Çeteleya meha cotmehê: 36 jin hatin qetilkirin, 21 bi guman mirin

  • 09:02 7 Mijdar 2022
  • Çeteleya Tundîyê
 
Derya Ceylan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteleya şîdetê ya ajansa me berhev kiriye, di meha cotmehê de herî kêm 36 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin, 5 jin bi hewldana qetilkirinê re hatine rû hev. 21 jin û 7 zarok bi guman jiyana xwe ji dest dane.
 
Di encama polîtîkayên desthilatdariyê de şîdeta dewleta mêr roj bi roj zêde  dibe û bi vê re sûcên li hember jin û zarokan zêde dibin. Daraza li gorî pergala serdest a mêr biryara digire jî cezayên wek xelat dide gumanbaran û ev jî raste rast şîdet, tacîz, destdirêjî, qetikirina jin û zarokan girantir dike. Li aliyê din di 10 mehên ewil ên salê de 299 jin hatin qetilkirin.
 
Li aliyê din li navçeya Bismil a Amedê du sal berê malbata Yasemîn Demîr a 34 salî, îlana windabûnê dabûn. Cenazeyê Yasemîn Demîr di 20’ê îlonê de hat dîtin. Biryara veşariyê anîn ser dosyayê û derket holê ku Yasemîn hatiye qetilkirin.
 
Bûyerek din a wek vê jî 18 sal berê li  Fatîh a Stenbolê hat jiyîn. Derket holê ku gumanbarê, mamosteya Muzîkê Arzu Nîhal Çelîk, mêrê bi navê Erkan C ye. Gumanbar îda kir ku ji ber teşwîqkirina hevjînê Arzu, Şerafettîn Ç qetilkirin pêk aniye.
 
Berxwedana jinan didome
 
Li Tehran a Îranê di 14’ê îlonê de jina bi navê Jîna Emînî ji aliyê polîsên ahlaqê ve bi îşkenceya giran hat birîndarkirin û di 16’ê îlonê de jiyana xwe ji dest da. Li dijî vê di serî de li Rojhilat, Îran, Rojhilata Navîn û seranserê cîhanê jin ketin nava berxwedanê. Ev du meh in berxwedana jinan didome.
 
Herî kêm 36 jin hatin qetilkirin
 
Di meha cotmehê de 36 jin hatin qetilkirin û 6 jin jî bi hewldana qetilkirinê re hatin rû hev. Di meha cotmehê de 21 jin, 7 zarok bi guman jiyana xwe ji dest dan. 21 jin ji aliyê mêrê pê re zewicandî ve, 4 jin ji aliyê mêrên nas nakin, 5 jin ji aliyê mêrên xizmên wan e, 5 jin ji aliyê mêrên ku nas dikirin ve hatin qetikirin. 20 jin bi çekê, 6 bi alavên birînê, 8  jî bi îşkence û rêbazên din hatin qetilkirin. Jinek jî hem bi çek hem jî bi alava birînê hat qetilkirin.
 
Li gorî bajaran
 
Li Stenbolê 7, li Enqereyê 8, li Xarpêtê 3, li Aydinê yek, li Denîzliyê yek, li Muglayê yek, li Edeneyê yek, li Îzmîrê yek, li Erziromê yek, li Ispartayê yek, li Mêrdînê yek, li Kocaeliyê yek, li Sêwasê yek, li Kirklarelî yek, li Antalyayê yek, li Kayseriyê yek, li Yozgatê yek, li Rihayê yek, li Çanakkaleyê jî jinek hat qetilkirin.
 
Biryara dûrxistinê
 
Ji jinên hatine qetilkirin 4'an der barê mêrên pê re zewicandî de biryara dûrxistinê girtibûn. Li navçeya Bornova ya Îzmîrê Hulya Şellavci Yegîn der barê Kaffar Yegîn ê ku mehek bû hewl dida dest jê berde de çar caran serlêdana sûc kiribû û biryara dûrxistinê girtibû.