Çeteleya tundiyê ya meha Kanûnê: 20 jin hatin qetilkirin

  • 09:05 6 Çile 2023
  • Çeteleya Tundîyê
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên meha Kanûnê mêran herî kêm 20 jin û 3 zarok qetil kirin. Her wiha 9 jin û zarokek jî bi guman jiyana xwe ji dest dan.
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê qirkirina jinan gihişt asta jor û daraz jî gumanbaran diparêzin. Mînaka dawî li navçeya Saruhanli ya Manîsayê hat jiyîn. Mêrê bi navê Necatî Akpinar  jina bi navê Mutlu Menekşe ya bi mehra olî pê re zewicandî qetil kir.  Piştre derket holê ku gumanbar di 1984’an de Emîn A ya pê re zewicandî qetilkiriye, hatiye girtin û hatiye tahliyekirin, her wiha hevjîna xwe ya duyem Fatma A jî di 2003’an de qetil kiriye. Derket holê ku gumanbar 2 sal berê hatiye tahliyekirin û meheke jî bi Mutlu M. re bi mehra olî dijiya.
 
Li gorî daneyên me kom kirine di Kanûna 2022’an de 20 jin û sê zarok hatine qetiklirin 9 jin û zarokek jî biguman jiyana xwe ji det dane. Bi bîlançoyê re daneyên 2022’an jî derketin holê. Bi meha kanûnê re di salekê de 350 jin hatine qetilkirin û 212 jin bi guman jiyana xwe ji dest dane.
 
Li gorî daneyan 7 jin ji aliyê hevjîn, 3 heb ji aliyê heval, 3 heb ji aliyê xizm, 2 heb ji aliyê mêrên dest jê berane, yek ji aliyê mêrê pê re di asta destberdanê de û yek jî ji aliyê mêrê jê destberdabû ve hat qetilkirin. 
 
Li Kocaeliyê 2, li Stenbolê 2, li Enqereyê 2, li Amedê 2, li Îzmîrê 2, li Sêrtê yek, li Rihayê yek, li Colemêrgê yek, li Denîzliyê yek, li Antalyayê yek, li Bartinê yek, li Ispartayê yek, li Balikesîrê yek, li Eskîşehîrê yek, li Manîsayê jinek hat qetilkirin.