Çeteleya meha mijdarê: 31 jin hatin qetilkirin,13 mirinên biguman

  • 09:02 5 Kanûn 2022
  • Çeteleya Tundîyê
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên ajansa me kom kirine di meha mijdarê de 31 jin hatine kuştin, 13 jin biguman jiyana xwe ji dest dane.
 
Tundî û kuştinên jinan li Kurdistan û Tirkiyeyê her diçe zêde dibe û gumanbar jî bi bêcezahiştinê tê xelatkirin. Desthilatdarî li şûna li hember tundiyê têbikoşe, êrîşî jinên li qadan li dijî tundiyê li berxwe didin, dike. Di meha mijdarê de jî tundiyê bê navber bredewam kir. Li gorî daneyên ku ajansa me ji çapemeniyê kom kirine di meha mijdarê de gelek jin û zarok hatine qetilkirin.
 
Du sal şûnde derket holê
 
Di meha mijdarê de ligel bûyerên tundiyê, bûyerên berê ku wek mirinên biguman hatibû derbaskirin jî tên ronîkirin. Berfîn Ep a 14 salî ya di 28’ê Gulana 2020’î de li zozanên Çemê Karê ya Berwarî ya Sêrtê ku hat îdiakirin bi çekê întîxar kiriye, di lêpirsîna ji aliyê Fermandariya Cendermeyan a Sêrtê de hat meşandin derket holê ku Berfîn hatiye qetilkirin.
 
31 jin hatin qetilkirin
 
Li gorî çeteleya meha mijdarê 31 jin hatine qetilkirin 13 jin biguman jiyana xwe ji dest dane. Gumanbarek polîsê berê bû. Jin dîsa ji aliyê kesên nêzî xwe ve hatin qetilkirin. 15 kes ji aliyê mêrên pêre zewicandî, 8 kes ji aliyê hevalên xwe ve, 3 kes ji aliyê xizm, yek ji aliyê mêrê dest jê berdabû, yek ji aliyê mêrê ku nas dikir ve hat qetikirin. Gumanbarê du jinan nehat tespîtkirin, yekê di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest da.
 
Li gorî bajaran dane
 
Li gorî bajaran jinên hatine qetilkirin: Li Stenbolê 6, li Îzmîrê 3, li Hatayê 2, li Antalyayê 2, li Manîsayê 2, li Denîzliyê 2, li Amedê yek, li Bursayê yek, li Qeyseriyê yek, li Enqereyê yek, li Muglayê yek, li Uşakê yek, li Dîlokê yek, li Konyayê yek, li Semsûrê yek, li Erziromê yek, li Êlihê yek, li Edeneyê yek, li Kocaeliyê yek li Boluyê yek.
 
Dîsa di meha mijdarê de herî kêm 5 zarok hatin qetilkirin, 4 heb biguman jiyana xwe ji dest dan.