Çapemeniya alîgir ya cîzme zer

  • 09:04 21 Tebax 2022
  • Medya Kritîk
 
Fatma Gokhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Desthilatdarî ji bo krîz û kaosan veşêre serî li rêbazên balkêş dide. Armanc ne tenê zîhnan bi rêve bibin di heman demê de dixwazin di bin kontrolê de bigirin. Zîhna mirovan di bi kontrolê de digire rê li ber civakek bê bertek vedike, mirov ji rastiyan dur tên xistin û berê xwe didin aliyekî din. Qada herî baş ya rê dide ber van qada dîtbarî ye. Reklamvanî û faliyetên weşanê.
 
Krîza aborî û pirsgirêkên din ên li Tirkiyeyê tên jiyîn ji bo rastiya wan bê veşartin çapemeniya alîgir rola sereke dilîze. Çapemeniya alîgir ya civakê dixapîne û nêzî desthilatdariyê ye dijberê civakê dixebite. Bêguman ev ne nûy e. Tevî hemû sûcên deshilatdariyê propanganda wê dikin û her tiştê şaş vedişêre.
Em dikarin niha çend pratîkên çapemeniya alîgir ji xwe re derxin pêş.
 
Ji bo alîgir ceza tune
 
Waliyê Enqereyê dema daxuyanî da û got ji ber ba û bahozê kolonê înşatek li Yenîmahale qulipiye kesekî jiyana xwe dest daye, A haber hema çû cihê bûyerê û di carekê de nûçegîhanekî cîzme zer li kolanên Enqereyê hat dîtin. Hewa xweşe û yek dilopek baran tune ye. Gelo ev cizmeyên zer çi ne? Li Eneqereyê baran barî bû lê li cihê nûçe dihat çêkirin yek dilop baran tunebû. Vê bala welatiyan kişandibû. Hema bi telefonên xwe kişandin. Çapemeniya alîgir bû çapemeniya civaka ku teşhîr dike. Nûçegîhanên li cihê baran tunebû nûçeyên lehiyê çêdikirin li ser sûc hatin girtin. Lê dema derew dikirin cezayê wê ji bo alîgir tunebû! Bêguman ev ne pratîka ewil a çapemeniya alîgir e. Gelek mînakên wê hene. Her çiqas çapemeniyek ku rûyê wan naêşe  hebe, çapemeniyeke azad a gel ku wan teşhîr dike jî heye.
 
Kê gotiye li welat krîz heye
 
Dîsa di çapemeniya alîgir de bi rojan bihayên ketine yên li Marketên Çandinî û Krediyê nîqaş kirin. Welatiyên li ber televîzyonan payîn pêvajo bi mereq temaşe kirin. Bêguman her kesî berê xwe dan van marketan. Pêşkêşvanê Ulke Tv ku nizanibû çawa daketina bihayan vebêje, ji bo ji vî karê zehmet derkeve maşîneya hesaban xist destê xwe û pêlê tuşan kir. Ne pêkanbû encamekê bigire. Bi kelecanek mezin yek TL ketina biha îlan kir. Kê gotiye li welat krîza aborî heye.
 
Welatiyên ku kelecana wan hat ku biha dîtin domiya, serî hildan. Wekê ku hat mezinkirin biha neketibûn. Welatiyekî li ser çapemeniya civakî serokomarê xwe rexne nekir got ku dibe ku reîsên wan pê hatibe bawerkirin.
 
Welatiyekî din ku ji marketên ard girt wih agot: “Ev malê koperatîfê ye. Ev ne ard e takoze. Ez niha bibim radest bikim. Fîşa min ligel mine lê carek din tobe dikim ez ji cihê ku Reîs dibêje tiştekî nagirim. Min bi Reîs bawer kir. Ez lêborînê dixwazim. Gelo ev der çima nayên kontrolkirin.”
Welatiyekî din yê çû Marketa koperatîf û krediya çandinî  li dijî pirsa nûçegîhan got: “Çi biha ketine loo, gel dixapînin, baskên mirişkan kirine 100 TL. Ji marketên din hîn bêtir bihane.”
 
Zimanê zanista îstatîstkê hebûna
 
Serokomarê AKP’ê dema daxistina bihayê ya mezin îlan kir di esasê de jî krîza aborî îtîraf kir û li aliyê din jî hewl da ku bêje ev pirsgirêk sermayedarên mezin afirandine. Dema ev got jî rewşa cotkaran jî neanî ziman.
 
Tevî ku Tirkiye di alî çandiniyê de welatekî gelek dewlemende, ji ber zêdebûna lêçûnan cotkar di 5 salên dawî de ji sedî 29, di 10 salan jî ji sedî 55 hejmara wan ket. Ji ber zêdebûna dolar lêçên cotkaran zêde bû û cotkar ji hilberînê dur ketin. Ev mijar nakeve rojeva çapemeniya alîgir yên wekê AA û A Haberê. 
 
Wezîrê Aborî û Xezîneyê Nurettîn Nebatî  di vê pêvajoya ku enflasyona fermî gihiştiye sê hejmaran de dikare bêje ‘rezervên brut di sê hefteyan de 15,4 mîlyar dolar zêde bûye’. Deynê ji bo demek kurt bi 182,5 mîlyar dolarî rekora dîrokî şikandiye, ji bo parastina kur 5 mehan de 60 mîlyar lîra hatiye xerckirin û dema wisa be gelo çawa rezerva Bankaya Navendî dikare zêde bibe? Desthilatdariya reklama Nebatî dike van rastiyan nabîne û 30 mîlyon mirovên ku îcrayî bûne jî nabîne.
 
Çapemeniya azad wê her tim di serdema heqîqetê de be
 
Çapemeniya ku li alî xerabiyê ye, divê vê baş bizanibe ku yên komkujiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin nabînin jî sûcdar in.  Pênûsên ku rastiyan dinivîsin jî wê tucar bêdeng nemînin. Çapemeniya azad wê hertim di serdema heqîqetê de be.