Krîtîka edeletê: Berxwedana du dayikên ku çapemenî naxwaze bibîne

  • 09:03 28 Tebax 2022
  • Medya Kritîk
 
Marta Somek 
 
STENBOL - Du dayikên ku hemû cîhan dibîne lê çapemenî ditirse bibîne. Ev dayik bi îşkenceyên li ser bedena xwe her hefte bi inyat diçin çalakiya xwe û yekane gotina li ser zimanê wan ‘Em natirsin’ e. 
 
Pênûs, çav, guh, kamera û dilê çapemeniya azad şahidiya gelek êş, berxwedan, hezkirinan kiriye, di bedena xwe de hewandiye. Lê hinek dem hene ku krîtîka wan kirin gelek zehmet e. Çalakiyên Nobeta Edeletê ku her hefte em dişopînin jî yek ji van e.
 
Du dayikan 22 hefte berê ji bo edeletê li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û pitşre jî li ber Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Yenîbosnayê, piştre jî li ber edliyeyên Bakirkoy û Çaglayanê Nobeta Edeletê girtin. Yekane daxwaza dayikan ev bû ku yên ceza dane zarokên wan daxwazên wan bibihîzin û cîhan li dijî zext û îşkenceya li hember zarokên wan bêdeng nemîne. Du dayikên ku ji hezaran xizmên windayan e, carna bi du an jî sê dayikan re çûn ber edliyeyê bi hefteyan tevî hemû zext, zor û îşkenceyan nobeta xwe domandin û daxwazên xwe qiriyan.
 
Berxwedana ku du dayikan nivîsiye…
 
Bihêlin dayîna daxuyaniyan, di her pêngava dayikan de polîsan şîdet pêk anî. Piştî demekê jî bi îşkenceyê binçavkirin. Lê dayikan dîsa nobeta xwe domand. Polîsan her hefte şîdet zêde kir û îşkenceyên cuda cuda kirin. Dayik Fînce Akman a sembola çalakiya nobeta edeletê bû,berxwedan nivîsî. Ji ber nexweşiya xwe du caran tevli nobetê nebû, lê wekê din her hefte tevli bû û li dijî polîsan li ber xwe da. Şîdet û tacîz lê hat kirin û bi erdê re hat kaşkirin. Bi mirinê hat tehdîdkirin lê dîsa dest jê berneda. Dayika din jî Cemîle Çîftçî bû. Ew jî bi heman îşkenceya re hat rû hev.
 
Her kesî bihist lê çapemeniyê nebihist
 
Fînce Akman ku bi cilên xwe yên ku polîsan bi îşkencê li ser qelaştibû tevli nobetê bû wiha got: “Di destên me de çek tune ye. Tiştek tune ye. Ji ber ku em dibêjin edelet êrîşî me kirin. Hewce bike ez bi gopal diçim lê dest ji têkoşînê bernadim. Lê balkêşe ku ji bilî çapemeniya alîgir her kes berxwedana her du dayikan dizane.
 
Hevrûbûn
 
Her du dayikên ku tenê dixwazin zarokên wan yên girtî di şertên mirovane de bijîn, dengê wan hemû cîhanê bihist lê çapemeniyê îşkenceya li wan hat kirin nedît. Dayikên ku bi her dengê xwe cesaretê didin, ne dest ji berxwedanê berdidin didin ne jî destur didin ku dengê wan bê birîn. 22 hefteye ji bilî çapemeniya azad tu saziyeke din ya çapemeniyê van dayikan nabîne. Du dayikên ku deshtilatdarî ji wan ditirse.
 
Ne dayikan îftereyan dibînin
 
Di 13’ê Tebaxê de di 21’emîn hefteya nobeta edeletê de ji xizmên girtiyan Cemîle Karataş ji aliyê Midûrê Şaxa Ewlehiya Midûriyeta Emniyeta Stenbolê Hanîfî Zengîn ve şîdet dît, Hanîfî pê li serê wê kir. Tevî qêrîna dayikê polîsan heqeret lê kir. Gelo çapemeniyê li dijî vê çi kir? Rojnameya Sabahê li gel vê îşkenceyê manşeta ‘Ji mudaxaleya polîs re gotin ‘taciz’.. Ji çavsorên sîber kampanya lînçê’ avêtin. 
 
Dirûşmeya ku tirs hilweşand
 
Çepemeniya ku tehemulê hevokeke du dayikan nake û gotina edelet û dewletê li ser zimanên xwe danaxînin, tacîzê wek îftera vedinasînin. Bêguman ev me matmayî nahêle. Ji du heta îro çapemeniya alîgir çawa ji edeletê tirsyaye ji berxwedana du dayikan ya li cîhanê belav bûye jî ditirse. Ji ber vê tirsê bû ku bi sedan polîs derketin pêşberî du dayikan. Du dayikên ku hemû cîhan dibîne lê çapemenî ditirse bibîne. Du dayik bi îşkenceyên li ser bedena xwe her hefte bi inyat diçin çalakiya xwe û yekane gotina li ser zimanê wan ‘Em natirsin’ e.