135 roj in serhildana ‘Jin jiyan azadî’ didome

  • 13:13 30 Çile 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li rojhilatê Kurdistan û Îranê ligel zext û êrişên Rêjîma Îranê serhildana ‘Jin jiyan azadî’ ya 135 roj li pey xwe hişt. 
 
Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê serhildana ‘Jin jiyan azadî’ 135 roj li pey xwe hişt. Dadgehên Îranê li xwepêşander, mamosta, çalakvan û rojnamevananan cezayên giran dibire.
 
Li bajarê Sine çalakvanê bi navê Refîq Selîm bi sucê ‘Xirapkariya li ser erdê’ hate cezakirin. Li bajarên Îranê gelek çalavkanên civaka sivîl, hunermend, akademisyen, rojnamevan û welatî, bi hêceta ku tevlî xwepêşandanan bûne û piştgirî kirine, ceza li wan hate birîn.
 
Yek ji xwepêşanderên hatine binçavkirin Armîta Ebasî ye, Ebasî duh hate dadgehkirin. Beriya niha hatibû diyarkirin ku di dema binçavkirinê de êşkence û destdirêjî li Armîta hatiye kirin.
 
Herwiha li blogerên bi navê Astyar Haghighî û hevserê wê Amîr Mohamedî jî, ji ber ku li meydanek giştî ya Tahranê reqisîne 10 sal cezayê girtîgehê li wan hate birîn. Duh derketina dervey welat li derhênerê Îranî Mesud Kîmyayî hate qedexekirin.
 
Li bajarê Ciwanro duh jî hejmarek zêde ya leşkeran di nava bajêr de hatin bicihkirin. 
 
Di 28’ê çileyê de bi mezinahiya 5,9 pileyî li Xoyê herêma Ûrmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê erd hejiya. Li gorî agahiyan, di encama erdhejê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 800 jî birîndar bûne. Ji ber bê xemiya dewleta Îranê welatiyan nerazîbûna xwe nîşandan, lê hêzên Îranê êrişî kesên di erdhejê de zirar dîtine kirin.
 
Tevî hemû kuştin, darvekirin, girtin û binçavkirinan jî nerazîbûnên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dewam dikin.