Jin nikarin xwe bigihînin xizmeta tenduristiyê

  • 09:04 25 Cotmeh 2022
  • Tenduristî/Werzîş
WAN - Sekretera Baskê Hekîmtiya Malbatî ya Yekitiya Tabîbên Tirk, Dr. Sîbel Uyan da zanîn ku li Wanê jin di alî xwegîhandina xizmeta tenduristiyê de pirsgirêkên cidî dijîn û der barê çareseriya pirsgirêkan de jî balkişand ser girîngiya avakirina meclisên tenduristiyê.
 
Polîtîkayên tenduristiyê yên desthilatdariya AKP-MHP’ê ku di qada tenduristiyê de rê li ber gelek pirsgirêkan vedike, di serî de jin welatî di xwegîhandina xizmeta tenduristiyê de pirsgirêkên cidî dijîn. Baskê Hekîmtiya Malbatî ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) bi armanca balê dikşîne ser pirsgirêkan civînên xwe yên dema nû pêk tînin. Hekîmên Malbatê li Wanê civînên xwe da destpêkirin û rojên borî ya ewil pêk anîn.
 
Sekretera Baskê Hekîmtiya Malbatî ya  TTB'ê, Dr. Sîbel Uyan, pirsgirêkên tenduristiyê yên li Wanê ku bi taybet pirsgirêkên cidî dijîn, ji ajansa me re nirxand.
 
Bi gelek pirsgirêkan re tên rû hev
 
Sîbelê got li Wanê jin û zarok di alî xwegîhandina xizmeta tenduristiyê de pirsgirêkên cidî dijîn û got: “Li herêmê jin li gorî mêran pir kêm dest bi jiyanê dikin. Gelek jin bi pirsgirêkan re tên rû hev. Barê malê barê rojane li ser milê wane. Mixabin bi piştgiriya hinekan alîkariya hinekan xwe digihînin tenduristiyê.”
 
‘Kontrola welidînê dewlet pêk nayne’
 
Sîbelê balkişand ser tenduristiya welidînî û got jin di vê mijarê de barê wan gelek girane û wiha daxuyand: “Wezareta tenduristiyê ev sê sale piştgiriyê nade rêbazên piştgiriya alî parastina ji ducaniyê de. Li nexweşxaneyên herêmê yên cemawerî  kurtaj nayê kirin. Di alî domandin an jî qedandina ducaniyê de tu mafê gotinê yê jinê tune. Rêbaza parastinê dewlet pêk nayne.”
 
Mafê wan yê biryarê tune
 
Sîbelê destnîşan kir ku ji ber lêçûna daxwazên parastinê zêde ye, di alî aborî de herêm zêde ne baş e û ji ber derfetê ku lêçûnan bidin tune, jin ne xwedî mafên ku bibin xwedî zarok a na.
 
‘Rayeya wan ya biryarê bidin tune’
 
Sîbelê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ji ber piştgirîya wezareta dadê tune bi rêbazên xwezayî dawî li ducaniyê tînin. Ev jî dibe sedema pirsgirêkên tenduristiyê. Heta mirinên jinan diçin. Proja dayikan a ducanî ya mîvan a dewletê heye. Ev projeya salan berê ye. Jin nêzî welidînî divê li otel an jî mîcanxaneyan bimînin li gund tenê welidÎn pêk nayê.  Lê ji ber rewşa xwe naxwazin zarokên xwe yên biçûk li malê bihêlin û bên mîvanxaneyê. Rayeya wê ya ku biryarê bide tune û di alî wijdanê de vê nake. Ji ber vê ev proje zêde pêk nayê.”
 
‘Divê polîtÎka tenduristiyê bê kirin’
 
Sîbelê der barê çareseriyê de jî ev nirxandin kir: “Divê polîtîka tenduristiyê bê rêxistinkirin. Li vê herêmê divê meclîs bên avakirin. Li nexweşxaneyan divê kêmasiya xebatkaran tunebe. Ji ber li van deran li naveda tenduristiya malbatî hejmara jinên ducanî gelek zêde ye. Li bajarên rojava yê Tirkiyeyê hekîm pir baş bi jina ducanî re eleqeder dibe lê li vir divê zêde ebe hebin. Divê mafê xwegihandina xizmeta tenduristiyê hêsan be. Ji bo hewcedariyên civakê şaredarî girîngin. Lê li şûna yên hatine hilbijartin yên tayînkirî hene. Li vê herêmê der barê tenduristiyê de hinek razemenî avêtine aliyekî.  Yanî der barê tenduristiyê de tercihek nehatiye bikaranîn.”
 
Krîza aborî jî bandor  lê dike
 
Sîbelê wiha dawî lê anî: “Ji ber krîza aborî û şertên jiyanê mêr li derve dixebitin û ev jî ji bo jinan zehmetiyan bixwe re tîne. Dema nexweşiyek tê jiyîn pere tune bidin teqsî an jî otobusê. Li malê bi rêbazên xwe derman dikin. Divê navendên tenduristiyê yên ku jin bi rehetî dikarin serî lê bidin hebin. Hekîmek sê salan zêdetir naxwaze li heman cih bixebite. Ji ber şert û mercên jiyana wan nebaşin. Derfetên veguhestinê tune, lojman tune. Ger pirsgirêk bên çareserkirin wê bawerî bê dayîn.”