Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê: Hedefa me rêza yekem e

  • 09:05 22 Çile 2023
  • Tenduristî/Werzîş
AMED - Lîstikvanên Tîma Jinan a Amedsporê diyar kirin ku niha xebatên wan dimeşin û di hefteyek girîng de ne û gotin: “Piştî 7 salan şûnde yekem car em wek Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê li cihekî pir xweş in. Hedefa me ne rêza çaran e, hedefa me rêza yekem e.”
 
Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê ya di Koma B ya Lîga Super a Jinan a Federasyona Futbol a Tirkiyeyê (TFF) de têdikoşe, tevî hemû zextan têkoşîna xwe didomîne. Lîstikvanên Tîmê ku li her bajarî bi êrîşên nîjadperest re hatin rû hev  ji bo tîma xwe bibin lîga şampiyoniyê çi ji destê wan tên dikin û diyar dikin ku wê hemû pêşdarazan jî bişkînin.
 
‘Hedefa me rêza yekem e’
Kaptana Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê Guzîde Alçu da zanîn ku 14 sal in di Amedsporê de dilîze û behsa xebatên vê hefteyê kir. Guzîdeyê wiha vegot: “Ji 2009’an heta niha Tîma Futbulê ya Jinan a Amedsporê heye. Ji 2009’an heta niha me encamên baş bi dest xistin. Vê hefteyê em pêvajoyek antremanê ya têr û tije derbas dikin. Em niha di rêza 4’an de ne. Lê hedefa me ev e em derkevin rêza yekem.”
 
‘Ev me têk nabin’
 
Guzîdeyê destnîşan kir ku her tîma tê xweş pêşwazî dikin û wiha dirêjî dayê: “Em wek Amedsporê ji ber tîma gel in em her tim mêvanperwer in. Em hewl didin mirovan neêşînin. Lê mixabin dema em diçin deplasmanê em wisa nayên pêşwazîkirin. Lê ev me têk nabin. Amedspor rûmet û serbilindiyek mezine. Şeref e. Ji ber di bin banê Amedsporê de me gelek serbilind im û kêfxweş im.”
 
‘Ez xwe pir bi şans dibînim’
 
Zehra Acar a lîstikvana Tîma Futbolê ya Amedsporê ye anî ziman ku 4 sal berê hatiye Amedê û di Amedsporê de cih girtiye û wiha dawî lê anî: “Ez di 2019’an de hatim Amedê. Min di Amedsporê de lîst. Piştre transferî Cizîr, Antalyayê bûm. Di 2020’î de dîsa hatim Amedsporê. Ji bo vegeriyam vê tîmê gelek bi şans xwe hîs dikim. Vê hefteyekê karê me zêde ye. Tempo giran e. Em dixebitin. Raqîbê me wê Tîma Kîreçburnu ya Stenbolê be. Em xwe ji bo maça xwe amade dikin.”