Jinên listîkvan: Em bi renge xwe li her qadê ne

  • 10:12 12 Îlon 2022
  • Tenduristî/Werzîş
 
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Jinên ku di turnuvaya Futbolê de listîn bal kişandin ser polîtîkayên şerê taybet û gotin wê kurd tu carî bîranîn û dîroka xwe ji bîr nekin. Herwiha jinan bi lêv kirin ku ew ê li dijî şerê taybet li qadan bin.
 
Turnuvaya Futbolê ya Kemal Kurkut a bi dirûşma  “Nebin tiryak kêş, azad bin” ji aliyê Şaredariya Silopiyayê û  Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hate lidarxistin. Di nav 83 tîman de 6 jê tîmên jinan e. Tîmên jinan ji bo bîranîna jinên ku di qedexeya derketina derve ya Cizîr û Silopiyayê de hatibûn qetîlkirin hatin avakirin. Navê tîmên jinan; “Cemîle Çagirga” , “Asya Yuksel”, “ Pakîze Nayir”, “Jiyan Spor”,  Şaredariya Silopî” û “Silopî Belediyesî” ye.
 
Jinên ku tevli turnuvayê bûn ji ajansa me re axivîn.
 
Meryem Eşkara axivî û destnîşan kir ku jin li dijî têgehên zayendperest derdikevin û got: “Turnuvaya me ya jinan di şexsê jinên ku di qedxeya Cizîr û Silopiyê de hatine qetîlkirin hate lidarxistin. Di turnvayê de me hem bîranîna jinên hatin qetilkirin zindî kir û hem jî pêşengtiya wan parast. Em ê bibin layiqê van cangoriyên xwe yên jin ên pêşeng. Her wiha me wekî jinên Şirnexê li dijî têgehên zayendperest xwest renge xwe li qadê nîşan bidin. Wekî tê zanîn hişmendiya baviksalarî di her qadên jiyanê de jin dorpêç kiriye. Em ê li dijî vê yekê bi azadkirina jinê vê hişmendiyê têk bibin.”
 
‘Heke jin bixwazin dikarin hemû tiştî bikin’
 
Evîn Erden diyar kir ku divê jin ji her aliyî  ve xwe pêş bixîn û pêşengtiya xwe bidin xuyakirin. Evîn, got: “Ji ber ku min di vê turnuvayê de cih girtiye gelek kêfxweş im. Jixwe jin li her qadên jiyanê reng û sekna xwe nîşan didin. Lê divê ev têkoşîn û berxwedan mezintir bibe. Pêwiste ku jin li xwe xwedî derbikeve. Heke jin bixwazin dikarin hemû tiştî bikin. Divê jin xwe ji her alî ve pêş bixin û ji bo jinan piştgirî were dayîn.
 
‘Em ê xwedî li bîranîna jinên pêşeng derkevin’
 
Leyla Tatli jî anî ziman ku dê Kurd bîranîn û dîroka xwe ji bîr nekin û got: “ Ez kêfxweş im ku bi vê turnuvayê em wan jinên pêşeng bi bîr tînin. Armanca me ya ji vê turnuvayê dûrxistina ciwanên kurd a ji maddeyên hişbir e. Dê ciwanan rê nedin ku ev polîtîkayên qirêj werin sepandin. Lewra heta ku em bigihêjin armanca xwe û heta ku serkeftinek çênebe en ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
 
'Em ê bi renge xwe li her qadê bin’
 
Herî dawî Garîbe Bîlîr jî anî ziman ku futbol hertim listikek wekî yê mêran e tê hesibandin û ev tişt got: “Me jî xwest ev nêrînê bişkînin. Ne tenê futbolê gelek beşên werzîşê heye ku bi nerînên zayendperest hatiye dorpêç kirin. Divê jin li dijî van yekan derbikevin û di her qadên werzîşê de rengê xwe nîşan bidin. Tîmên me jî navê xwe ji Pakize Nayir û Asya Yuksel girt. Me bi vî yekê xwest xwedî li bîranîna wan derbikevin.”