'Dê ciwan tecrîdê têk bibin'

  • 15:08 3 Kanûn 2022
  • Rojane
 
 
WAN - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay di Komxebata Asayî ya 1’emîn a Meclisa Ciwanan a HDP’ê de axivî û got: “Ciwanên rêxistinkirî hêza berxwedanê ya li dijî tecrîd, dagirkerî, kîmyasal û faşîzmê ye. Dê ciwan tecrîdê têk bibin.” 
 
Meclisa Xwendekarên Demokratîk bi şîara "Bi Ciwanên Pêşeng re ji Civaka Azad re" 1'emîn Komxebata xwe ya Asayî li Wanê li dar xist. Bi sedan ciwan beşdarî komxebata ku li Eywana Konferansê ya Baroya Wanê Tahîr Elçî hat lidarxistin bûn. Li eywanê pankartên "Em ji bîr nakin, wê Gulistaneke din kêm nebe”, "Li cihê ku ciwan lê nebe demokrasî geş nabe", "Jin jiyan azadî", "Tovên jiyana azad bi ciwanan şên dibe" û "Me bi ciwanî dest pê kir, em ê ciwanî bi ser bikevin" hatin daliqandin. 
 
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay û endamên partiyê amade bûn û ji bo bîranîna kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, deqîqeyek rêz hat girtin. 
 
‘Li Kurdistanê çekên kîmyewî tê bikaranîn’ 
 
Destpêkê endama Meclisa Dayikên Aştiyê Zekiye Kaya axivî û destnîşan kirk u ew ê destûrê nedin ku polîtîkayên qirêj li ser ciwanan bên birêvebirin. Zekiye got: “Li Kurdistanê çekên kîmyewî tê bikaranîn lê kes dengê xwe dernaxe. Divê her kes rabe ser pêya û dengê xwe derxe.” 
 
'Dê ciwan tecrîdê têk bibin'
 
Ebrû banga rêxistinkirinê li ciwanan kir û wiha got: “Ciwanên rêxistnkirî hêza berxwedanê ya li dijî tecrîd, dagirkerî, kîmyasal û faşîzmê ye. Em ê bi ruhê ciwanan li dijî tecrîdkirina birêz Ocalan li ber xwe bidin. Em ê polîtîkaya tecrîdê têk bibin. Em ê bi ruhê ‘Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin’ û em ê bi ruhê Kemal Pîr’an û Mazlûma Dogan’an vê pêvajoyê bi rêxistin bikin. Em ê li ser xeta felsefeya ‘jin jiyan azadî’ têbikoşin. Ez bi ruhê dirûşma ‘jin jiyan azadî’ komxebata we silav dikim.” 
 
Piştî axaftina Ebrû komxebat ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.