Eman bila ‘avabûna serdest ya pîroz’ xera nebe!

  • 09:04 18 Îlon 2022
  • Medya Kritîk
 
Derya Ceylan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Gelo kes tunebûna mîvanên jin yên bernameyên niqaşên yên TV’yan dipirse?  Belê di alî nûneriya jinan de ev jî pirsgirêke. Lê jin wê bi têkoşînê vê çareser bike.
 
Di çapemeniyê de nûneriya jinan ne tenê li Tirkiyeyê li hemû cîhanê pirsgirêke. Mafê gotinê yê jinê tê sînorkirin, çapemeniya tenê di alî dîtbarî de sinor dimîne, ji qadên rêveberiyê bigirin heta mekanîzmayên biryarê jin li plana dawî dimînin û tevî bi mêran re heman karî dikin mûçeyê wekhev nagirin.
 
‘Jinên pispor tune ne’
 
Pirsgirêkên jinan yên di çapemeniyê de dijîn bi vê sînor nîne. Bi taybet di bernameyên nîqaşên yên TV’yan de  jin dîsa ji nedîtîve tên. Demekê ji bo rexneyan digotin ‘jinên pispor tunene’ û li ser vê xwe diparastin. Zîhniyeta mêr ya xwe wisa diparast jin davêtin plana dawî û bi vê rêbazê civak manîpule dikir.
 
Wek ‘obje’ dibînin
 
Jinên ku îro nîvê civakê ava dikin di qadên siyaset, aborî, spor, hiqûq û zanistê de îmzeyê davêjin xebatên girîng. Lê di bernameyên nîqaşê ku jin wek obje tên dîtin de, gazî mîvanên jin nakin. Bi vî awayî jî pêşî li nûneriya jinan tê girtin.
 
Di hinek bernameyan de kêm be jî mîvanên jin hene. Bêguman li pişt perdeya wê jî dibêjin ‘em çi bikin ku kêm biaxivin’ planan dikin û dengê jinan tê qûtkirin. Rêbaza wê jî heye; dema jin diaxivin mafê gotinê didin kesekî din an jî dikevin reklamê an jî dibêjin bername qediya.
 
Çareserî tune
 
Hebûna jinan ya ku her tim bûye mijara gotinê û nehatiye çareserkirin, tenê ji spîkerî an jî pêşkêşvaniyê wêdetir neçûye.
 
Gelo fêdeya wê ji kê re heye?
 
Gelo di bernameyên nîqaşê de nebûna nûneriya jinê fêdeya wê ji kê re ye gelo? Ev jî mijareke din ya divê bê lêpirsînkirinê ye. Bêguman rola desthilatdariyê di vê mijarê de girîng e. Ji ber vê jî mêrên nêzî desthilatdariyê di bernameyan de dibin mîvan.
 
Li gorî desthilatdariyê polîtîka weşanê
 
Her wiha mijarên rojane û siyasî dîsa li gorî demên desthilatdariyê bi teşe dibin. Bernameyen nîqaşê yên kanalên nûçeyan her şev dibin mîvanên mala me. Her şev saet di 21.00’ê de li CNN TURK, HABERTURK, HABER GLOBAL, NTV û gelek kanalên din de carna cuda carna jî li ser heman mijaran bername tên pêşberî me. Sê an jî çar mêr mîvan û yek jî moderator. Kêm be jî carna jinek dertê. Gelo bi van bernameyan dixwazin çi bêjin? Weşanên ku polîtîka desthilatdariyê li ser bi bandore, xwe di bernameyên nîqaşê de baş didin xuyakirin û tu dibêjî qey dibêjin ‘hunê jinên bi sifata pisporiya aborî, zanista siyasetê nikarin bibînin’. Çima gelo? Ji ber newekheviya zayendî di her qada jiyanê de bi bandore. Ev hewldana ku dibêjin bila avabûna serdest ya mêr xera nebe, bi rastî jî pîroze!
 
Li her qadê gotina jinê heye
 
Çapemeniya ku destkeftiyên jinan ji nedîtîve tê jinê her tim wek obje dibîne. Lê divê jin di her qadê de gotina xwe bêje, jin civakê tîne gel hev, ji ber vê jî gotina wê ya di siyasetê de heye, jiyanê dide xwezayê. Bi kurtasî jin jiyan bixwe ye.
 
Jin wê pirsgirêkê çareser bike
 
Cihnedayîna jinan bêguman pirsgirêke. Lê jin wê çareseriyê bibînin. Jin li her derê têkoşîna xwe didomînin. Jin wê di çapemenî, qada ekolojî, hiqûq, spor û siyasetê de wê gotina xwe bêjin, kenê xwe bilind bikin.
 
Jin di riya xwebûn û riya kolandina arkeolojîk de wê pêşketina xwe bidomînin. Mêrên ku vê xera dikin jî wê bên wêrankirin..