bertek nîşanî rewşê da, diyar kir ku her hefte vê îşkenceyê li malbatan dikin lê ew ê li heberî vê bêdeng nemînn.  
 
'Bi pihînan li wan dan û bi erdê re kaş kirin'
 
Di vê naberê de Fîncê Akman û Cemîle Karakaş ên ku vê hefteyê jî çalakiya nobedê kirin polîs êrîşî wan kir. Polîsan destên xwe dan ser devê Cemîleyê û nehiştin ku nefesê bide û bistîne. Cemîle piştere bi kaşkirinê li wesayita polîsan hat siwarkirin û di wesayitê de jî îşkence lê hat kirin.
 
İşkence polis aracında devam etti
 
Öte yandan nöbet eylemcisi Fince de darp edilirken, Gençlik Meclisi üyelerine de polisin tekme attığı görüldü. Gözaltı aracında da işkence edilen tutsak yakınları, “Bijî berxwedana zindanan” sloganı attı. Bu esnada çekim yapan gazetecilerin de çekim yapması engellenerek darp edilmeye çalışıldı. Nöbet eyleminde 6 kişinin gözaltına alındığı öğrenildi. 
 
Ber bi Qada Galatasarayê
 
Parlamenter Musa Pîroglu bertek nîşanî polîsan da û got, "Em ê yekekê 'Ji girtiyên nexweş re Azadî' li xwe bikin û heta Galatasarayê bimeşin."