Di tûra 2'yemîn de rola diyarker a çapemeniyê ye

  • 09:04 21 Gulan 2023
  • Medya Kritîk
 
Leyla Ayaz
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Tûra duyemîn ji bo jin, ciwan, gel, bawermend û civakan xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Dîsa hêla ku tesîrê li encamên hilbijartinê bike çapemeniya azad, muxalîf û alîgir e. Ji bo çapemeniyê niha mesaiyeke dirêj dest pê dike. 
 
Encamên hilbijartina 14’ê Gulanê, hem ji hêla muxalîf û hem jî ji hêla îktîdarê ve tên nîqaşkirin. Diyare ku ev nîqaş dê demek dirêj jî bidomîn. Di encamên hilbijartinê de tabloyek derket holê û ev tablo jî dê pêşeroja Tirkiyeyê diyar bike. Encamên 14'ê Gulanê û ya 28’ê Gulanê dê bandorê li gel, civak, bawermend, ciwan, xwendekar, azadîxwez, muxalîf, welatparêz û bi taybetî jî li jinan bike.
 
Xebatên hilbijartinê yên ku di şert û mercên newekhev de pêk hatin tesîra xwe li sindoqan jî kirin. Îktîdar wekî her hilbijartinê carek din berpirsiyartiya herî mezin a dîrokî da ser milê Ajansa Anadoluyê. Kanalên televîzyonê yên ku bi heman armancê hatibûn wezîfedarkirin ji serê ewilî heta dawiyê jî bi heman rêjeyê ragihandin kirin. Lê belê helwest û xwedîderketina li sindoqan tura duyem derxist holê. Lê îktîdarê, beyî serdestiya xwe winda bike û ji bo meşrûderxistina hilbijartinê plana xwe ya duyem xist devrê. Hem "serkeftina" xwe îlan kir û hem jî tura duyemîn. 
 
Ji bo hilbijêran demildest operasyona têgihiştinê da destpêkirin û medyaya xwe xist dewrê. Rojnameyên alîgir serê sibê ango 16'ê Gulanê bi manşetên “Tîfaqa Cumhur bi ser ket” derketin pêşberî welatiyan. Kanalên nûçeyan ên televîzyonan jî bi heman ferasetê dest bi weşanê kirin. Her wiha encamên hilbijartinê di çapemeniya cîhanê de jî bi berfirehî cih girtin. Ajansa nûçeyan a Îngilîstanê Reuters di nûçeya xwe de got: “Ne Erdogan û ne jî Kiliçdaroglû benda ji sedî 50’î ya pêwîst derbas nekirine… Encam, li welatê ku cudakariya siyasî heyî ber bi dijhevbûnê ve dibe.” Rojnameya Le Monde ya Fransayê, bal kişand ser tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê û wiha bi lêv kir: “Tu namzet ji sedî 50 derbas nebû; di dîroka 100 salî ya welat de cara yekem tura duyem wê di 28’ê Gulanê de bê kirin.” Kovara Der Spiegel a Almanyayê wiha bal kişand ser hilbijartinê: “Ji bo îktîdarê şerê hêrsoyî.” Di nûçeya CNN Internationalê de ku geşedanên hilbijartinê bi awayekî zindî da wiha nûçeya xwe weşandin: "Dema ku rêjeyên li ser ekranên Navenda Giştî ya AKP'ê diguherin, muzîk rawestiya û moral şikest" hatin bikaranîn. Rojnameya New York Times jî di malpera xwe ya înternetê de bi sernavê "Piraniya ku ji Erdogan direvin, bi tengezariyê ber bi tûra duyemîn ve diçin." Associated Press (AP) ya Amerîkî jî wiha bal kişand ser hilbijartinê: "Her ku dengên Erdogan kêm dibin, ber bi tûra duyemîn ve diçin." Çapemeniya muxalîf a Tirkiyeyê jî yek ser bi manşetên “Serdestiya Tifaqa Cumhur hejiya” derket pêşberî welatiyan.
 
Stratejiya ku niha ji hêla tifaqan ve bo tura duyem tê amadekirin dê bandorek çawa li derûnî, fikr û ramanê hilbijêran bike ne diyar e. Lê belê encamên ku ji bo parlamenteriyê derketin holê dê teqes bandorê li civakê bike. Li gorî encamên derketin holê wê 16 partiyên siyasî li Meclîsê cih bigirin. Ji AKP 263, ji CHP 130, ji Partiya Çep a Kesk 62, ji MHP 50, ji ÎYÎ Partî 44, ji DEVA 14, ji Partiya Gelecek 10, Ji Partiya Saadetê 10,  Ji partiya Yenîden Refah 5, ji HUDA-PAR’ê 4, ji TÎP’ê 4, ji DP’ê 3, ji EMEP’ê 2, ji DSP’ê 1, ji TDH’ê 1 û ji TOP’ê jî parlamenterek dê di meclîsê e cih bigirin. Ev tabloya ku derketî holê dê pêşeroja Tirkiyeyê xêz bike.
 
Ji bo me jî tişta herî mihûm jî siyaseta ku li parlamentoyê dê ji bo jinan bê meşandin e. Hejmara parlamenterên jin ên dema berê li meclîsê 100 bû, lê vê carê ev hejmar bû 121. Ji AKP’ê 50, ji MHP’ê 4, ji CHP’ê 30, ji ÎYÎ Partiyê 6, ji Partiya Kesk û Çep 30 û ji TÎP’ê jinek bû parlamenter. Li Semsûr, Aksaray, Amasya, Ardahan, Artvîn, Bayburt, Bîlecîk, Çewlîg, Bolu, Burdur, Çanakkale, Çorum, Xarpêt, Erzîngan, Gumuşhane, Îdir, Karabuk, Kirikkale, Karaman, Kiriklarelî, Kirşehir, Kîlîs, Kutahya, Nigde, Ordu, Rîze, Sînop, Tokat, Uşak, Yozgat, Zonguldak û bi tevahî 31 bajaran temsîliyeta jinan li parlamentoyê pêk nehat.
 
Ji roja dîroka hilbijartinê hat diyar kirin heta îro jin bi aktîftir li qadan pêşengtî kir û xebat dan meşandin. Ev tişt ji bo hemû tifaq û partiyan wisa bû. Jinên ku li herderê hebûn lê di temsîliyetê de kêm bûn. Di xebatên bangewaziyê de hebûn lê li ser dikê tunebûn. Li ser kaxezê nav hebûn lê pirsgirêkên wan ne li ser ziman bû. Di propagandayên ku li qadan dihat kirin de helwesta li hemberî Peymana Stenbolê neguherî, nîqaşên ji bo rakirina qanûna şîdetê ya 6284’an berdewam kir. Ji mîrasê heta dozên hevherdanê, ji nefeqeyê heta mafên bingehîn ên jinan kirin amûra propagandayê. Efûkirina êrişa zayendî ya li hemberî zarokan û zewicandina zarokan jî kirin parçeyeke hilbijartinê. Ev daxwazên şerîatê yekcar li qadan bilind bû. Medya jî vê zîhniyetê yek bi yek bi bername, rojname, malperên înternetê ji raya giştî re yek bi yek ragihand.
 
Hişmendiya ku li Duzceyê derket holê mînaka herî şênber e û niha ev hişmendî dê di meclîsê de cih bigire. Li Duzceyê wêneyê namzeta jin a bi navê Çîgdem Kulali Seçkin di mînîbusa ku ji aliyê Partiya Refahê ji bo propagandayê hat amadekirin de hat reşkirin û tenê navê wê hat nivîsandin… Ev zînniyeta ku wêneya jinê rêş kir, hêj parlamento neketiya meriyetê li qadan ji bo jinan biryaran didin jî. Wek daxuyaniya Aynûr Sulun  Endama Lijneya Îdareya Giştî ya HUDA PAR’ê û wiha dibêjê: “Divê qanûna 6284’an li gorî rêgezên navxweyî, exlaqî, edaletî bê guhertin. Bi vî rengî tundiyê kêm nake zêde dike.”
 
Jina ciwan Kubra Ergîn... Di 15'ê gulana 2023'yan de li Îstasyona Yenîkapiya Marmaraya dawî li jiyana xwe anî û li pişt xwe nameyek hişt û got: "Ez westiyam, ciwaniya min dizîn. Ez AKP'ê û alîgirên wî helal nakim… Min xwe tu carî azad hîs nekir. Çend piştevaniya malbata min hebû jî dîsa min xwe azad hîs nekir..."
 
Gotina Kubrayê, pêşbîniya sazî û rêxistinên jinan bû. Li qadan, di çalakiyan de jinan her tim ji bo pêşerojê tirs û fikarên xwe anîn ziman. Tûra duyemîn ji bo jin, ciwan, gel, bawermend û civakan xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Ji ber vê yekê jî dê 28'ê Gulanê de hilbêjêr carek din dê biçin ser sindoqan.
 
Ji bo medyaya azad, muxalîf û alîgir mesaiyek dirêj dest pê dike. Diyare ku di tûra 2'yemîn de pêşbaziya hilbijartinê dê bi rêya medyayê bê meşandin. Di tûra 2'yemîn de rola diyarker dîsa çapemeni yê.