Çapemenî bixwaze çi bibîne… 2024-04-21 09:03:33     Derya Ceylan   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şirnexê çawîşê pispor Zekeriya Çelîk jinek tacîz kir û li dijî vê gel parastina cewherî pêk anîn. Ji bilî çapemeniya azad, di çapemeniyên din de nêrîna ‘gumanbarê mexdûr’ derket holê. Vê rewşê carek din berpirsyariya çapemeniyê ya civakê da lêpirskirin.   Di roja îro de em bi rewşeke ‘çapemenî bixwaze çi bibîne’ re rû bi rû ne. Ev jî dibe sedema tercîhkirina nûçe û pêşkêşkirina nûçeyan a çapemeniyê. Mînak çapemeniya alîgirê desthilatdariyê hinek mijaran ji nedîtîve tê.   Bi teşeyên cuda destgirtina tacîzê   Mînak di 12’yê nîsanê de li Şirnexê çawîşê pispor Zekeriya Çelîk jinek tacîz kir. Vê tacîez hem di çapemeniya azad de cih girt hem jî di çapemeniya ‘alîgirê desthilatdariyê’ de bi teşeyên cuda cih girt. Tacîz di kamerayên ewlehiyê yên bajar de jî derket holê û bi teşeyên pêşkêşkirinê jî nêrînên cur bi cur hatin afirandin.   Sûcê gumanbar avêtin plana duyemîn   Ji kanalên çapemeniya alîgir NTV, Ajansa Nûçeyan a Demîroren (DHA) û Haberturkê bi sernavên wekê ‘çawîşê pispor yê bi îdiaya tacîzê hat derbkirin hat girtin’, ‘Li Şirnexê çawîşê pisor bi îdiaya tacîzê hat derbkirin û girtin’  gumanbar wek mexdûr nîşandan. Van sernavan sûcê gumanbar avêtin plana duyemîn û tiştên ku jina mexdur bûye jî di bin siyê de hişt.   Gumanbar divê wek mexdur neyê nîşandan   Li aliyê din Tele1 ya wek muxalîf tê zanîn îfadeya ‘lêdana qadê’ bikar anîn û parastina cewherî ya gel ya li dijî tacîzê nedît. Vê rewşê careke din nîşanê me da ku zimanê ku çapemenî ji bo gumanbaran bikar tîne, nêzîkatiya li hember jinê nîşan dide. Çapemeniya alîgir û muxalîf dema nûçeya tacîza li hember jinan da sûcê gumanbar bi gotinên ‘hat derbkirin’, ‘lêdan’ û ‘serxoş’ rewa kirin.   Divê çapemenî li dijî veşariyê rêzdar be   Hinek çapemeniyên din jî agahiyên şexsî yê jinê yên wekê zewicandiye û berteka gel wek ‘xizmên jinê’ serwîs kirin û ketin nêzîkatiyeke ku jinê hedef digirin. Ev jî bû sedema ku gumanbar û tacîz tê parastinê.   Alkol nabe hinceta sûc   Li aliyê din di hinek nûçeyan de hat gotin ku gumanbar alkol girtiye. Divê çapemeniyê bikaranîna alkolê wek hincet nîşan neda.   Parastina cewherî nedîtin   Çapemeniya alîgir berteka gel a li dijî tacîzê nedît û ev jî qelsiya di mijarên wekhevî û edeletê ya civakî de nîşan dide. Ev rewş berpirsyariya çapemeniyê ya li ser civakê zêdetir dike.   Divê nêrînên şaş neyên afirandin   Çapemenî ji bo dengên cuda yên civakê bide bihistin û balê bikşîne ser pirsgisrêkên civakê alavek xurt e. Lê di vê bûyerê de parastina cewherî ya gel nehat nîşandan û ev jî dide lêpirsînkirin ku çapemeniyê hêza xwe bi awayekî adîlane bikar aniye an na. Çapemniyê dema nûçeyên xwe pêşkêş kir divê hem jinê hem jî hestiyariyên civakê li ber çavanb igire. Çapemenî dema ku rayagiştî agahdar dike heman demê de divê mafên kesan li ber çavan bigire û di civakê de nêrînên şaş belav neke.”