Cin ji şûşê derket: Jin wê li dijî girtinan serî netewînin

  • 09:04 2 Kanûn 2022
  • Rojane
ENQERE - Bertekên li dijî operasyona li hember jinên TJA’yê didomin. Gelek kesî peyama ‘cin ji şûşê derket, jin li dijî binçavkirinan serî natewînin, têkoşînê mezin dikin û wê serî netewînin” dan.
 
Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’, ‘rêveberiya rêxistinê’, ‘kirina propagandaya rêxistinê’ û ‘peydarkirina aboriyê ya ji rêxistinê re’ di çarçoveya lêpirsîna çalakiyên meşê de li 14 bajarî bi awayekî hevdem bi ser 57 malî de hat girtin. Di serdegirtinên malan ên ku berê bi îfadeyên şahidên veşarî û şahidê aşkera, raporên HTS û MASAK’ê hatibûn kirin, alav hatibûn desteserkirin û di encama lêkolînê de der barê 50 jinî de biryara girtinê hebû. Di serdegirtina malan de 16 jin hatin binçavkirin.
 
Bertekên li dijî operasyona li hember jinan didomin. Jinan bertekên xwe bi peyamek hevpar a ‘jin wê netirsin, serî netewînin, li dijî polîtîkayên şerê taybet wê berxwedanê mezin bikin’ dan. Jinan der barê binçavkirinan de ji ajansa me re nirxandin kirin.
 
‘Desthilatdariya ji jinan ditirse êrîşan zêde dike’
 
Endama MYK'ê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ozlem Gunduz da zanîn ku  desthilatdariya AKP-MHP’ê dixwaze hawira şer biafirîne û wiha got: “Desthilatdarî ku faşîzmê her diçe giran dike, kaos û krîzê bi girankirina şer hewl dide veşêre. Desthilatdarî bi salane polîtîkayên dijminê jinê dimeşîne. Di serî de jin, li hember Kurdan, muxalîfan û hemû aliyan zext û çewisandinê dike dewrê. Em jinên têdikoşin her tim vê dibêjin; Sedsala 21’ê wê bibe sedsala jinê û yên ku vê faşîzmê têk bibin jin in. Desthilatdariya ku vê rastiyê dibîne, êrîşên xwe yên li hember jinan destkeftiyên jinan zêde dike.”
 
‘Desthilatdarî dizane ku wê jin cihê wan hilweşîne’
 
Ozlemê her wiha daxuyakirin ku di bin êrîşan de, rastiya ku jin dikarin civakê biguherin, heye û wiha bi lêv kir: “Tevî hemû êrîşan jinan li her derê li hemû qadan têkoşîna hebûnê û têkoşîna parastina destkeftiyên xwe dan. Li kolanê, malê, kargeriyan, girtîgehan. Hemû qad qadên têkoşîna jinê ne. Jinan tu car dest ji têkoşînê bernedan. Desthilatdarî ji hêza jinan ditirse. Dizane ku wê jin cihê wan kursiya wan hilweşîne. Ji ber vê jî operasyonan pêk tînin êrîşan pêk tînin, îdianameyên vala û organîzekirî amade dikin û jinan digirin.  Bi operasyona dawî jî peyama ‘hûn têbikoşin hûn ê bên girtin’ didin jinan. Ji ser jinên Kurd peyamê didin hemû jinan.”
 
‘Wê nikaribin pêşî li berxwedana jinê bigirin’
 
Hevberdevka Maseya Elewiyan a Komîsyona Gel û Baweriyan Songul Tunçdemîr destnîşan kir ku AKP’ê operasyona terorîzekirin û tundiyê ya li hember jinan pir zêde kiriye û ev ji bo hilbijartinê tê kirin.  Songulê di berdewamiyê de ev nirxandin kir: “AKP ketiye cihê teng. Ji ber vê zextê li Kurdan, Elewî, bindestan dike. Ji serî de tê zanîn li hember jinan polîtîkaya dijminahiyê tê meşandin. Jinên têdikoşin hela ku jinên Kurd bin ji bo desthilatdariyê xetereya mezin e. Rêxistinbûna jinan zehmet e lê ger ku xwe bi rêxistin bikin destê xwe dikin bin her kevirî. Ji ber vê jin wek xetere tên dîtin. Yên ewil hedef tên girtin jinên Kurd in. Jinên Kurd berxwedêr in û wê heta dawî xwedî li berxwedanê derkevin. Kes wê nikaribe pêşî li têkoşîna jinên Kurd bigire. Divê bertek hîn bêtir mezin bibin. Ne tenê li hember jinên TJA’yê li her derê welat operasyon hene. Ez şermezar dikim. Ev êrîş ji operasyonên li hember Rojava cuda nikare bê nirxandin. Şoreşa jinan a Rojava, jinên Kurd afirandin. Ji ber vê dixwazin tolê bigirin. Divê ev êrîş bi hev re bên nirxandin.”
 
‘Hewldana şikandina berxwedana jinê’
 
Endama Meclîsa Partiya HDP’ê Feray Mertoglu jî anî ziman ku operasyona li hember TJA’yê parçeyeke polîka û êrîşên 5 sal in li hember tevgera jinan tê meşandinê ye. Ferayê balkişand ser operasyona dawî û wiha bi dawî kir: “Li seranserê cîhanê di demên krîzan de ewil berê xwe didin destkeftiyên jinan û jinan.  Li Tirkiyeyê jî desthlatdariya AKP-MHP’ê ber bi hilbijartinan dixwaze ji xwe re cih biafirîne. Ji bo desthilatdariya xwe mayînde bike hewl dide îradeya jinê bişkîne. Jin wê prîman nede van êrîşan. Zext û êrîşên wan wê bi jinan serî nedin tewandin. Me di 25’ê Mijdarê de dît. Ev êrîş encamê nadin. Wê têkoşînê hîn bêtir xurt bike. Jin wê serî netewînin.”