Berteka li dijî dorpêçkirina Mexmûrê: Em ê gavê paşde neavêjin

  • 10:31 25 Gulan 2023
  • Rojane
 
MEXMÛR - Endama Meclîsa Îştarê Cîhan Kaplan li dijî dorpêçkirina Mexmûrê berteka xwe nîşan da û got:"Em dev ji Mexmûrê bernadin em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Em ê gavê paşde neavêjin."
 
Ji 20'ê Gulanê ve Artêşa Iraqê hewl dide derdora Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi têlan dorpêç bike, ji bo vê jî 6 roj in bi çek, bendên dorpêçê û sedan leşkerî ve vê hewldana xwe didomîne.
 
Berxwedana xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê ya li dijî dorpêçê jî bê navber dewam dike. Iraq heya niha jî bi israr e ku derdora wargehê têl bike, tevî gelek hevdîtinan jî heta niha tu bersivek erênî nehatiye dayîn. Leşkerên Iraqê vê sibehê carek din li derdora Wargeha Mexmûrê ketin nava liv û tevgerê. Xelkê wargehê li hemberî vê hewldanê rabûn.
 
Endama Meclîsa Îştarê Cîhan Kaplan li dijî vê dorpêçkirinê berteka xwe nîşan da û diyar kir ku ew ê li dijî vê yekê têbikoşin û paşde gavê neavêjin. 
 
Cangoriyên meha gulanê bi bîr anî 
Cîhanê di destpêkê de cangoriyên meha gulanê bi bîr anî û wiha got:"Heyva gulanê heyva şehîdan e. Em bejna xwe li ber hemû şehîdên Kurdistanê û yên di ber vê dozê de canê xwe feda kirine ditewînin. Em bejna xwe li ber ên niha di çeperan de li berxwe didin jî ditewînin." 
 
'Em teslîmkariya li ser me tê ferzkirin qebûl nakin'
 
Cîhanê bal kişand ser ferzkirina koçberiya li ser wan û wiha pê de çû:"Ji roja ewil de li ser axa me koçberî li ser me hat ferzkirin. Zilm li me hat kirin. Mirovên me qetil kirin, dîsa koçberî dan pêşberî me. Çadirên me şewitandin. Teslîmkarî li ser me dan ferzkirin. Heta em gihaştin Wargeha Rustem Cûdî me heşt wargeh guhertin. Ji roja em hatine vê wargehê û heta niha em bi hukumeta Iraqê û hevkarê wê PDK'ê re rû bi rû ne. Heta niha tu guhertin di zihniyeta PDK'ê de çênebûye. Ji roja em hatine heta vira û niha. Ji roja ewil heta niha ne kiryarên xwe yên qirêj, ne şêwaza xwe, ne jî şiklê xwe guhertine. Li hemberî me gavek paşde neavêtine. Li hemberî zarok, jin û yên temenmezin heman şêwaz dane meşandin. Dîroka wan qirêj e. Tu kiryareke baş ji bo mirovahiyê nekirine. Li ser çiyayê Kurdistanê jî heman tiştî didin meşandin. Jixwe dewleta tirk jî hevkarê vî tiştî ye. Em ji vê dorpêçê jî vî tiştî fam dikin ku wargeha Mexmûrê firotine. Em teslîmkariya li ser me tê ferzkirin qebûl nakin."
 
Bi şev û roj li ser lingan e
 
Cîhanê da zanîn li dijî hewldana dorpêçkirinê ew li ser lingan e û wiha lê zêde kir:"Çend caran me bang kiriye me gotiye em xwişk û birayên hevdu ne. Em ji qencî û mirovatiya xwe dîsa bang dikin, em dibêjin me tu xirabiya kesekî nekiriye û em ne li ser axa tu kesî ne. Em ser axa xwe û axa Kurdistanê ne. Em bang li gelê kurd jî dikin ku bibe yek û piştgiriyê bide. Em her carê dibêjin mafê mirovatiyê û em bang li derve dikin lê belê tu hêviya me ji wan nemaye. Piştgiriyê nadin me. Ev çend roj in em di nava çalakiyeke bêhempa de ne. Jin, zarok, pîr, kal hemû li ser piyan e. Neçûne di malê de rûneniştine, avek venexwarine, xwarinek nexwarine. Bi şev û roj li ser lingan e. Me tu xeta û kêmasî nekirine. Me ne talanê wan biriye, ne jî em ketine nava ziyanê wan. Me tu xerabî jî nekiriye. Bila rabin bêjin we ev xerabî kiriye. Em jî li hemberî wê bersivekê bidin. Em hatine vir heta niha ne dewleta tirk ne jî hevkarên wê hukumeta ıraqê û PDK'ê bela xwe ji me venekirine. Bi sedean caran hevdîtin hatine kirin lê heman kiryarên xwe dewam dikin."
 
'Em ê berxwedana xwe dewam bikin'
 
Cîhanê di heman demê de bal kişand ser azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha bi dawî kir:"Hukumeta ıraqê eşkere dibêje em bi dewleta tirk re axivîne gotine hûn ê kûleyan daynin û dorpêç bikin. Lê belê me ev tişt tu carî qebûl nekiriye. Me tu carî koletî qebûl nekir. Ger me qebûl bikira em ê biçiyan di zindanên Tirkiyeyê de bimana lê me qebûl nekir. Hewce bike em ê heta salekê jî li vir rûnên. Em ê mafê xwe bixwazin, em ê li ser lingan bin, em ê gavê paşde neavêjin. Me sozek daye em gavê paşde navêjin. Ji bo pevçûn çênebe ji bo em li hev bikin me gelek caran hevdîtin bi hukumeta ıraqê re kiriye. Em dixwazin bi rêya diyalogê ev pirsgirêk çareser bibe. Heger ew di çêkirina kûleyan de israr bikin em ê berxwedana xwe dewam bikin. Em dibêjin serkeftin a gelê kurd e, serkeftin a Mexmûrê ye. Em bang li hemû kesî dikin ku piştgiriya Wargeha Mexmûrê bikin. Em bang li rêxistinên mafên mirovan diparêzin dikin ku ji bo Mexmûrê têkevin nava hewldanekê. Em dixwazin hemû kes alîkariya me bikin. Em dîsa bejna xwe li ber şehîdên gulanê ditewînin. Em silavên xwe ji gerîlayên serê çiyan dişînin û em ji bo Rêber Apo jî azadiyê dixwazin. Ji bo azadiya Rêber Apo çi bê xwestin em ê bikin."