Zimanê cihêkar ê medyaya alîgir

  • 09:04 14 Gulan 2023
  • Medya Kritîk
 
Roza Metîna 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Îktidara AKP-MHP’ê ya ku çavkaniyeke mezin a aborîyê ya vî welatî, ji bo medyaya di bin kontrola xwe de xerc dike, nûnertiya cihêkariya di nava civakê de dike. Bi zimanê zayendperest û yekperest hewl dide faşîzmê pêş bixe, êriş, tundî, zextên li ser jin û civakê jî rewa nîşan bide. Di Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de bi îşkenceyê rojnamegeran digire. Li dijî vê helwestê xebatkarên çapemeniya azad jî, serî natewînin û dibêjin, “Ew ê faşîzm têk biçe, ew ê pergala hovane têk biçe.”
 
Îktidara AKP-MHP’ê hemû çavkaniyên vî welatî ji bo berjewendiyên xwe û alîgirên xwe xerc dike. Yek ji çavkaniyên herî girîng TRT ye. TRT jî bi baceyên gel li ser piyan dimîne. Bi salan e ev îktidar propagandaya xwe ya îdeolojîk û siyasî li ser vê qenalê dike û bi vî rengî jî civakê li hemberî kesên ji wan cuda difikirin jî dike dijmin. Bi çavkaniyên ji gel xwedî dibin feraseta xwe li ser civakê ferz dike. Bi vê re êrişeke mezin li dijî mafê rewa yê civakê û rûmeta civakê çêdibe. Ev dibe sedema cihêkariya di navbera civakê de jî. 
 
Rêveber, pêşkêşvan, bi tevahî xebatkarên çapemeniya alîgir jî xizmetek mezin bi rêya medyayê ji vê cihêkariyê re dike. Pêşkêşvanên nûçeyan, bi şîroveyên xwe, nûçegîhan bi manîpulasyonên xwe, edîtor bi zimanê xwe yê zayendperest û yekperest ji îktidara heyî re xizmetê dikin. Alîgirên îktidarê her tim di qenalên di bin kontrola îktidarê de ne derdikevin. Dema Serokkomar derdikeve jî pirsên ku ew dixwaze jê tê pirsîn. Weşaneke bêalî nayê kirin. Bi vî awayî bingehê ji tundiyê re jî ava dikin û pirsgirêkan jî kûrtir dikin. Bi vê helwestê gavên ku dixwazin civakê di bin kontrol û bandora xwe de bihêlin, diavêjin. 
 
Dema ev gav tên avêtin gelek tişt ber bi lingan ve diçin. Li Tirkiyeyê her roj azadiya ramanê tê qetilkirin. Mirovên li dijî neheqiyê dengê xwe bilind dikin dibin hedef. Rûyê zarokan li ser medyaya hawiz tê teşhîrkirin û dibin alavên îktidara heyî. Zagonên navxweyî û navneteweyî tên çewisandin. Her cure binpêkirina mafan dertên holê û her roj rêza li hemberî jiyana mirovan kêm dibe. Teoriyên manîpîlasyon û komployê zêde dibin. Dijminatiya li dijî refleksên rojnamegeriyê û medyaya alternatîf berfireh dibe. Rastî tên veşartin û tundiya li ser jinê rewa tê nîşandan. Bingeha vana hemûyan jî bi rêya çapemeniya alîgir û yekperest ve tê avakirin. Loma ji bo ev bingeh baş û bê kêmasî bê avakirin, ewqas êriş li ser xebatkarên çapemeniya azad heye û bi rêya medyaya alîgir ev rojnameger dibin hedef. Loma jî têkoşîn û berxwedana ji bo parastina çapemeniya azad gelekî girîng e. 
 
Niha li gor daneyên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) 86 rojnameger li Tirkiyeyê di girtîgehan de ne. Li girtîgehan bi gelek binpêkirina mafan rû bi rû dimînin. Medyaya alîgir a berdevkiya îktidara AKP-MHP’ê dike ji bo girtin, binçavkirin û tundiya li ser rojnamegeran rewa nîşan bide zimanekî cihêkar bi kar tîne. Me ev yek di mînaka herî dawî ya binçavkirin û girtina rojnamegeran de dît. Lê belê ev medyaya hawiz qet binpêkirina mafên li girtîgehan nîşan nade. Wekî ku li girtîgehan edalet, hiqûq û daraz pir baş di meriyetê de ne nîşan dide. 
 
Dema em li pratîkê dinêrin em baş fam dikin ku rewş ne wiha ye. Em tenê mînakek herî dawî bidin. Di 29’ê Nîsanê de operasyona qirkirina siyasî ya navenda wê Enqere pêk hat. Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu û Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Sedat Yilmaz jî hatin binçavkirin. Di 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de Dîcle û Sedat hatin girtin. Heta Dîcle ji Amedê birin Enqereyê 15 saetan destê wê kelepçekirî ma. Di Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de bi îşkenceyê rojnameger hatin girtin. Lê belê medyaya hawiz ji bo vê îşkenceyê û girtinê rewa nîşan bide dîsa li ser kar bû. 
 
Medyaya hawiz ne tenê ji bo rewakirina îşkenceya li ser rojnamegeran, di heman demê de ji bo rewakirina tundiya li ser civakê jî li ser kar e. Bi feraset û cihêkariya ava dike bandorê li ser refleksên civakê jî dike. Ji ber îktidara AKP-MHP'ê di ferqîya bandora medyayê ya li ser civakê de ye loma jî ji bo îdeolojiya xwe di binhişiya civakê de bi cih bike û civakê têxe binê kontrola xwe bi rêya medyayê şerekî jî dide destpêkirin. Medya bi eslê xwe xwediyê wê hêzê ye ku darazên civakê di warê erênî de biguherîne. Lê belê îktidara heyî ji ber medyayê tenê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne loma jî aliyê erênî yê medyayê ji holê tê rakirin.
 
Dema ev aliyê erênî ji holê tê rakirin vê carê qeyrana di nava civakê de zêde dibe. Zihniyeta mêr a serdest jî hêza xwe ji vir digire. Destdirêjî, tecawiz, binpêkirina mafan zêde dibin. Mêrên jinan dikujin û tundiyê dikin gelek rêbazên li ser medyaya alîgir bi kar tînin. Bername, dîzî, nûçeyên li ser medyaya alîgir tên weşandin ji rastiyê û naverokeke xurt dûr in, kujerên jinan kesayetên ne baş ên di van bername û dizîyan de ji xwe re dikin mînak. Tevî vê yekê ne yên tecawizkar ên nûçeya tecawizê çêdikin tên darizandin.
 
Ji ber li Tirkiyeyê darizandineke adilane tune ye loma jî her tim kesên mafê jiyanê yê mirovan û rastiyê diparêzin, kesên doza parastina nasnameya xwe dikin, tên darizandin. Jinên di 25’ê Mijdarê, 8’ê Adarê de derdikevin qadan û dengê xwe li dijî tundiyê bilind dikin, têdikoşin tên darizandin. Bingeha vêya ji aliyê medyaya alîgir ve tê avakirin û ev medyaya alîgir têkoşîna jinê ya li qadan nabîne. Her wiha neheqî, lêdan û êrişa polîsan jî nabîne. Medyaya hawiz bi sernavên xwe yên mîna "Ger birîna mehrê tune be dawî goristan e","Cinayeta eşqa qedexe","6284 bav ji malbatê diqetîne" ,"Zilma 6284'an jiyana wan tarî kir" her tim bingeha êriş, tundî, destdirêjî û tecawizê ava kiriye.
 
Li dijî vî zimanê yekperest û zayendperest têkoşîna çapemeniya azad jî her tim dewam kiriye. Li dijî dîmenên serîtewandinê û yek rêzê yên ji aliyê rayedarên dewletê ve li ser medyaya hawiz hatin belavkirin, peyama “Em dev ji pênûsa xwe bernadin”,”Ew ê faşîzm têk biçe”,”Ew ê dawî li vê pergala hovane bê”, “Em ê pênûsa hevalên xwe li erdê nehêlin” hat dayin.  Her wiha li dijî zext, zordestî, binpêkirina mafan, îşkence, girtin û binçavkirinan çapemeniya azad xwe dispêre mîrateya kevneşopiya xwe. Xwedîderketina li vê mîrateyê peywireke bi rûmet e. Heta ku faşîzm têk biçe û ev pergala hovane bi dawî bibe ew ê ev peywir jî bidome.