Sansûr e yan azadiya çapemeniyê ye?

  • 09:03 7 Gulan 2023
  • Medya Kritîk
 
Gulşen Koçuk
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo pratîka 20 salan a desthilatdariyê bê fêmkirin em dikarin tenê li pêkanînên li hember rojnamegeran binerin. Di van şertên ku 88 rojnameger girtîne de hilbijartin tên kirin û di van hilbijartinan de rojnameger jî wek her welatiyekî ya bêjin sansûr an jî azadiya çapemeniyê…
 
Civaka Kurdistan û Tirkiyeyê ku 20 salên daweî bi siyaseta kaosê ya AKP’ê derbas kir, niha xwe ji bo 14’ê Gulanê amade dikin. Nîqaşên ‘gelo wê desthilatdarî biçe an na’ tên kirin û fikarên ‘lê dîsa qezenc bikin’ jî hene. Desthilatdarî bi destê darazê di van rojên dawî de dîsa pratîka xwe li ser kurdan nîşan dide.
 
Di hedefa desthiladariyê de her tim kurd hebûn. Siyasetmedar, hiqûqnas û rojnamegerên kurd. Di her operasyonê de teqez rojnameger jî hebûn. Em li tabloya dawî binerin, hedefa zextan de her tim çapemeniya azad hebû.
 
Tabloya 11 mehan a çapemeniya azad
 
Çapemeniya azad ku her tim hedef û çawa di salên 90’î de bû hedef îro jî aliyê AKP-MHP’ê ve dibe hedef û tê xwestin ku beden bibe. Ji bo ev bê fêmkirin em li 11 mehên dawî binerin. Di 11 mehan de 34 xebatkarên çapemeniya azad hatin girtin. 
 
Tirkiye şûnde ket
 
Rêxistina Rojnamegerên Sînor Nenas (RSF) di 3’yê Gulanê Roja Azaidya Çapemeniya Cîhanê de Endeksa Azadiya Çapemeniya Cîhanê ya 2023’yan weşand. Li gorî endekse Tirkiye nav 180 welatî de di rêza 165’an de cih girt. Ji bo nota qels a ji bo Tirkiyeyê hatiye dayîn jî zext û girtinên li hember rojnamegerên Kurd hat nişandan.
 
Zêdetir zext
 
Li gorî rapora mehane a DFG’ê  ji 1’ê gulanê şûnde li Tirkiyeyê 86 rojnameger girtîne. Daraza AKP-MHP’ê yek nû li vê zêde kir û di Roja Azadiya Çapemeniya Cvîhanê de ev kir 88.
 
Operasyona 8’ê hezîranê 
 
Di 8’ê hezîrana 2022’yan de di çarçoveya lêpirsîna serdozgeriya komarê ya Amedê daye destpêkirin de midûra ajansa me Safiye Alagaş jî tê de 22 kes hatin binçavkirin û di 16’ê hezîranê de 16 rojnameger hatin girtin. Îdianameya rojnamegeran 10 meh şûnde hat amadekirin û rûniştina yekem wê 11’ê tîrmehê de bê dîtin.
 
11 meh şûnde hat qebûlkirin
 
İdianameya Safiye Algaş jî beriya cejnê hat amadekirin û 11 meh şûnde di rojên borî de ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin. Safiye jî di 13’yemîn meha girtin axwe de 15’ê hezîranê de wê rûniştina wê ya yekemîn bê dîtin. 
 
Rojnamegerên têkoşîna edeletê dan bûn hedef
 
Di 25’ê cotmeha 2022’yan de jî di çarçoveya lêpirsîneke cuda ya serdozgeriya komarê ya Enqereyê da destpêkirin de midûra karê nivîsan a ajansa Mezopotamya Dîren Yurtsever, nûçegîhan Berîvan Altan, Ceylan Şahînlî, Denîz Nalim, Emrullah Acar, Hakan Yalçin, Selman Guzelyuz, nûçegîhanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznur Deger hatin girtin. Rûniştina 9 rojnamegeran wê di 16’ê gulanê de bê dîtin. Bi operasyona dawî niha 27 rojnameger girtîne.
 
Roja Azadiya Çapemeniyê de girtin
 
Di 25’ê nîsanê de navenda wê Amed di operaysonên qirkirina siyasî de 150 kes hatin binçavkirin û gelek rojnameger jî nav de hebûn. Ji 192 kesên hatin binçavkirin 52 hatin girtin. Nava kesên hatin girtin de nûçegîhana me Berîtan Canozer, edîtorê MA Abdurahman Gok, rojnameger Mehmetşah Oruç, Remziye Akkaya û Mîkaîl Barut hebû.
 
Di sibeha 29’ê Nîsanê de di operasyona navenda wê Enqere bû de Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu û edîtorê MA'yê Sedat Yilmaz hatin binçavkirin û di 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê de hatin girtin.
 
Bi bêdengkirina çepemeniyê hewl dide kavila xwe ya 20 salan veşêre
 
AKP di 20 salan de di alî aborî maf û azadî, civakî, aborî de kavilek mezin afirand. Ji bo vê kavila xwe veşêre jî hewl dide çapemeniyê bêdeng bike û her derfetê de êrîş dike. 
 
Li pêş rojnamegeriyê du tercîh hene
 
Di van şertên Tirkiyeyê de bêguman rojnameger wê wek wleatî di hilbijartinan de tecîha xwe bikin û bi nasnameya xwe ya rojnamegeriyê jî li ser sindoqan bin. Di vê pêvajoya ku 88 rojnameger girtîn de wê rojnameger tecîha xwe temam an jî berdewam bikin?  Rojnameger di sindoqan de ya wê ji sansûre re bêje erê yan jî bêje azadiya çapemeniyê. Destkeftiya her du tercihan jî wê deriyekî nû vebike.