Di tûrnûvaya futbolê de dengê jinan olan da

  • 11:47 3 Îlon 2022
  • Tenduristî/Werzîş
 
STENBOL - Dê fînala Stenbolê ya Tûrnûvaya Futbolê ya Kemal Kurkut a ji aliyê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê û Koordînasyona Jinên Ciwan tê lidarxistin wê sibehê pêk bê. Endama Koordînasyona Jinên Ciwan Ronahi Tunç, banga xwedîderketina fînala mezin kir. 
 
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Koordînasyona Jinên Ciwan ji bo Kemal Kurkut ê di Newroza 2017'an de li Amedê ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin, Tûrnûvaya Futbolê bi dirûşma "Tu jî golekê biavêje girêdana bi tirkayê" li dar xistin. Dê sibehê fînala tûrnûvayê ya li Stenbolê saet di 18.00'an de li Tesîsên Kulubeya Werzîşê ya Eyupsultanê pêk were. Di fînala vê tûrnûvayê de dê 13 jê jin û du jê zarok bi tevahî 152 taqim, têbikoşin. 
 
Di tûrnûvaya bi çarçoveya "Em dawî li tiryakê bînin û jiyana nû ava bikin" hat lidarxistin de, pankarta "Em dengê zarokên di bin panzêran de tên eciqandin e" hat vekirin. Her wiha Taqimê Çapemeniya Jinên Azad bi pankarta wêneyên 16 rojnamegerên girtî li ser bûn û bi nivîsa "Hûn çapemeniya azad nikarin bêdeng bikin" derket tûrnûvayê. 
 
Dê piştî fînala Stenbolê fînala mezin li navçeya Silopiyê ya Şirnexê di navbera 15-20'ê de îlonê de bi çalakiyên cuda pêk were. Endama Koordînasyona Jinên Ciwan Ronahi Tunç, derbarê pêvajoya tûrnûvayê de axivî. 
 
Eleqeyeke mezin ji bo tûrnûvayê heye
 
Ronahiyê da zanîn ku tûrnûvaya pêk hat bal kişandiye û got:"Polîtîkayên şerê taybet, hem li Kurdistanê hem jî li metropolan li ser ciwanên kurd tên meşandin û ev bi awayekî kûr didome. Bi qirkirina ziman û çandê jina ji hebûna xwe tê qutkirin. Ciwan û jin bi polîtîkayên şer ên taybet tên rû hevdu. Li dijî van polîtîkayên jî li qadê ji bo em bêjin em heye me plana xwe kir. Yek ji armanca tûrnûvaya me ew e ku em xwe bigihînin ciwanan bi wan re biaxivin û wan bi rêxistin bikin. Di vî warî de jî em bûn şahidên helwestên erênî. Li Stenbolê nêzî 150 taximî serî lê dan."
 
Bêtehemuluya li hember pankartan 
 
Ronahiyê bi lêv kir ku dewletê tehemulî pankartên li tûrnûvayê hatin vekirin nekir û wiha pê de çû:"Ji ber me li ser navê Kemal Kûrkût ev tûrnûva li dar xist loma jî êriş li me hat kirin û hat xwestin çalakiya me bê astengkirin. Nehiştin em pankartên xwe vekin û polîsan sehe dorpêç kirin. Ciwan bi pankarta li ser komkujiya Zaxoyê daket seheyê lê belê polîsan mudaxale kirin."
 
Ciwan xwedî li tûrnûvayê derketin
 
Ronahiyê bi lêv kir ku li gor sala berê jinên ciwan bêtir eleqe nîşanî tûrnûvayê dane û wiha pê de çû:"Bi munasebeta tûrnûvayê me xwe bêtir gihand jinên ciwan. Tê xwestin jin di malê û di nava çar dîwaran de bên hiştin. Ji bo jinên ciwan qadek nehatiye vekirin. Ger ji wan re qad bê vekirin, tiştekî ku nikaribin nekin tune ye. Îktidar jinan di nava qaliban de dihêle û naxwaze jin pêş de biçin."
 
'Heta tiryak bi dawî bibe dê têkoşîna me bidome'
 
Ronahiyê da zanîn wê kampanya bi atolye, seyran, çalakiyên çand û hunerê dewam bike û xwest gel piştigiriyê bide vê kampanyayê. Her wiha Ronahiyê da zanîn divê bi çavekî kêm li vê kampanyayê neyê mêzekirin û got heta îstismara zarokan, fuhuş, komkujiyên jinan, tiryak bi dawî bibe wê têkoşîna wan dewam bike.