Rapora meha nîsanê ya KCDP'ê : 21 jin hatin qetilkirin

  • 15:31 4 Gulan 2023
  • Çeteleya Tundîyê
STENBOL - Li gor daneyên çeteleya tundiyê ya meha nîsanê ya KCDP'ê 21 jin hatin qetilkirin 23 jin bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. 
 
Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP) daneyên xwe yên meha nîsanê parve kir. Li gor raporê  21 jin hatin qetilkirin 23 jin bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. 
 
Jinên ji ber xwestin dest ji mêrê pê re zewicî berdin, ji ber daxwaza zewacê red kirin, ji ber têkiliya hestiyarî red kirin hatin qetilkirin. Her wiha ji ber hinceta aboriyê û hinceta pevçûnê jî jin hatin qetilkirin. 
 
Vê mehê 14 jin bi çekê, 5 jin bi alavên tûj, jinek bi xeniqandinê hatin qetilkirin. Vê mehê ji sedî 67 jin bi alavên tûj hatin qetilkirin.