30 jin hatin qetilkirin, 18 mirinên biguman

  • 09:07 5 Îlon 2022
  • Çeteleya Tundîyê
Habîbe Eren
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî danemeyên me ji çapemeniyê kom kirine di meha tebaxê de 30 jin hatine qetilkirin û 18 heban jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Her wiha 6 zarok hatine qetilkirin û 3'ayan jî biguman jiyana xwe ji dest dane.
 
Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu îdia kir ku kuştinên jinan her diçe kêm dibin û got; ‘ ji 30’ê Tebaxa sala borî heta niha kuştinên jinan 194 bû û îsal jî 181 e. yanî li gorî heman demê ya sala borî ji sedî 7 kêm bûnek heye.’  Lê hema hema mehekê herî kêm 30 jin tên qetilkirin. Li gorî çeteleya şîdetê di 2021’ê de 311 jin hatine qetilkirin. Di 8 mehen ewil yên 2022’an de jî 236 jin hatine qetilkirin.
 
Vê mehê dîsa di encama polîtîkayên şerê taybet de li Kurdistanê sûcên li hember jinan derketin asta jor. Sûcên êîşa zayendî, şîdet, tecawizê yên li herêmê zêde bûn. Jina bi navê Fîrdev Babat ya 17 salî ji aliyê cerdevan Ahmet Babat ve hat qetilkirin û piştre jî ew avêt çemê Hezîl. Birayê wî jî ji sûcê tecawizê hat girtin.
 
35 caran gilî kir
 
Li Bahçelîevler ya Stenbolê Beyza Dogan a 15 salî ji aliyê Selîm Tekîn ku tevî biryara parastnê hebû  ket malê û qetil kir. Derket holê ku gumanbar çend caran Beyza revandiye û der barê wî de 35 gilîkirin hebûne.
 
Gumanbar bi rehetî direvin
 
Yek ji nokteyên din yên balê dikşîne ev e ku gumanbar bi rhetî ji Tirkiyeyê derdikevin û li welatan bi salan xwe vedişêrin. Gumanbar Can Emrah S. li Aksarayê şîdet li jina ku pê re zewicandî bû kir û zarokek jî îstîsmar kiribû li Gurcîstanê hat girtin.  Li Dîlokê di 2012’an de gumanbar Abdullah û Mehmet Fatîh Aslan  jê du jin 3 kes qetilkiribûn 10 sal şûnde piştî ketin Tirkiyeyê hatin girtin. li Îzmîrê mêrê gumanbar yê di 2016’an de tecawizê Sîbel Çelîk kir û qetil kir, reviyabû Almanyayê. Ji aliyê Almanyayê ve bi hinceta ewlehiya canê wî tune ye nehat radestkirin lê bi hinceta tevli sûcê edlî bûye 6 sal şûnd radestê Tirkiyeyê hat kirin. Gumanbar hat girtin.
 
Parastina cewherî
 
Li navçeya Mudurnu jina bi navê S.A, li dijî mêrê bi navê A.A yê êrîşa zayendî pêk anîbû parastina cewherî pêk anî û gumanbar birîndar kir. Gumanbar piştî dermankirinê hat binçavkirin.
 
Di meha Tebaxê de 31 jin hatin qetilkirin
 
Di meha Tebaxê de 30 jin hatine qetilkirin û 18 heban jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Her wiha 6 zarok hatine qetilkirin û 3 jî biguman jiyana xwe ji dest dane.
 
Jin dîsa ji aliyê kesên nêzî xwe ve hatin qetilkirin. 12 ji aliyê mêrên pê re zewicandî, 2 jin ji aliyê mêrên dest jê berdabûn, 3 jin ji aliyê mêrên pê re di asta destberdanê de bûn, 3 jin ji aliyê cîranên xwe ve, 2 jin ji aliyê kurê xwe ve, jinek ji aliyê xizmê xwe ve, jinek ji aliyê mêrê pê re dijiya, jinek ji aliyê hezkiriyê xwe ve hat qetilkirin. Gumanbarê 5 jinan jî nehatin tespîtkirin.
 
Li gorî bajaran dane
 
Bajarê herî zêde jin lê hatine qetilkirin vê mehê Îzmîr bû. Li Îzmîrê 5 li Konyayê 3 li Stenbolê 2, li Edenê 2, li Aydinê 2, li Çanakaleyê 2, li Sînopê 1, li Dîlokê jinek, li Tekîrdagê yek, li Balikesîrê yek, li Artvînê yek, li Zonguldakê yek, li Mereşê yek, li Antalyayê yek, li Afyonkarahîsarê yek, li Kîlîsê yek, li Şirnexê du yek, li Enqereyê yek, li Yozgatê jî jinek hat qetilkirin.