Li Mereşê nexweşî belav dibin

  • 14:24 19 Sibat 2023
  • Tenduristî/Werzîş
 
Nişmiye Guler - Dilan Babat
 
MEREŞ - Li herêmên erdhejê gihandina ava paqij pirsgirêk e, nexweşiyên mîna xwirî, kolera, mantrara nigan, enfeksiyonên vajînal, dizanteri û tetanos belav dibin. Bijîşkên li Mereşê xizmeta tendirustiyê ya bi dildarî didin banga ava paqij kirin. 
 
Bilançoya erdheja navenda wê Bazarcix bû û di şeşê sibatê de pêk hat bandor li ser 11 bajarî kir. Ji ber kon ne paqij in gelek mirov li gel hev in loma jî nexweşiyên mîna xwirî, kolera, mantrara nigan, enfeksiyonên vajînal, dizanteri û tetanos belav dibin.
 
Bijîşkên stajyer ên ji Enqereyê bi dildarî hatine bajaroka Narli ya Bazarcixa Mereşê xizmeta tendirustiyê didin û hewl didin pêşiyê li nexweşiyan bigirin. 
 
Piştevanî mezin e
 
Bijîşka stajyer Îlay Kadiroglu da zanîn ew wekî komeke ji 15 kesan pêk tê hatine herêma erdhejê û ji vê komê bêtir jê LGBT+Î ne û wiha domand:"Ji roja erdhej pêk hat heta niha me hewl da em piştevaniyê mezin bikin. Em ji Enqereyê hatin. Em berê çûn gudê Hasankoca û li vir piştevaniyekê dest pê kir. Di heman demê de jî qeyûm hat tayinkirin. Piştî li vir qeyûm hat tayinkirin hat gotin pêdiviya herêma Narli heye em jî hatin vir. Li vir gel di nava piştevaniyê de ne."
 
Li Mereşê nexweşî belav dibin
 
Îlay bi lêv kir ku li herêma Narli nexweşiya xwirînê dest pê kiriye û wiha pê de çû:"Dema em bi hevalên me yên tendirustvan re diaxivin dibêjin li gelek herêmên erdhejê nexweşiya xwiriyê dest pê kiriye. Ji ber ku welatî li vir nikarin bi rêk û pêk serê xwe bişon û cilên xwe biguherin loma jî dermanê xwiriyê jî pir fêde nake. Niha li herêma Narliyê em hewl didin destavên konfost bikolin."
 
'Nexweşiya jinan a enfeksiyona jinekolojik dest pê kir'
 
Îlayê bi lêv kir ku hîn ji Wezareta Dadê kes nehatiye û wiha got:"Bi bangewaziya me pêdiviyên heyî hatin. Li qadan tengasiya herî mezin jin dibînin. Ji ber qadeke paqij tune ye loma jî nexweşiya jinan a enfeksiyona jinekolojik dest pê kir. Zarok bi xwirîyê ketine. Ji ber bi rojan heman gore di nigên welatiyan de dimîne ev dibe sedema mantarê. Her wiha pêdivî ji bincilkên paqij heye. "
 
'Nexweşî dikare bibe sedema pirsgirêkên mezin'
 
Îlay da zanîn ku ava paqij bi zorê tê dîtin û mirov ava bîrê vedixwin û got:" Wexta destavên paqij tune bin ev dibe sedema gelek pirsgirêkan. Mirovên birçî û tî dimînin vê carê jî bi pirsgirêkên tendirustiyê rû bi rû dimînin. Nexweşî dikare bibe sedema pirsgirêkên mezin. Alavên paqijiyê tune ne."