Di malbata bi hêz de divê hîna çend jin bên qetilkirin?

  • 10:11 13 Mijdar 2022
  • Medya Kritîk
 
Kîbriye Evren
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Desthilatdariya ku dixwaze serî girtina jinan bike bin ewlehiya qanûnî, ji 2009’an heta niha çima der barê qetilkirina jinan de daneyan parve nake? Derdekî çapemeniya alîgir yê wiha jî tune ye. Li gorî çi li gorî kê girîngiya nûçeyê heye ger ku bê pirsîn bersiv diyar e. Lê ya baş ew e ku hun ser her tiştî bigirin.
 
Di van rojên ku siyasetmedar bi lez û bez ketine pêşbirka hilbijartinê, gotin geriya geriya dîsa hat ser sergirtina jinan. Sergirtina ku qet ne di rojeva jinan de ye lê çi balkêşe ku ji rojeva mêran dernakeve, desthilatdarî û muxalefet ji bo ser pirsgirêkan bigirin sergirtinê dikin alava hilbijartinê û dipêvajoya hilbijartinê de dixwazin ku şer gûr biki.
 
Di rojên borî de Kemal Kiliçdaroglu li ser hesabê xwe yê twîtterê vîdeoyek parve kir û  got CHP ji bo di çarçoveya qanûnî de ji bo pirsgirêka sergirtinê çareseriyê pêk bîne wê pêşnûmeqanûnê bibe meclîsê.  Li ser vê ji aliyê desthilatdariyê ve bi lez û bez mêran daxuyanî dan. Tayyîp Erdogan li Dîlokê tevli bernama ‘Di riya Tirkiyeya mezin a bi jinan’ re bû û wiha bersiv da gotinên Kemal Kiliçdaroglu: “…Malbatên bi hêz netewên bi hêz derdixînin holê. Malbatên qels netewên qesl derdixin holê. Em malbatên bi hêz ava bikin ku netewên bi hêz derkevin holê…Bi guhertina destura bingehîn re em ê pêşî li tehdîdên li hember saziya malbatê û fitrata mirovan bigirin.”
 
Agahiya we heye siyasetmedarên mêr?
 
Em bên ser mijara esas.  Li Tirkiyeyê pirsgirêkek din ya jinan tune ye, tenê ya sergirtinê heye, ew jî îhtîmalek mezin wê bi hevkariya siyasetmedaran pêk bê, bijî siyasetmedarên mêr…!
 
Mêrên siyasetmedar yên navdar ên welatê me! Di vê pêvajoya ku em ketine hewaya hilbijartinê, (rojevek jinan ciwan û gelan ya wisa tune ye) li ser turbanê şêrîn şêrîn tê axaftin, gelo we qet ji jinan pirsî ka pirsgirêkên we hene an na? Hun çi dixwazin? Ji xizaniya jinan, heta qetikirin, destdirêjî, tacîz, binpêkirina mafan, li malê çi dipije, pirsgirêka betaliyê, lîste wisa dirêj dibe diçe… Gelo agahiya we ji van heye! Em ji we siyasetmedarên mêr dipirsin, ev pirsgirêk we eleqeder nakin?
 
Bayê ‘jin jiyan azadî’
 
Em tiştek din bi bîr bixin, li Îranê ev du mehe jin, mêrên Kurd, Fars û Belucî  li dora dirûşma "Jin jiyan azadî" ji bo azadî û demorkasiyê bûne yek. Sedema van serhildanan çi ye?Jîna Emînî li Îranê ji ber porê wê hat dîtin ji aliyê rejîma molla ve hat qetilkirin. Ev serhildana li ber serê me tê jiyîn, rejîma mola serobino bûye gelo ev sergirtina jina ji we re çima bûye derd!
 
Jin ji siyasetmedarên mêr re dibêjin 'me asteng nekin em tiştekî ji we naxwazin'.
 
Hun behsa kîjan malbatê dikin?
 
Erdogan di axaftina Dîlokê de her tim li ser malbata bi hêz sekinî. Di vir de divê hema pirsek bê pirsîn. Li vî welatê ku di 10 salan de herî kêm 2 hezar û 534 jin hatine qetilkirin hun behsa kîjan malbata xurt dikin?
 
Yên behsa malbata xurt dikin gelo dizanin ku di 10 salan de hezar û 113 jin ji aliyê mêrên pê re zewicandî ve hatine qetilkirin? Agahiya we heye ku 176 jin ji aliyê mêrên dest ji wan hatiye berdan ve hatine qetilkirin? Hun behsa kîjan malbata xurt dikin? Zarokên ev travma jiyane niha li ku ne, çi dikin, çi dijîn, gelo piştgirya psîkolojîk digirin an na, gelo agahiya we ji vê heye mêrên desthilatdarî û muxalefetê.  Mêrên li pey desthilatdariyê baz  didin agahiya we ji travmayên zarok dijîn heye an na?
 
Hun çi vedişêrin?
 
Ez dipirsim. Dewleta dixwaze sergirtinê bike bin ewlehiya qanûnî ji 2009’an de ye çima daneyên der barê qetilkirina jinan de parve nakin? Kî, çi bi çi armancê rastiyan ji civakê vedişêre? Daneyên rêxistinên jinan tune bin, em qet qetilkirina jinan nabihîzin.
 
Xetere di nav malbatê de ye…
 
Em ji ser gotina ‘malbata bi hêz’ bidomînin. Di kuştinên jinan de piştî mêrên bi wan re hatin zewicandin zewicanin xizm tên. di 10 salan de 169 jin ji aliyê xizm, 111 jin ji aliyê bav û 104 jî ji aliyê birayên xwe ve hatine qetilkirin. Em dema dixwînin dinivîsin diwestin, xemgîn dibin bêzar dibin û derdikevin qadan û li ser navê jinên hatine qetilkirin xwe diafirînin. Lê mixabin naqedin. Naxwazin biqedînin. Dema ez vê dinivîsim, dema hun vê dixwînin belkî çend jinên din jî di nav ‘malbata bi hêz’ de tên qetilkirin. Li gorî daneyên nû 79 jin ji aliyê kurên xwe 64 jin ji aliyê zava, 12 jin ji aliyê xezur ve hatin qetilkirin. Ev dane tên vê wateyê: Ji her 5 jinan yek ji aliyê malbat an jî xizman xwe ve tên  qetilkirin.
 
Jina makul
 
‘Malbata bi hêz’ ya ku Tayyîp Erdogan her carê ji nû ve tîne hember me gelo bi qetilkirina jinan wê çawa bi hêz bibe? Zarok jî dizanin ku êdî îtîbara AKP’ê nemaye. Gelo dixwaze bi polîtîkayên li ser jinê îtîbarê qezenc bike? Ev qanûn tê wateya xespkirina mafên jinan. Ev qanûn tê wateya qetilkirina jinan. Ev qanûn dibe rizgarkirina mêran. Ev qanûn tê wateya mayîndekirina desthilatdariya prototîp  a di hundirê malê de. 
 
Binêrin rewş wisa ye, gelo çapemeniya alîgir çi dike?Ji xwe rojevek wan ya wisa tune ye ku xwediyên wan çi bidin ber wan wê dikin, niha di rojeva wan de sergirtin heye û bi vê dixwazin ser her tiştî bigirin.