Di 25’ê Mijdarê de çapemenî

  • 09:05 27 Mijdar 2022
  • Medya Kritîk
 
Derya Ceylan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çapemeniya alîgir ku qetilkirina jinan, tundî, destdirêjî û bûyerên wek vê carna bi çend hevokan carnan jî bi manşetên mezin dide, roja 25’ê Mijdarê jinên bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ li berxwe dan û tundiya polîs nedîtin.
 
Di vê dema ku jin ji bo maf û jiyana xwe li hemû qadan bi dengekî bilind gotina xwe dibêjin, zihniyeta mêr di nedîtin û nebihîstina jinan de bi israr in. Duh jî me nîşandana vê zîhniyetê carek din dît. Çapemeniya serdest a mêr di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li hember Jinê ya Navneteweyî de jinên li berxwe dan û jinên tundî lê hatibûn kirin nedît, li dijî berxwedana jinê ya bilind dibe bêdengiya xwe bi israr didomîne. Çapemeniya ku tenê jinan di nûçeyên rûpelên sêyem de dibîne, rojeke girîng a wek 25’ê Mijdarê di rûpelên sêyem de jî nedît.
 
‘Jin jiyan azadî’
 
Berxwedana jinê li her derê ye, lê gelo agahiya civakê ji vê heye? Bêguman tune ye. Em ji çapemeniyê dipirsin ‘gelo dema qetilkirin, tundî, destdirêjî bê kirin wê jin bibe nirxa nûçeyê?’. Gelo bersivek we heye? Ji ber jin bi tundiya lê tên kirin naxwazin bên zanîn, ev jin li dijî tundiyê bêdeng nînin. Jin berxwe didin. Jin jiyan azadiyê diqîrin, gelo hûn vê nabihîzin?
 
Sernavên jinê hedef digirin
 
Jin naxwazin bi nûçeyên wek ‘hovîtiya mêr’, ‘li jina ducanî hovîtî da jiyîn’, ‘cînayeta têkiliya qedex e’, ‘mehr tunebe dawiya te gor e’, ‘Jinê parve nekiriba wê mêr tundî lê nekiriba’ û her wekî din bên bibîranîn. Ji bo vê jî bi dehan carî li qadan bertekên xwe anîn ziman û jin dixwazin bi berxwedana xwe di çapemeniyê de cih bigirin.
 
Çapemeniyê nebihîst lê jin di berxwedanê de bûn
 
Çapemeniya alîgir a berxwedana jinê nabîne, di heman demê de tundiya polîs li jinan dike jî nabîne. Di 25’ê Mijdarê de li bajarên Amed, Wan, Mêrdîn û Şirnexê tevî walîtiyê biryara ‘qedexeya çalakî û bernameyan’ dabû jî jinan kolan terk nekirin û peyam dan ku heta dawî wê li dijî her cureyê tundiyê li berxwe bidin. Yek ji navnîşanên ku jin her 25’ê Mijdar û 8’ê Adarê lê tên gel hev, Tunela Taksîmê bû. Wek salên borî îsal jî ji bo Kolana Îstîklalê biryara qedexeyê hat dayîn lê dîsa bi sedan jin li wir hatin gel hev. Jinan di çalakiya ku çapemeniya alîgir qet nedît, dengê xwe li dijî tûndiyê bilind kirin.
 
Biryarên qedexeyê ji bo kê ne?
 
Li aliyê din jî li Wanê jî biryara qedexeyê hatibû girtin. Li Wanê bi pêşengiya qeyûmê tayînê şaredariya mezin bûbû meşek jinan pêk hat û li aliyê din jî bi pêşengiya TJA’yê jinan meşek pêk anî. Lê meşa jinên TJA’yê hat astengkirin û polîsan tundî li jinan kir û jin hatin binçavkirin.
 
Çapemeniya alîgir a dirû ku ev helwesta li hember jinan nedît, wek her tim dengê desthilatdariyê da bihîstin.
 
Tabloyek bi êş
 
Jinên ku nîvê serjimara cîhanê ava dikin di rojek wisa de li qadan bûn, bala çapemeniya alîgir nekişand û li gorî polîtîkayên desthilatdariyê weşangerî esas girtin. Vê jî carek din îspat kir ku tabloyek çiqas bi êş ava bûye.
 
Çapemeniya azad û muxalîf dît
 
Tenê çapemeniya azad û muxalîf dengê jinan bihîst û çalakiyên wan dîtin, tundî, qetilkirin wek pirsgirêka civakî girt dest û da bihîstin. Gelo em ê bi vê sînor bimînin. Bêguman na. Em ê her tim tundî, berxwedanê bidin nîşandan û bidin bihîstin.