Li dijî biryara Dadgeha Federal a Iraqê nerazîbûn

  • 15:23 3 Kanûn 2022
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Tora Hevbeş ya Rêxistinên Jinan derbarê biryara Dadgeha Federal ya Iraqê de daxuyaniyek da û wiha hat gotin: “Em ê ji bo ev biryar pêkneyê, bixebitin.”
 
Tora Hevbeş ya Rêxistinên Jinan dijî biryara Dadgeha Federal ya Iraqê ya ji bo hilweşandina madeya 18 ya Guhertina Bicihanîna Yasaya Rewşa Kesan ku dibêje: “Eger zilam jinek din anî, jina yekem mafê cûdabûnê heye" daxuyaniyek dan.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew ê ji bo ev biryar bicih neyê hemû xebatên xwe bidin meşandin. Tora Rêxistinên Jinan di daxuyaniya xwe de wiha bi lêv kir: “Em xwe weke beşek ji tevgera rizgarîxwaz ya Gelê Kurd dizanin, tevlî têkoşîna birayên xwe bûn û di hemû guhertinên siyasî te de tevlîbûna me çêbû. Me ji bo hemû guhertinên aborî û bidestxistina azadî, wekhevî û demokrasiyê kar kir. Lê niha binpêkirinek berçav dijî jinan tê kirin. Îro trajediya qetilkirina jinan dewam dike, roj bi roj ev rêje zêdetir dibe. Ev yek ne tenê li ser jinan, li ser hemû mirovatiyê gefek mezine.”
 
Di dewama daxuyaniyê de derbarê biryara Dadgeha Federal ya Iraqê de hate diyarkirin: “Em li welatan dijî neheqiyê bi xwişkên xwere ne, em ê ji bo ev biryara Dadgeha Federal ya Iraqê bicih neyê, xebat bidin meşandin.”