Em di sala xwe ya 5’an de ne

  • 09:01 25 Îlon 2022
  • Rojane
 
Bi gotina ‘em bêyî ku mêr dibêjin çi, dinivîsin’ derketin rê û bi dirûşmeya ‘pênûsa jinê di riya heqîqetê de ye’ bê navber didome. Pênûsa Gurbettellî tu car ji destê me de neket û fikra Ayferê ‘ajansek aydê jinê’ tu car ji bîra me derneket. Fedekariya Denîziyê bû riya me, berxwedana Nujiyanê bû ronahiya riya me, cesareta Dîlovanê bû hêza me û em jî bûn JINNEWS.
 
Ewil em bi teza Vîrgînîa ya wek ‘odeyek aydê xwe’ meşiyan. Piştre me got odeyek têr nake, em li her qadê ne û em ji odeyên xwe derketin û me ferq kir ku em di esasa jiyanê de ne. Bênirxkirina jinê û civakê, kodên serdestiya mêr yên li her alî jiyanê em berbi lêgerînên cuda ve birin û me zimanê çapemeniyê guhert. Çapemeniya ku jinê wek objeya seksê dibîne, ji nûçeyên rupela sêyem wêdetir nabîne, me hewl da em bi her aliyê bi zimanê jinê û pênûsa jinê heqîqetê vebêjin. Di vê heqîqetê de zehmetî, êş, serkeftin û hêrs jî heye…
 
Di vê pêvajoya ku şîdeta li ser jinê derketiye asta jor kuştinên jinê gihiştine qirkirina zayendî, me got tu şîdet ne munferîte. Me hewl da em bibin dengê mirinên biguman ku jê re dibêjin ji şaneşînê de ket, întîxar kir, şewat derket. Me hedef kir ku em li dijî şîdet, tecawiz, tacîz û newekheviya li hember jin û zarokan bibin bersiv. Em bûn dengên jinên ji bo Peymana Stenbolê daketin kolanan, em li korîdorên edliyeyê li dijî daraza mêr, ji bo têkoşîna rast, ji bo jinên hatin qetilkirin li heqîqetê geriyan. Em bûn dengê Fîrdev Babat ya bi çeka cerdevan hat qetilkirin.
 
Em bûn dengê jinên ku ji bo siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk ya bi nexweşiya demansê ketiye û nayê tahliyekirin, daketin kolanan û gotin ‘îradeya gel nikare bê darizandin’. Em bûn dengê jinên li dijî DAIŞ’ê û Talîban têdikoşin. Em bûn dengê berxwedana bo Jîna Mahsa Amînî ya li Tehranê hat qetilirin. Me texrîbatên hemû rejîmên zextxwir yên bi zîhniyeta rejîma Molla û zîhniyeta DAIŞ’ê tê meşandinê, da bihistin û me ji bo vê soz da jinan.
 
Ji bo em dîroka 5 hezar salan a jinan ku hatiye berovajîkirin bidin nîşandan ketin vê rê. Vê herikînê em birin Serhadê em birin Botan, ew jî têr nekir em birin rojava. Cih hat em berbi dîrokê ketin rê cih hat em li pey tiştên rovejî bazdan. Ev herikîn bû ya ku em nêzî heqîqetê birin. Li Mezopotamya Dîcle û Firat, li Çukurovayê Asî, li Behrareş Kizilirmak, li Anatolya Navîn Porsuk, li Marmarayê Merîç bûn em û em herikên wek lehiyê…
 
Em bûn dengê Îpek Er, em bûn dengê Gulîstan Doku ya li Dêrsîmê hat windakirin, em  li Mûşê bûn dengê Fatmayê li Amedê bûn dengê Efe, li Ispartayê bûn denê Nevîne, li Rakka, Dêrazor, Minbîçê bûn dengê jinên dimeşiyan azadiyê, em li Şengalê, li Memxurê bûn dengê jinan, li Efrîn, Girê Spî, Sêkaniyê, li Cudî bûn dengê gel. Li Îkîzdere, li Çiyayên Kaz, li Îkîzkoy, li Akbelen em bûn dengê parêzvanên mafê xwezayê.  Em bûn dengê xizmên girtiyan yên di nobetê de em bûn dengê Dayikên Şemiyê…
 
Bêguman dema em bû deng, hinekan jî em kirine hedefa xwe. Di 5 salan de em 43 cari hatin astengkirin û gelek caran hevalên me şîdet dîtin, hatin binçavkirin, girtin, kamera û wênekêşên wan hatin şikandin. Bi ser buroyên me de hat girtin, hevalên me hatin girtin. Kompîturên me şikandin. Lê dîsa jî hêrsa wan netemirî. Di 16’ê hezîranê de 16 hevalên me girtin û midûra karê nivîsan ya ajansa me Safiye Alagaş jî hat girtin. Sê mehe girtiye. Lê ew li ber herikîna me nebûn asteng. Em roj bi roj mezin bûn û bi jinan re bên rêheval…
 
Her dema me beza ji bo heqîqetê bû. Xwegîhandina jinan ji bo me kêfek xweş bû. Me jinên li ser erdan, li malê, li kargeriyan anî ser ekranan. Vê jî şewqa me zêde kir.
 
JINNEWS ku bi kurdî, kirmanckî, tirkî û îngîlîzî weşanê dike, got em hene û dengê jinan bê navber dide bihistin. Em dibêjin ku werin em dengê xwe bi hev re gur bikin. Vê herikînê 5 sale em xwedî kirn û em bi we re mezin bûn. Bi hêviya gelek sazên ku em bi hev re vê herikînê bidomînin….