Emîne Şenyaşar: Em ê bi ser kevin

  • 09:04 22 Gulan 2023
  • Rojane
 
Gulîstan Dursun
 
RIHA - Emîne Şenyaşar ku sembola lêgerîna edaletê ye,diyar kir ku kurê wê yê ji Partiya Çep a Kesk bûye parlamenter wê li Enqereyê û ew jî wê li ber Edliya Rihayê têkoşîna xwe bidomînin û got wê li ber xwe bidin, bi ser kevin.
 
Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjînê Emîne Şenyaşar û du kurên wê hatibûn qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn û du sal e çalakiya wan didome. Emîne Şenyaşar tevî nexweşiyên xwe dest ji nobeta xwe berneda. Kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji Partiya Çep a Kesk ket meclîsê wê daxwaza edaletê li Enqereyê bidomîne û Emîne Şenyaşar jî li ber edliyeya Rihayê bidomîne.
 
Emîne der barê daxwaza edalet û encamên hilbijartinê de axivî.
 
‘Dewleta ku hiqûqa wê tune ye’
 
Emîne Şenyaşar da zanîn ku kurê wê Fadil Şenyaşar li girtîgehê di hucreya yek kesî de tê girtin û wê û kurê wê Ferît piştî komkujiyê dest bi nobeta edaletê kirine. Emîneyê wiha vegot: “Em sar û sermayê û germa havînê têkoşîna xwe didomînin. Ger ku wijdanê wan hebûna wê kurê min berdana. Lê ne wijdan, ne hiqûq ne jî dewlet bixwe heye. Dewleteke bi rêk û pêk hebûna wê kesên ku ev komkujî kirin bigirtana. Ji vê zilmê re êdî bes e. Bila kurê min berdin. Ez jî biçim mala xwe cem neviyên xwe.”
 
‘Wê edalet bê’
 
Emîneyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku wê çalakiya xwe bidomîne û dawiya wê mirin be jî wê li ber edliyê be û wiha dawî lê anî: “Ez dixwazim edelet pêk bê, welatê me hinek be jî hîlma xwe bigire. Kurê min Ferît ji Partiya Çep a Kesk hat hilbijartin û niha li enqereyê ye. Ew jî wê li Enqereyê têkoşînê bidomîne. Em ê têkoşîna edeletê bidin. Ev du sal e ez têdikoşim. Lê gelek lêpirsîn li min hatin vekirin. Ez bawer dikim ku wê edelet bê, ev hikûmet biguhere. Ez ne tenê ji bo xwe ji bo her kesî edaletê dixwazim. Heta kurê min bernedin ez li vir im. Ez ê li ber xwe bidim û bi ser kevim.”