KCDP: Meha Gulanê de 40 jin hatin qetilkirin

  • 18:31 2 Hezîran 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora KCDP’ê di meha Gulanê de 40 jin hatine qetilkirin û 22 jin bi guman jiyana xwe ji dest dane.
 
Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) rapora Meha Gulanê aşkera kir. Li gorî raporê di meha Gulanê de 40 jin hatine qetilkirin û 22 jin jî bi guman jiyana xw eji dest dane.  12 jin ji aliyê mêrên pê re zewicandî, 8 heb ji aliyê mêrên nas dikin, 7 heb ji aliyê mêrên pê re dijiyan, 3 heb ji aliyê mêrên dest jê berdabûn, 3 heb ji aliyê kurên xwe ve, 2 heb ji aliyê birayên xwe ve, 2 heb ji aliyên xizmên xwe ve hatin qetilkirin.