Rapora tundiyê ya meha adarê ya KCDP'ê: 23 jin hatin kuştin

  • 14:14 3 Nîsan 2023
  • Çeteleya Tundîyê
 
STENBOL - Li gor rapora tundiyê ya meha adarê ya KCDP'ê, 23 jin hatin kuştin û 19 jinan bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. 
 
Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP) rapora tundiyê ya meha adarê eşkere kir. Li gor daneyên raporê 23 jin hatin kuştin û 19 jinan bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. 
 
Di raporê de hat gotin jin dema ku ji bo jiyana xwe biryarekê digirin tên kuştin. 
 
Di raporê de hat gotin ji sedî 39 jin ji aliyê mêrê pê re zewicî hatin kuştin.  
 
Her wiha hat gotin jin herî zêde bi alavên tûj hatine kuştin. 
 
Di raporê de hat bibîrxistin ku doza girtina li Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP) hatibû vekirin wê di 5'ê Nîsanê de bê dîtin û banga xwedîderketina li dozê hat kirin.