Rojnameger Nîfofaar Ayoubî: Jinên Afgan hîn li dijî Talîban bi cesaret in

  • 09:02 21 Gulan 2023
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamegera Afgan Nîlofar Ayoubî diyar kir ku jinên Afgan li dijî zextên Talîban bi cesaret û bi biryar in û got: “Lê bi gelek zor û zehmetiyan re tên rû hev. Ji bo guherînek mayînde, hewce bi piştgiriya civakên navneteweyî heye.
 
Li Afganîstanê ji 2021’ê heta niha Talîban destilatdar e û hemû qad li jinan teng kirine. Talîban ku gelek alavên zext û qedexeyan xistiye jiyanê, nahêle jin hilma xwe bigirin û guneh dihesibînin. Di hefteya ewil a Gulanê de li paytexta Doha ya Katarê civînek pêk hat û wek nûneriya Afganîstanê Talîban ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatibû vexwendîkirin. Vê nêzîkatiyê deng dabû. Jinan bi rojan ev vexwendîkirina NY’ê şermezar kiribûn û bang li NY’ê kiribûn. Talîban ku li welat jiyan li jinan teng kiriye û zext û tundiyan dike, ji bo civînê hatibû vexwendîkirin. Jinan û gelê Afgan bertek nîşanê vê dan û wiha gotibûn: “Naskirina Talîban naskirina terorê ye.” Her wiha gotibû ku divê NY li gor rêgezan tev bigere.
 
Rojnamger Nîlofar Ayoubî  der barê qedexeyên Talîban, mekanîzmayên têkoşîna jinan û saziyên wan nirxandin kir.
 
*Li Afganîstanê gelek qedexeyên Talîban didomin. Rewşa niha ya Afganîstanê çawa ye?
 
Faliyetên civaka sivîl ên li Afganîstanê ji hatina Talîban a Tebaxa 2021’ê de ye bi awayekî mezin hatine sînorkirin. Di raporên dawî de tê piştrastkirin ku saziyên civaka sivîl, saziyên alîkariya mirovahiyê û saziyên jinan hedef tên girtin. Talîban di protestoyan de jî şoka ceyranê, gaz, bi kamçî û kabloyan tundiyê li gel dike. Di encamê de gelek saziyên civakî hatin girtin, hêzên siyasî û civakî, hêza xwe ya bi bandor winda kirine. Li gorî Monîtor CIVICUS ku azadiyên civaka sivîl ên seranserê cîhanê dişopîne, li Afganîstanê qada sivîl hatiye girtin an jî çewisandin.
 
*Jinan li dijî van qedexeyan pratîka têkoşîneke çawa pêş xistine?
 
Jinên Afganîstanê li dijî qedexeyên Talîban û komên din ên li hember wan rolek çalak dilîzin. Jin bi rîskên mezin re hatin rû hev û tevî vê ji bo azadî û mafên xwe têdikoşin. Jinên Afgan hem li welat hem di asta navneteweyî de ji bo wekheviya zayendî, ji bo mafê mirovan û xurtbûna jinan têdikoşin û xwe bi rêxistin dikin. Bi taybet ji bo jin û zarokên keç dibistan, zanîngeh û navendên perwerdeyê ava dikin. Bi riya çapemeniya civakî, rojnamegerî û rêxistinbûna civakî mafê jinan parastin. Tora Jinên Afgan (Afghan Women's Network), ji bo jinên Afgan rêxistinên weke (Women for Afghan Women) (Women's Regional Network)  ava kirin û ev hemû ji bo mafên jinan têdikoşin. 
Jinên Afgan her wiha li dijî turban, sînorkirinên li pêş civakîbûna jinan, astengiyên li pêş xizmetên perwerde û tenduristiyê protesto pêk anîn. Tevî tundî lê hatin kirin jî jin ji bo mafên xwe li kolanên Kabîlê têkoşiyan. Biryar û cesaretê nîşan didin. Lê ji bo guherîneke mayînde hewcedariya wan bi piştgiriya civak û saziyên navneteweyî hene.
 
*NY’ê ji bo civîna li bajarê Doha ya Katarê Talîban jî vexwend. Jinên Afgan biryara NY’ê şermezar kirin. Hûn vê çawa dinirxînin?
 
Neteweyên Yekbûyî di serî de mafên jinan li seranserê cîhanê xwe wek saziyeke ku mafê mirovan diparêze daye nasîn. Ligel ku esas e bi hemû aliyan re bikeve diyalogê, divê di vê diyalogê de mafê jinan jî piştguh neke. Bi komên wek Talîban re ku mafên jinan binpê dike, rûniştina li ser maseyekê pêvajoyek pir hesas ferz dike. Saziyên wek Neteweyên Yekbûyî divê guh bidin fikarên jinên Afgan û tevli nîqaş an jî muzakereyeke ku bandorê li jiyana wan dike nebin. Divê NY ji hemû komên mafê mirovan binpê dike hesab bipirse û kesên bindest biparêze. Armanca saziyê ev e.
 
*Ev saziyên ku îdia dikin ku mafê mirovan diparêzin, gelo ji bilî welatên xwe jin û zarokan diparêzin?
 
Saziyên navneteweyî yên îdia dikin ku mafê jin û mafê mirovan diparêzin, erdnîgarî ku der dibe bila bibe divê wek rêgezên gerdûnî biparêze. Ev rastiyeke ku ev sazî di alî parastina mafê mirovan û jinan de bi awayekî wekhev tev nagerin. Lê ev sazî ji bo avakirina platformeke ku hemû pirsgirêkan digirin dest, hene. Ev sazî hesappirsîna binpêkirina mafên jinan dike armanc. Hîna gelek karên ku divê bên kirin heye, ev sazî hîna di alî mafê mirovan û jinan de hêviyê jî didin.
 
*Ji bo NY ku çû riya naskirina Talîban hûn dixwazin çi bêjin?
 
Ez bi tundî pêşniyar dikim ku Neteweyên Yekbûyî ji tevger û nêzîkatiyeke ku Talîban nas dike xwe dûr bigire û mafê mirovan û mafê jinan bike rêza ewil. An jî wê ev sazî ber bi karesatekê ve gava xwe biavêje.