Rêveberên MEBYA-DER'ê: Mirovahî, misilmantî û edelat li ku ye?

  • 09:07 8 Îlon 2022
  • Rojane
Rojda Aydin
 
AMED - Rêveberên MEBYA-DER’ê, îşkenceya ku li cenazeyan tên kirin şermezar kirin û gotin: “Kesek piştî jiyana xwe ji dest da çima vê zilmê lê dikin? Mûameleyên herî xirap li cenazeyan tên kirin. Parêzvanên mafên mirovan û oldar li ku ne? Kanî mirovahî, misilmantî û edelat? Ma edalet wisa ye?"
 
Cenazeyê Egît Îpek ê di sala 2017’an de li Dêrsîmê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da, piştî 3 salan bi kargoyê ji dayika wê Halîse Aksoy re hat şandin. Cenazeyê Mahsûm Aslan ê di sala 2018’an de jiyana xwe ji dest da, ji aliye Serdozgeriya Komarê ya Erzînganê ve piştî bi kargoyê şandin Midûriyeta Polîsan a Erxeniya Amedê, radestî malbatê hat kirin. Cenazeyê Sîtî Karatay a di sala 2016’an de li Şemzînanê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da, 6 sal şûn de di qûtî de radestî dayika wê hat kirin. Cenazeyê Zîndan Yenî yê ku di pêvçûnên ku di îlona 2021’ê de li bejahiya Taxa Pîrejmanê ya navçeya Dîcleyê ya Amedê qewimî de jiyana xwe ji dest da, 8 meh û 9 roj şûnde di qabekî veşartî de radestê bavê wî Hasan Yenî hat kirin. Herî dawî jî cenazeyê Hakan Arslan ê ku di dema qedexeya derketina derve ya di 2’yê Kanûna 2015’an de li navçeya Sûrê ya Amedê hatibû îlankirin de di pêvçûnan de jiyana xwe ji dest da, piştî 7 salan di kîsikekî de radestî malbata wî hat kirin.
 
Radeskirina cenazeyan wek rêbazeke îşkenceyê li malbatan dikin. Derbarê mijarê de rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) Meryem Soylu û Halîme Topuz, ji ajansa me re axivîn. 
 
‘7 sal in cenazeyê kurê xwe digere' 
 
Meryem Soylu, nêzîkatiya hikûmetê ya li dijî cenazeyan şermezar kir û bal kişand ser cenazeyê Hakan Arslan ê ku di 29’ê tebaxê de di kîsik de radestê malbata wê hat kirin, kir û got: “Ez nêzîkatiya dewleta tirk a li dijî cenazeyan şermezar dikim. Di mirovahiyê de ev zilm û îşkence nayê qebûlkirin. Bavekî ku 7 sal in cenazeyê kurê xwe digere kirin kîsikekî û dan destên wî. Hesreta wî bavê ew bû ku cenazeyê kurê xwe bike tdarbestekî û defin bike."
 
'Kanê misilmantî û edalet?'
 
Meryem di axaftina xwe de wiha behsa dîmena ku dît kir: "Dema ku min ew cenaze dît dilê min şewitî. Birînên dile min ji nû ve vebû. Hemû cîhan li hemberê vê hovîtiyê çima bêdeng e? Ev ne cara yekem û ne jî cara dawî ye. Her tim bêhûrmetî li cenazeyên me dikin. Mirovekî ku piştî jiyana xwe ji dest da çima vê zilmê dikin? Mûameleyên herî xirap li dijî cenazeyên zarokên me tên kirin. Kesên ku dibêjin em parêzvanên mafê mirovan in û oldar in li ku derê ne? Kanî mirovahî, misilmanî û edelate we? Edalet ma wisa ye? Ji çi olê û mezhebê dibe bila bibe mirovek dema ku jiyana xwe ji dest da divê ev zilm û îşkence neyê kirin. Ji bo ku êşê li malbatan bidin kişandin vê zilmê li wan jî dikin, ji bo ku vê ji bîr neke. Lê belê bila ew jî baş bizanibin ku ew çiqasî zarokên me parçe bikin û bikin kîsikan jî em ê xwedî zarokên xwe derbikevin.”
 
'Mesele tenê kurdbûn e' 
 
Meryem, destnîşan kir ku cenazeyên zarokên wan wek diyarî di kîsikan de teslîmê wan tê kirin û wiha hest û ramanê xwe anî ziman: "Ew diyarî jî cezayê zarokên me ne. Ew çi dikin bila bikin jî em ê dev ji cenazeyên xwe bernedin. Divê bi hezaran kes xwedî yi van cenazeyan derkevin. Cenazeyên zarokên me bi kargoyan û kîsikan tên radestkirin. Li ser wê avahiyê edliyê dinivîse ‘Edalet’ lê belê edaleta wê derê nemaye. Dema ku tu kurd bî zilm û kuştin jî ji bo me rewa tê dîtin. Lê belê edliyê kirine cihê hovîtiye. Heta niha hovîtiyek wisa mezin çênebû. Armanca dewletê ew e ku kurdan tune bikin. Hikûmet dibêje dema kurd be; kuştin jê re heqe, parçe bikin û bikin kîsikan. Dema mesele bû kurd bi awayek hov nêz dibin. Zilma ku li cenazeyên me tên kirin di hiqûqê de jî cihê vê tuneye. Di mirovahiyê de tiştek wisa tuneye.  Ev zilm tu carî nayê qebûlkirin."
 
‘Ev hovîtî û bê edaletî ye’
 
Meryem, bi lêv kir ku di ola misilmaniyê de ev hovîtî tuneye û wiha got: “Di îslamiyetê de dibêje kesê ku jiyana xwe ji dest daye, çi dibe bila bibe kesek nikare zilmê û ceza bide wê bedenê. Ev tiştên ku tên kirin hovîtî û bê edaletî ye. Kesên ku misilman in pêwîst bû li dijî vê hovîtiyê dengê xwe bilind bikin. Mînak li Cizîrê Cemîle Çagirga ya ku jiyana xwe ji dest da, dayika wê cenaze di sarincê de veşart. Cenazeyê dayika Taybet Înan jî heft rojan li kolanê ma. Dijmin destûrê nedan ku ew cenaze bibin definbikin. Heta îro gelek hovîtî li cenazeyan hat kirin. Divê gelê Kurd dijminê xwe baş nas bike. Hikûmet hovîtiya xwe di her aliye de didomîne. Bila hemû gelê me xwedî cenazeyên zarokên xwe derbikevin.”   
 
‘Dijminatiya li hember cenazeyan...' 
 
Halîme Topuz jî diyar kir ku di ola misilmaniyê de mînaka vê hovîtiyê tuneye û ev tiştan anî ziman: “Ev dijminatiya li dijî cenazeyên me dê heta kengî bidome? Di qanûn û hiqûqê de jî ev tişt tuneye. Hikûmet divê li gor hiqûq û olê wan cenazeyan radestî malbatan bikira. Hikûmet çav û gûhên xwe girtiye û vê zilmê jî bizanebûn dimeşîne. Em dixwazin ev hovîtî di demek nêz de bi dawî bibe. Em tu carî vê hovîtiyê qebûl nakin. Çima maf û heqê wan hemû kesan heye jî ya me kurdan tuneye. Cenazeyê wan malbatan di kîsikan de radestê malbatan dikin. Ev hovîtî û êşek mezin e. Îro bê hiqûqiyek mezin li dijî cenazeyan tê kirin. Ev hovîtiya li dijî cenazeyan ne îro ji bere ve berdewam dike. Ev bê hiqûqî dê heta kengî berdewam bike.”
 
‘Bi cenazeyan me tehdît dikin' 
 
Halîme, da zanîn ku li dijî nasname û hebûna kurdan hovîtiyek wisa dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di bin navê misilaniyê de hovîtiyek mezin tê meşandin. Îşkence ya li ku cenazeyên me tên kirin ve dixwazin me tehdît bikin. Dixwazin em dev ji hebûn û nasname xwe berdin. Ji ber vê yekê vî hovîtiyê li cenazeyan dikin. Em bang li Gelê Kurd û cîhanê dikin ku li dijî vê hovîtiyê û pergalê dengê xwe bilind bikin.”