Selma Benkhelîfa: Em ê bipirsin ku CPT çi vedişêre

  • 09:01 28 Mijdar 2022
  • Rojane
Melek Avci
 
ENQERE - Ji Belçîkayê parêzer Selma Benkhelîfa der barê nameya şandine wezareta dadê de axivî û got: “Ev nameyek rast bû. Ji Ewropa ji 300’î zêdetir parlamenterî, ji cîhanê jî ji 700’î zêdetir parlamenterî got ‘Em parêzerên Ocalanin û dixwazin doz bê vekirin.’Divê em li dijî otorîterên li welatê xwe bikevin tevgerê.”
 
 Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 24 sal e di bin tecrîdê de tê girtin û 20 meh e agahî ji Rêberê PKK’ê û girtiyên li Îmraliyê girtî Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim nayê girtin.  Serlêdanên malbat û parêzeran ên li wezareta dadê û serdozgeriya komarê ya Bursayê tên redkirin. Ji ber hevdîtinên nayên kirin û tu agahî nayên gitin serlêdana parêzerên ji Tirkiye û cîhanê gihiştin hezarî. Ji 22 welatî 350 parêzerî serî li wezareta dadê ya Tirkiyeyê da. Di civîna li Belçîkayê hat dayîn de hat diyarkirin ku ji bo hevdîtinê serlêdan kirine. Parêzer Selma Benkhelîfa ya li Belçîkayê dijî û wê jî îmze avêt nameya serlêdanê der barê nêzîkariya CPT, şertên tecrîda giran de axivî.
 
CPT li dijî dijhiqûqiyê bêdeng e
 
Selmayê da zanîn ku astengkirina hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re biryarek polîtîk e û divê CPT bikeve tevgerê. Selmayê wiha daxuyand: “Bi awayekî qanûnî neçarin destrê bidin hevdîtinan. Bi salane berê di 2014’an de ji ber hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa Tirkiye mahkum kir. Wan salan Ocalan li Îmraliyê tenê bû. Piştre hinek girtî şandin wir. Lê em niha dibînin ku Erdogan li hember Ocalan tûndiyek mezin pêk tîne. Ev biryar dijqanûnî ye. CPT divê demildest raporê amade bike. Divê Dadgeha Mafê Mirovan bikeve tevgerê. Lê mixabin tiştekî nakin.”
 
‘Em parêzerên Ocalanin’
 
Selmayê di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Nameya ku 350 parêzerî şand wezareta dadê ya Tirkiyeyê tenê ne daxwaznameyeke. Ev nameyek rast bû. Ji Ewropa 300 parêzer ji seranserê cîhanê 700 parêzerî bi serlêdanên xwe gotin em parêzerên Ocalan in û em dixwazin doz bê vekirin. Lê hîna bersivek nehatiy edayîn. Divê em il welatên xwe li dijî otorîteran bikevin tevgerê. Min jî îmze avêt nameyê. Ez li Belçîkayê parêzerim. Ji bo çi dibe bê vegotin divê ez bi baroya xwe û wezareta dadê re bikevim têkiliyê. Divê bêjim ku ‘li Tirkiyeyê muvekîlê min heye destur nadin ez xwe bigihînimê'."
 
‘Gelo CPT çi vedişêre’
 
Selmayê diyar kir ku der barê tendurstiya Ocalan de ne xwedî agahî ne û pêngava wan ya din wê bi CPT re bikevin têkiliyê û wiha daxuyand: “Tecrîd îşkence ye. Yek ji riya pêşîgirtina îşkencê hevdîtina parêzeran e. Em reşwa Ocalan nizanin. Ji ber me ew nedîtiye. Nikare bi parêzeran re hevdîtinê bike. Ev rewş teşeyê dîktatoriya girane.  Ji ber tecrubeyên berê yên CPT, tê zanîn ku CPT hinek tiştan vedişêre.Dibêjin ‘binêrin em dixebitin’ lê hinek tiştan vedişêrin. Ger em biçin CPT em ê bêjin ‘Gelo hun çi vedişêrin?’. Gelo we bi Tirkiyeyê re li ser çi bazar kiriye?Em bi fikarin. Bi awayekî qanûnî divê em her tiştî bizanibin.”
 
‘Ocalan ji bo Kurdan hêviye’
 
Selmayê destnîşan kir ku ew nizanin ka Abdullah Ocalan dijî an na  û wiha pê de çû: “Li gorî min dijî. Ji ber nikarin tiştek wisa veşêrin. Lê bi rastî em derbarê wî de bi fikar in. Ev zirar ne tenê li Ocalan li tabana wî jî tê kirin. Erdogan li dijî Kurdan şer dike. Bi êrîşênli hember Rojava, Şengal û Efrînê em van baş dibînin.  Ocalan hêviya Kurdan e. Dixwazin Kurdan bê hêvî bihêlin. Ji ber Tirkiye endamê NATO’yê de divê ji bo her tiştî daxwaza wan neyê erêkirin.  Divê em li her derê bang li dewletan bikin ku bikevin tevgerê. Divê em dewletan bidin zorê. Cîhan li hember pêkanînên li ser Ukraynayê gelek bi hêrsin. Lê Tirkiye êrîşê Sûriyeyê dike kes deng nake. Ev tiştên tên kirin heman tiştin. Lê dema mijar dibe Kurd bêdeng dimînin.”
 
‘Divê em xwe bigihînin Ocalan’
 
Selmayê der barê îdiayên ku Erdogan wê beriya hilbijartinê destur bide hevdîtina bi Ocalan re û wiha dawî lê anî: “Belkî lê ev wê kemîn be.  Bifikirin kesekî di bin tecrîdê de digirin, îşkencê lê dikin piştre destur didin. Ev hevdîtin ne hevdîtinek azade. Ev ne azadiya fikr û ramanê ye. Em parêzer û malbat divê bi awayekî azad hevdîtinê bikin. Tirkiye beriya ku lîstika şanoyê binivîse divê bi rastî fêr bibin ku Ocalan çi difikire. Ez vê bêjim. Ocalan hêviya Kurdane. Kurd jî ji bo me hêvî ne. Ocalan û jinên Kurd ji bo me hêvî ne. Xwişk û birayên me yên Kobanê, Şengalê hêviyê didin me.”