3’yê Kanûna 2015’an: Dîlan Kortak ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin

  • 09:19 3 Kanûn 2022
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
Li Sancaktepeya Stenbolê polîsan bi hinceta ku “mala hucreyê ye” bi ser malekê de girt û di dema biserdegirtinê de Dîlan Kortak bi guleya polîsan hat qetilkirin. Cenazeyê Dîlanê li Îzmirê hat definkirin û gelek kes li cenazeyê Dîlanê xwedî derketin. 
 
1895: Psikanalist Anna Freud a ji Avusturyayê di 3’yê Kanûna 1895’an de li Viyanayê ji dayik bû. Anna Freud di warê pêşketin û girîngiya psikanalizmê de kedeke mezin da. Annaya endama Komeleya Psikanaliz a Viyanayê bi taybet li ser derûniya zarokan sekinî. 
 
1914: Helbestkar û nivîskara femînist, Alaide Foppa li Barselonaya Spanyayê ji dayik bû. Alaideya li Meksikayê li sirgunê dijiya li beşên felsefe û civaknasiyê ya Zanîngehên Meksîkayê profesortî kir. . Alaide di 19’ê Kanûna 1980’an de ji bo girtina pasaportê çû Guatemala City’ê û li wir hat windakirin. 
 
1987: Ji aliyê jinên bêtir ji aliyên sosyalîst ve Komeleya Jinê ya Demokratîk (DKD) hat avakirin. Di Cotmeha 1989’an de kovara bi navê ‘Dengê me’ hat weşandin. DKD di gulana 1992’yan de hat girtin. 
 
2015: Piştî qedexeya li Sûrê ya Amedê li dijî êrişên li ser gel, Dayikên Aştiyê çalakiya “Mertalên Zindî” dan destpêkirin.