Xantûr Kara: Em ewlehiya Mexmûrê radestî Iraq û PDK'ê nakin

  • 09:10 23 Gulan 2023
  • Rojane
 
MEXMÛR - Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Xantûr Kara, diyar kir ku ji 20'ê mehê heta îro xelkên Mexmûrê li ber xwe didin û got: "Em ewlehiya xwe radestî Iraq û PDK'ê nakin. Çi ji destê me bê em ê bikin û em bang li raya giştî dikin derbarê mijarê de hişyar bin." 
 
Hewldana Artêşa Iraqê ya ji bo têlkirina derdora Wargeha Panaberan a Mexmûr dewam dike. Artêşa Iraqê di 20'ê mehê de danê sibehê bi dehan wesayîtên zirxî, çek, polîs, hêzên taybet bi ser wargehê de girt. Artêşa Iraqê hewl da ku bi têlan dora wargehê bigire û kuleyan dayne. Li hemberî berxwedanê Hêzên Iraqê bi çekan êriş kir. Xelkê Wargeha Mexmûrê jî bi keviran bersiva wan da. Di encama gulebarana artêşê de ciwanê bi navê Ehmed Emer Mijînî birîndar bû.
 
Berxwedana xelkê Mexmûrê ji roja destpêkê heta îro berdewam dike. Li dijî dorpêçkirina wargehê konê berxwedanê hatin vedan û bi şev û roj nobet tê girtin. Bi hezaran xelkên wargehê di nava têkoşînê de ne û têlkirina wargehê qebûl nakin. Derbarê mijarê de bertek û nerazîbûn jî didomin. Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Xantûr Kara derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî. 
 
Xantûr, di destpêka axaftina xwe de bal kişad ser daxuyaniyên sazî û rêxistinan a derbarê rewşa ku li Mexmûrê qewîmî û got: "Ev sazî û dezgehên ku helwesta xwe li hemberî dagirkirinê nîşandane spas dikin. Ev helwldan û daxuyanî ji bo wargehê bû moralek."
 
Li hemberî Mexmûrê operasyon
 
Xantûr, diyar kir ku di 20'ê mehê de li hemberî wargeha Mexmûrê Arteşa Iraqê operasyonek pêk anî û wiha axivî: "Bi mirova dikare operasyonê wiha binîrxîne. Ji ber ku wargeh gelek caran di dîrok û demên cuda de bi êrişên dewleta Tirk, hikûmeta herêmê û Iraqê re rûbirû man. Lê mirov dikare bêje di dîroka avakirina wargehê de cara yekem serê sibê li hemberî Mexmûrê operasyonek pêk anîn. Ne tenê ji aliyek, gelek aliyên wargehê dopêç kirin. Ne wek wargehek nêz bûn, wekî ku cihê 'terorê' nêz bûn û bi  vî rengî bi ser wargehê de girtin."
 
'Em penaberên siyasî ne'
 
Xantûr, daxuyand ku divê bê zanîn Mexmûrê wargeha penaberên siyasî ye û divê wisa bê nirxandin û wiha bi lêv kir: "Ev 30 sal in em wek penaberên siyasî li Mexmûrê dijîn. Nêzîkatiya hikûmeta Iraqê ya îro li hemberî me hatî nîşandan, mirov dikare bêje berdewamiya siyaseta sala 94'an a dewleta Tirkiyeyê ye. Îro hikûmeta Iraqê daxwazên dewleta Tirk pêk tîne. Bi taybetî piştî hilbijartina ku di 14'ê Gulanê de pêk hatî û her çend Erdogan bi serneketiye jî hewldanek wisa li hemberî wargehê pêk hat. Di vê pêvajoyê de AKP û MHP xwest sûdê bigire û hêza Iraqê seferber kirin. Hewldan êrişê wargehê bikin. Ev tişt girêdayî hikûmeta herêma Kurdistanê pêk tê. Hikûmeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî (NY) berpisiyar in. Ev jî şirîkî wan kiryaran e."
 
'Em ne biyaniyên êrişan e'
 
Xantûr Kara, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser helwesta xelkên Mexmûrê: "Jiyana me, feraseta me û siyaseta me ya wargehê diyar e. Ji ber vê jî hikûmeta Iraqê, Tirkiyeyê û herêma Kurdistanê nikarin li hemberî tiştekî bike. Nikarin bi nêzikatiyên xwe yên rûreş zextê li me bikin. Em wek penaberên wargehê tu carî tavîz nadin. Çi erk bikeve ser milê wargehê dê wê bike. Di hêla bedel dayînê de amade ne. Ji xwe em li hemberî êrişan ne biyanî ne lê heta niha di encama êrişan da birîndarên me çêbûn. Di operasyona herî dawî de ciwanekî me bi guleyên hêzên Iraqî birîndar bû. Ciwanê ku birîndar bû ji pişta xwe birîndar bû. Ev êrişa ku bi vî rengî pêk hatî êrişeke nemerdane ye û li hemberî penaberên Mexmûrê pêk hatiye. Li vir mirov bê çêk in, sivîl in û penaberên siyasî ne. Hatina wan a bi tang û topan tê wateya şerê taybet û şerê derûniyê ya li hemberî Mexmûrê ye. Li hemberî helwesteke wisa sekna xelkê Mexmûrê, sekna ciwanan hêjayî pîrozkirinê ye. Em carek din dibêjin ci bikeve ser milê me em amadene."
 
'Em ê parastina xwe bikin'
 
Xantûr diyar kir ku ev çend roj in çalakiyên parastina wargehê tê kirin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ji roja ewilî ya operasyonê heta niha em li ser piyan e û em çalakiyên cuda li dar dixin. Kon hatin vedan. Şev û roj li ber xwe didin. Ne tenê li cihekî wargehê di her cihên wargehê yên cuda de em di nava berxwedanê de nin. Gel bi xwe ewlehiya xwe digire. Em ewlehiya xwe radestî Iraq û PDK'ê nakin. Çawa heta îro û 30 sal in me parastina xwe kir, îro em ê dîsa parastina xwe bikin. Her wiha heta niha me çawa xwe birêvebiriyê em ê niha şûnde jî rêvebertiya xwe bikin. Em ê xwedî li pergala xwe derkevin. Em ê xwedî li felsefa Rêber Apo, şehîdên xwe derevin. Em ê rol û mîsyona xwe bînin cih."
 
'Gelê Mexmûrê dê bi ser keve' 
 
Xantûr destnîşan kir ku divê raya giştî derbarê mijarê de hişyar be û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi taybetî bangewaziya me ji bo Gelê Kurd û ji bo civakên ku mafên mirovan diparêzin heye. Sazî û dezgehên sivîl divê rol û mîsyona xwe bînin cih. Divê piştevaniya wargehê bê kirin. Ji bo tacidarkirina serkeftina wargehê piştevaniya li dervê girîng e. Ev serkeftin tenê bi Mexmûrê pêk nayê û divê li gelên me yên derveyî welat û hemû partiyên siyasî xebateke hevpar bidin meşandin. Tu hêz nikare li hemberî berxwedana me rawest e. Kes nikare hêza civakê û hêza Mexmûrê têk bibe. Dê gelê Mexmûrê bi ser keve."