Çeteleya şîdetê ya meha tîrmehê: 31 jin hatin qetilkirin

  • 09:08 5 Tebax 2022
  • Çeteleya Tundîyê
Nişmiye Guler
 
STENBOL - Li gorî daneyên me ji ser çapemeniyê û çapemeniya civakî kom kirine di meha tîrmehê de 31 jin û 4 zarok ji aliyê mêran ve hatine qetikirin û 12 jin û 5 zarok jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
 
Di meha tîrmehê de jî şîdeta mêran berdewam kir û 31 jin hatin qetilkirin û 12 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Di meha Hezîranê de jî 31 jin hatibûn qetilkirin. 
 
Di çeteleya me de ji meha tîrmehê şûnde em şîdeta dewletê bi sernavên cuda digirin dest.
 
Ji Dadgeha Bilind biryara der barê Peymana Stenbolê de
 
Serokomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan di 20’ê Adara 2021’ê de Peymana Stenbolê fesh kir û piştî vê bi dehan rêxistinên jinan û civaka sivîl û baroyan ji bo rawestîna biryarê serî li Şûraya Dewletê dan. Serlêdan di 28’ê Nîsan û 7-14 û 23’ê Hezîranê de bi rûniştinê hat dîtin. Piştî Dozan 10’emîn Daîreya Şûraya Dewletê di 19’ê Tîrmehê de 38 rûpel weşand û got ‘biryara serokomar nikare bê darizandin’ û biryara vekişîna Peymana Stenbolê erê kir. Li ser vê jin li her çar alî Tirkiyeyê daketin kolanan û peyama xwedîderketina li Peymanê dan.
 
Destnedana Salîha Aydenîz hat rakirin
 
Komîsyona Têkel ku ji hêla Komîsyona Edaletê û Makeqanûnê ve hatiye avakirin, têkildarî 5 fezlekeyên derheqê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Parlamentera Amedê Saliha Aydenîz civiya û biryar da ku parêzbendiya Salîhayê were rakirin. Partiya Gel a Komarê (CHP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) şerh danîn ser rapora ji hêla komîsyonê ve hatiye amadekirin û bi vî awayî pêşkeşî Lijneya Giştî ya Meclisê hate kirin. Li gorî Rêznameya Navxweyî ya Meclisê, ji bo civîna Meclisê çi mijar weke sedem hatibe nîşandan, di civînê de ew mijar tê nîqaşkirin û Meclîs piştre tê girtin. Heke koma AKP-MHP’ê ji bo roja din daxwaza xebatê bike, wê demê dê pêkan be ku ji bo nîqaşkirina rakirina parêzbendiya Salîhayê hevdîtin were kirin.  AKP, MHP û HDP’ê da zanîn ku dê beşdarî hevdîtinan nebin û partiyên din ên li Meclisê jî ragihandibûn ku dê tev li Lijneya Giştî ya Meclisê bibin. CHP’ê beriya banga civîna awarte bike, bi HDP’ê re neşêwirî bû û HDP’ê jî ev yek weke “Bêihtiramiya siyasî” nirxand û biryar da ku tev li hevdîtinan nebe. 
 
31 jin hatin qetilkirin
 
Di meha tîrmehê de 31 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin û dîsa jin ji mêrên nêzî wan ve hatin qetilkirin. Li gorî vê jî 8 jin ji aliyê mêrên pê re zewicandî 7 heb ji aliyê mêrên pê re di asta destberndanê de bûn 4 jin ji aliyê mêrên nas dikirin ve, 3 heb ji aliyê mêrên dest jê veqetiyabûn 2 heb ji aliyê mêrên dest jê berdabûn du heb ji aliyê birayên xwe ve, yek ji aliyê xizmê xwe ve yek ji aliyê kurê xwe ve û yek jî ji aliyê cîranê xwe ve hat qetilkirin. Jinek jî nehat tespîtkirin ji aliyê kê ve hatiye qetilkirin. Her wiha 12 jinî jî bi guman jiyana xwe ji dest dan. 
 
Stenbol di rêza yekem de ye
 
Li Stenbolê 8, li Îzmîrê 3, li Muglayê 2, li Denîzliyê 2, li Konyayê 2, li Yozgatê 1, li Mersînê 1, li Balikesîrê 1, li Muşê 1 li Eskîşehîrê 1, li Kirşehîrê 1, li Amedê 1, li Erzîncanê 1 li Amasyayê 1, li Enqereyê 1, li Afyonkarahîsarê 1, li Bursayê 1, li Ispartayê 1 hat qetilkirin.  Her wiha di vê mehê de 4 zarok hatin qetilkirin û 5 zarok jî guman jiyana xwe ji dest dan. 8 zarok jî rastî îstîsmara zayendî hatin.