KCDP: Di meha tebaxê de 31 jin hatin qetilkirin 2021-09-04 10:48:43     ENQERE - Li gorî rapora Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin a tebaxê 31 jin hatin qetilkirin, 21 jinan jî bi awayê bi guman jiyana xwe ji dest dane.   Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) rapora xwe ya derbarê rêjeya qetilkirina jinan a meha tebaxê de aşkera kir. Li gorî raporê di meha tebaxê de 31 jin hatine qetilkirin û 21 jinan jî bi awayê bi guman jiyana xwe ji dest dane.   Di raporê de ev danê hatin dayîn: "6 jin ji hêla mêrê ku pêre hatibû zewicandin ve hat qetilkirin. 5 jin ji hêla xizmên xwe ve hat qetilkirin. 4 jin ji hêla heskiriyên xwe yên berê ve hat qetilkirin. 4 jin ji hêla bavê xwe ve hat kuştin. 3 jin ji hêla naskiriyên xwe ve, 3 jin ji hêla kurê xwe ve hatin qetilkirin.   Herî zêde jin ji hêla naskiriyên xwe ve tên qetilkirin û an jî bi şîdetê re rûbirû dimînin. Kesên ku hêzê didin kujeran jî diyar in. Polîtîkayên ku tên afirandin hêzê dide kujer û êrişkaran. Rayedar gelo ji bo tedbîr girtinê li benda çî ne? Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin û li hemberî kuştina jinan bêdeng nabin."