Lîstikvanên Amedsporê: Em ê bi şampiyoniyê bersivê bidin wan

  • 09:17 8 Adar 2023
  • Tenduristî/Werzîş
Rojda Aydin - Şehrîban Aslan 
 
AMED - Lîstikvanên Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê, bertek nîşanê êrişên li dijî tîma wan hat kirin, dan û anîn ziman ku di navbera tîman de cudakariyeke mezin tê kirin. Lîstikvanan, gotin ew ê bi şampiyonê bersivê bidin wan.
 
Lîstikvanên Amedsporê di 5’ê adarê de li Bursayê rastî êrişa faşîst a alîgirên Bursasporê hatibû û polîsan jî tenê êriş temaşe kirin. Di encama êrişan de lîstikvanên Amedsporê bi sivikî birîndar bûn. Alîgirên Bursasporê jî di trîbunan de pankartên "Torosa spî" û "kesên paramîlîter" ên di salên 90'î de navên wan di kuştinên “kiryarnediyar” de derbas dibin vekiribûn.
 
Kaptana Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê Guzîde Alçû û lîstikvana tîmê Zehra Acar, bertek nîşanê êrişan dan û gotin ew ê bi şampiyontiyê bersivê bidin van êrîşan.
 
‘Dema ku mijar Tîma Amedê be tu ewlehî nayê girtin’
 
Guzîde Alçû, destnîşan kir ku di pêvajoyeke wek erdhêjê de ji ber ev êrişa ku hatiye kirin wan gelek xemgîn kiriye. Guzîde, da zanîn ku li dijî van êrişan ew bi hêztir dibin û wiha axivî: “Em diçin gelek bajaran û maçên xwe dilêyzin. Lê ji ber rewşa neyînî elbet bandorekî li ser me dike. Heta niha wek Amedsporê gelek caran bi êrişan re rû bi rû man. Lê ji aliyê polîsan ve heta niha tu ewlehî ji bo me nehatiye girtin. Mînak li Amedê dema ku maç dibe hejmara polîsan gelek zêdeye, lê li bajarên dinê me vê yekê nedîtiye. Ji ber rewşa awarte ya neyînî em jî di bin vê bandorê de dimînin. Dema ku mijar dibe Amedsporê tu ewlehî tuneye. Em ê vê dawiya hefteyê biçin Stenbolê bi Tîma Fenerbahçe re maça me heye. Ji ber ku demên pêş pirsgirêkên me bi wan re jiyan me ji polîsan daxwaza ewlehiyê kir.”
 
‘Em ê serkeftina xwe hertim bidomînin’
 
Guzîde, diyar kir ku Amedsporê xwedî vîzyon û mîsyonekî ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi vekirina wan pankartan xwestin bêjin ‘Wekî ku me çawa wan qetil kir, em ê we jî qetil bikin.’ Li dijî ev êrişa ku hat kirin hemû cihan niha bertekên xwe nîşan dide. Dema ku ew hatin li vê derê me ne gûç avêt wan, ne jî gule berê wan da. Lê dema ku em diçin ew bi awayek hov êriş dikin. Lê em ê tu carî ne wek wan nêz bibin. Wekî ku kaptanê me got ‘dema ku ew tên em wan bi kulîlkan pêşwazî dikin.’ Lê bila ew jî baş bizanibin ku dê tu carî nikaribin me qetil bikin. Em ji van êrîşan hêzê digirin. Êrişên ku li dijî me tên kirin, hefteyên din ji bo me dibe serkeftin. Em li qada maçê cudakariyê naxwazin. Em dixwazin di vê qadê de hemû kes azad be. Em ê serkeftina xwe hertim bidomînin.”
 
‘Cudakariyê dikin navbera tîman’
 
Zehra Acar, êrişên li dijî Amedsporê şermezar kir û anî ziman ku cudakariyek di navbera tîman de tê kirin. Guzîde, got Amedsporê jî tîmek Tirkiyeyê ye û wiha domand: “Dema tîmên ji derve tên Amedê em vê tiştê nakin. Lê dema ku em diçin bajarên din êrîşên bi vê rengî li dijî me dikin. Li dijî van êrîşan em ê bi ser bikevin û şampiyontiyê bersivê bidin wan. Alîgirên Bûrsasporê dema ku êrişê Amed Sporê kir tu tiştî nekirin û di cihê xwe de sekinîn. Dema ku li vê derê maç dibe bi hezaran polîsan kom dikin tînin. Çima ev ewlehî li bajarên din li dijî tîmên me jî nayê girtin? Dema ku li vê derê maç dibe ji temaşevanan zêdetir polîs hene. Dema ku ew tên li vir ma qey em ê wan bikujin? Na em tu tiştî bi wan nakin. Ev cudakarî li dijî tîmên me tim tê kirin. Ji ber ku dema Bûrsasporê êriş kir hemû komên ewlehiyê li şûna xwe sekinîn û temaşe dikirin.”
 
‘Em ê bi şampiyoniyê bersivê bidin wan’
 
Zehra, bal kişand ser pankartên ku dema lîstikê de hatine vekirin û got bi vê yekê xwestinek lîstikvanên Amedsporê tehdît bikin û wiha pê de çû: “Bûrsasporê rabû daxuyaniyê da got ‘bi alîkariya me ev yek nehatiye kirin, agahiya me nîne.’ Ew kes bi wan pankartan çawa ketin qadê? Çawa destûr hat dayîn? Ev jî nîşan dide ku bi destên wan zanebûn hatiye kirin. Ev êriş ne bi tenê li dijî Amedsporê li dijî tevahî Gelê Kurd hatiye kirin. Bi vekirina wan pankartan ve dixwazin kurdan tune bikin û qetil bikin. Ew jî bi xwe baş dizanin ku em wek Amedsporê yên jin û mêr bibin şampiyon. Em ê bersiva xwe ya mezin bi şanpiyonê bidin. Bila hemû alîgirên Amedsporê xwediyê tîma xwe derbikeve. Em ê serkeftina xwe bi hevre mezin bikin. Em ê bi hev re bersiva xwe bidin. Dem dema serkeftinê ye.”