Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM'ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang kir

  • 13:41 30 Çile 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM'ê banga têkoşîna ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir û got:"Divê rêxistinên navneteweyî destwerdanê bikin û mercên elaqeya tenduristî ji bo rêber Abdullah Ocalan deynin."
 
Nivîsgeha Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyekê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kir. Divê bilez tedîbrên li gorî qanûnên navneteweyî werin girtin. 
 
Daxuyanî bi amadebûna endamên nivîsgehê li ber avahiya giştî ya TEV-DEM'ê ya li taxa Meheta ya bajarê Qamişloyê hat dayîn. Hevseroka Odeya Pîşesazî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sewsen Hisên daxuyanî xwend.
 
Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî yên têkildar hat kirin ku rewşa tenduristî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan eşkere bikin û tecrîdê bi dawî bikin.
 
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ramanê Abdullah Ocalan ji hemû pirsgirêk û aloziyên li Rojhilata Navîn re kilîta çareseriyê ye û wiha hat domandin: "Em keda ku Rêbertî ji bo jinan daye, ji bîr nakin.”
 
Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM'ê diyar kir ku dewleta tirk kiryarên dermirovî li dijî Abdullah Ocalan dimeşîne û got: "Em van kiryarên plankirî yên li dijî madeya yekemîn a peymana Ewropayê ya sala 1989'an a qedexekirina îşkencekirin an cezayên nemirovî qebûl nakin.
 
Divê bilez tedîbrên li gorî qanûnên navneteweyî werin girtin. Divê rêxistinên navneteweyî destwerdanê bikin û mercên elaqeya tenduristî ji bo rêber Abdullah Ocalan deynin."
 
Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM'ê banga xurtkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kir û got: "Em têkoşînê berdewam bikin heta ku azadiya fîzîkî ya rêber Apo mîsoger bikin. Serkeftin dê para gelên azadîxwaz be."