Di Meha Kanûnê de 27 jin hatin qetilkirin 2024-01-07 09:04:36   Yeşîm Oruç   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Kanûnê 27 jin û 2 zarok hatin qetilkirin, 15 jin û 4 zarokan jî bi guman jiyana xwe ji dest dan.    Li Kurdistan û Tirkiyeyê daneyên der barê tundiya li hemberî jinan û qetilkirina jinan rastiyê nîşan nade hejmar hêj bêtir zêde ye. Qetilkirina jinan û tundiya li hemberî jinan bi polîtîka û gotinên îktîdarê ve girêdayî ye. Polîtîkayên bêcezahiştinê jî rê li ber qetilkirin û tundiyê vedikin.   Dengê jinên herêma erdhejê nayê bihistin    Ligel şert û mercên xirab ên li herêma erdehejê piştevaniya di navbera jinan de mezin bû, ligel vê jî bûn hedefa desthilatdarî û mêran. Bi taybetî di meha Adarê de tundiya li hemberî jinan zêde bû. Ji ber kêmasiya mekanîzmayan jinan nekarin gilî bikin û dengê xwe bilind bikin. Her wiha li herêma erdhejê zarok jî para xwe ji tundiyê digirin û bi her awayî bêparastin hatin hatine hiştin.   Li gorî daneyên ajansa me ya meha Kanûnê, 27 jin û 2 zarok hatine qetilkirin, 15 jin û 4 zarokan bi guman jiyana xwe ji dest dane.   Jin herî zêde li Enqere û Îzmîrê hatine qetilkirin   Li Enqere5, li Îzmîrê 4, li Afyonê  3, li Mersînê 2, li Mêrdînê 1, li Kocaeliyê 1, li Bursayê 1, li Amedê 1, li Konyayê 1, li Tekîrdagê 1, li Edîrneyê 1, li Manîsayê 1, li Bayburtê 1, li Zonguldakê 1, li Wanê 1, li Osmaniyê 1, li Aydinê 1 jinek hat qetilkirin.