Şopdarên heqîqetê li ser kar in!

  • 09:05 6 Mijdar 2022
  • Medya Kritîk
 
Leyla Ayaz  
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rastiya ku li holê her tim ji hêla medyaya alîgir ve tê nepixandin, ji hêla medyaya muxalîf ve tê helandin, dîsa ragihandin dimîne li ser milê Çapemeniya Azad a Kurd. Rojnameger Habîbe, Oznur, Derya, Dîren, Berîvan, Ceylan û Prof. Dr. Şebnem ên hatin girtin bûn şopdarên heqîqetê. 
 
Geşedanên siyasî û pêşketînên rojane, tevahiya civakê dorpêç kirine û bandorê li jiyana me ya rojane dikin. Her çend em li ser heman erdnegariyê bijîn, ji heman avê vexwin û heman hewayê tenefus jî rojeva me li gor ragihandina medyaya alîgir, muxalîf û çapemeniya azad a kurd diyar dibe û sekna gelan diyar dike. Tişta ku li ber çavan pêk tê, aşkera dibe û li ser zimanê her kesî digere, li gor helwesta çapemeniyê dibe xwedî refleksek. Rastiya ku ji hêla medyaya alîgir ve tê nepixandin, ji hêla medyaya muxalîf ve jî bi taybetî jî dema mijar dibe kurd tê helandin. Ragihandina rastiyê jî dimîne li ser milê Çapemeniya Azad a Kurd. 
 
Gelo vê heftê di rojeva medyaya alîgir de kijan mijar derketin pêş? Em naverokên hinek nûçeyan bînîn ser ziman. Ji xwe naverok, gotin û rêzkirina nûçeyan ji heman qalibê tên servîskirin. Serê ewilî nûce bi ragihandina qezayên trafîkê yên bajarên cuda dest pê dike û ne yek car, sêçar caran tên nîşandan. Ji ber ku divê dem bê tijêkirin. Dûre şerê di nava kolan, kargeh û malan de dubare dubare tê pêşkeşkirin. Lê sedem û encam gelek caran nayê gotin, tenê asta şîdetê tê nîşandan û rêbazên xwexilaskirina ji şêr tên pêşkeşkirin. Îcar dor hat nûçeyên aboriyê û ji bilî agahiyên têkildarê îsrafê ya ji bo welatiyên xizan, bal dikişînin ser xwarina saxlem jî. Gelo bê reklam nûçe tên ragihandin? Li vir jî nasandina erebeyên navxweyî yên Tirkiyeyê (TOGG), ji hêla rojnameger Fulya Ozturk ve wek nûçe tê ragihandin. Dem demî lê bi taybetî jî di demsala zivistanê de nûçeya mizgîniya dîtina gaza xwezayî ya li Behra Reş jî dibe nûçeya sereke.   
 
Di nava wan rojevan de elbet jin jî nayên jibîrkirin. Aktorên sereke yên wekî dişibîn Huseyîn Çevîk dest bi wezîfeya xwe dikin û rol û misyona jinê ya ku “Divê îteatê bike û zarokan bîne” di ekranên televîzyonê de derketin pêşberî me. Ligel wan nûçeyan bernameyên Muge Anli, Esra Erol, Dîdem Arslan Yilmaz, Aslı Hunel û hwd jî di nava rojê de wekî her tim ketin devrê û peyamên "jinên maqûl" dan civakê. Fîlm û rêzefîlm jî li benda dora xwe sekînin û saet 21.00’an de di ekranên televîzyonê de cihê xwe girtin. Êdî dora raketin û xewa kûr e... Me hefteya xwe bi wan nûçe, agahî û bernameyan qedand.
 
Gelo kanê rojevên din ên vî welatî? En wekî; Di nava vê heftê de Meclisa Tenduristiya Karker û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) rapora xwe aşkera kir û diyar kir ku di 10 mehên dawiyê de hezar û 521 karker jiyana xwe ji dest dane. Jixwe di 14’ê cotmehê de jî li Amasraya Bartinê jî li kaneke madenê teqînek pêk hatibû û di encamê de 41 karkeran jiyana xwe ji dest dabûn û êdî kes dengê wan malbatan nabhise. Her wiha di nav 10 mehên dawiyê de 275 jinên ku "îteat" nekirin ji hêla mêran ve hatin qetilkirin. Ev hejmar jî di rapora Platforma Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigirin (KCDP) de cih girt. 
 
Mijara girtiyên nexweş û binpêkirina mafên girtiyan jî bi çalakiyên "Nobeta Edaletê" yên li Stenbol, Amed, Îzmîr û Wanê bû rojeva welatiyan. Çalakiya Emîne Şenyaşar a ku 608 roj in ligel zextan berdewam dike jî bû rojeva raya giştî. Her wiha tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û bandora tecrîtê ya li ser tevahiya girtîgeh û civakê jî bû mijara sereke ya navneteweyî. Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci jî ji ber nirxandinên xwe yên zanîstî yên derbarê îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî de di 27’ê cotmehê de hat girtin. Girtina wê di raya giştî de deng da û daxuyaniyên piştevaniya hatin dayîn. Saziyên sivîl û partiyên siyasî jî îro li Slopî û Stenbolê bi dirûşma “Li dijî çêkên kîmyewî meşa mirovahiyê” çalakiyê li dar dixin, ev mijareke sereke ya vê heftê ya kurdistaniyan bû. Digel vê endama Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) parêzer Aryen Tûran jî li Lijneya Giştî ya Awarte ya Baroya Îzmîrê de ji ber axaftina xwe ya derbarê hewcedariya lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî, serbet berdana girtiyên nexweş û berzkirina dirûşma “Jin jiyan azadî” hedef hat nîşandan û piştî ku hat binçavkirin li dadgeriyê bi şerta kontrola edlî hat berdan. Binçavkirina Aryenê jî di nava hiqûqnasan de bû rojeva yekem. 
 
Rojnamegerên ku bi dirûşma “Jin bi pênûsa xwe li pêy heqiqetê ne” û “Rastî di tariyê de namîne” bi rê ketin û rastiya ku hatî veşartin û hatî berovajîkirin raxistin li ber civakê. Ev dirûşmeyên ku mirateya bi dehan salan e û bi keda hezar kesî heta wan rojan hatiye bû dengê jin, ciwan, zarok, çand, huner, ziman, dîrok, xweza û hwd. Ev kesên ku bûn dengê wan bûn hedef jî. Beriya “qanûna pêşîgirtina dezenformasyonê” bi gotina me “qanûna sansûrê” jî Çapemeniya Azad a Kurd bi zextan re rûbirû dima, lê niha ev tişt bi qanûna nû hat fermîkirin. Ev qanûn li hember Ajansa me JINNEWS û Ajansa Mezopotamyayê (MA) hat pratîzekirin. 
 
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) ya ku di demên dawiyê de hedef hat nîşandan, di rapora xwe de da zanîn ku bi tevahî 87 rojnameger girtî ne, di meha cotmehê de jî 14 rojnamevan bi muameleya xerab re rûbirû mane û 10 rojnamevanan jî hatine girtin. Niha 26 rojnamegerên Çapemeniya Azad a Kurd girtîne û her wiha di 4’ê cotmehê de jî li Silêmaniyeyê Endama Navenda Lêkolînê ya Jîneolojiyê, rojnameger û akademîsyen Nagihan Akarsel hat kuştin. 
 
Di nava wan girtiyan de rojnameger Habîbe Eren, Oznur Deger, Derya Ren, Dîren Yurtsever, Berîvan Altan, Ceylan Şahînlî, Selman Guzelyuz, Denîz Nazlim, Emrullah Acar, Hakan Yalçin bi hinceta nûçeyên ku çêkirine di 29’ê cotmehê de hatin girtin. Me hefteya xwe bi wan agahiyan qedand...
 
Rojnamegerên jin ên girtî ji Girtîgeha Sîncanê ji raya giştî re peyam şandin. Habîbe di pêyama xwe de wiha dibêje “Ev girtin ne yekem e û ew ê nebe ya dawî jî. Em ê wekî jin nivîsandina heqîqetê bidomînin.” Bêrîvan jî wiha got “Wan 9 hevalên me yên rojnameger girtin lê belê em ê bi dehan hevalên xwe yên nû re kevneşopiya çapemeniya azad bidomînin." Oznûr jî ji girtîgehê wiha bang kir “Çar dîwar nikaribe pênûsên me ji destên me bigire.” Ceylan jî wiha bang li rojnamegeran kir “Mekana ku em niha lê ne nikare karê me yê rojnamegeriyê asteng bike.” Peyama Dîrenê jî “Em serî natewînin û em di rojnamegeriya heqîqetê de israr dikin.”
 
Ligel peyama rojnamegeran Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci jî Girtîgeha Sîncanê peyam şand û got “Dema ku min algorîtma der barê serlêdana me ya nirxandina zanistî de jî di nav de agahiyên berfireh amade dikir, mixabin bêyî ku ez biqedînim hatim girtin. Ji bo temamkirina vî karê zanistî min ji hempîşeyên xwe rêbazên heyî yên NY’yê û çavkaniyên zanistî xwest. Çawa ku hatin, ez ê vî karî temam bikim û bi we re parve bikim. Hêvîdarim ku algorîtmayeke bi vî rengî ku rê û rêbazên şopandina rastiyê ronî bike, wê tevkariyê li kesên me yên di oxira lêgerîna heqîqetê de tên krîmînalîzekirin, bike. Şopandina min bidomînin.”
 
Parêzer û endama OHD’ê Aryen Turan jî piştî ku serbest hat berdan ji raya giştî re wiha bang kir: “Ev helwesta îktira ya bêdenghiştina her kesî ye. Dixwazin tirsê biafirînin. Loma divê mirov li her derê hiqûq û edaletê biparêze.”
 
Ev peyamên ku hatin dayîn hêzê da kesên ku li pêy heqiqetê ketine. Dema dema piştevaniyê ye û li ser vê yekê jî Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û DFG bi dirûşma "Nûçeyekê jî tu bişîne" dest bi kampanyaya piştevaniya bi JINNWES û Ajansa Mezopotamyayê kirin.  Nivîskar, rojnameger, rewşenbîr bi nivîs, roportaj û nûçeyên xwe dikarin piştgiriyê bidin vê kampanyayê.
 
haberjin21@gmail.com  
 
mezopotamyamerkez@gmail.com
 
Em hatin dawiya nivîsa xwe, li rojhilatê Kurdistanê û Îranê çawa dirûşma “Jin, jiyan azadî' bû sembola raperînê û belavî tevahiya cîhanê bû, dê rojnamegerên jin jî bi dirûşma “Jin bi pênûsa xwe li pêy heqiqetê ne” dê nivîsandina heqîqetê û raperîna "Jin jiyan azadî" bidomînin. Şopdarên heqîqetê dê her li ser kar bin...